Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

Li bajarê Reims ê Fransayê bi pêşengiya ciwanên Kurd ên Fransa (Ciwanên Kurdistanî yên Fransa-CKF) û Komeleya Arîn Mîrkan 3’yemîn Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad wê bê lidarxistin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” de 22’yê Hezîranê roja Yekşemê wê 3’yemîn Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad bê lidarxistin. Tê texmînkirin ku bi taybetî ji Fransayê û ji gelek welatên Ewropayê wê bi hezaran kes beşdarî festîvalê bibin.

Di festîvalê de wê govendên gelêrî yên Kurdistanê bên pêşkêşkirin. Her wiha hunermend Şiyar û Dijwar, Şerîf Omerî, Helbest Arî û Dengbêj Xiyasetîn wê derkevin ser dikê.

Komîteya amadekar bang li gelê Kurd ên li Fransa û ji çar aliyên Ewropayê dijîn kir ku beşdarî festîvalê bibin.