Sersaxiya gerîla Înalhan bi serdanên girseyî didome

Sersaxiya gerîlayê HPG’ê Ayhan Înalhan (Mîrza Rênas) bi serdanên girseyî didome.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ayhan Înalhan (Mîrza Rênas) ê di êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bû, li gundê Dergan ê navçeya Liceyê konê şînê hat danîn.

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatan Xizmên Xwe li Dergûşa Şarisantaniyan Mezopotamyayê (MEBYA-DER) wenda kirine ji bo gerîlayê HPG’ê Înalhan li gund li mala malbatê konê şînê hat danîn.

Komeleya, Alîkarî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hukumxwarî re (TÛAY-DER), Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), rêxistinên navçeyên Sûr, Peyas, Hezro û Liceyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li sersaxiyê bûn.

‘PDK LI SER XETA XIYANETÊ BERDEWAM DIKE‘

Hevserokê MEBYA-DER’’ê Şeyhmûs Karadag ê li ber mala şînê axivî û got: ‘’Zarokên me ji ber li ziman û nirxên xwe şehîd dibin. Ji wê boneyê em bi wan şanaz in. Zarokên me bi mehan e li ber çekên herî pêşketî yên teknolojîk li ber xwe didin. Zarokên me li ber xwe didin, PDK jî li xiyaneta xwe dewam dike. Xiyanet mîna marê bi jehrî li hemû şanên wan belav bûye. Ji Qazî Mihemed heta bi niha xiyanetê dikin. Em bi zarokên xwe şanaz in. Cardin serê malbata me û gelê Kurdistanê sax bibe.“

WALÎTÎ SERSAXÎ ASTENG KIRIBÛ

Malbata şehîd Ayhan Înalhan da zanîn ku wan xwestiye konê şînê li Peyasê danin lê walîtiyê qedexe kiriye ji wê boneyê şîn li gundê Dergan ê Înalhan lê çêbûye danîne.