Malbata Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû ku ji 5'ê Çileya 2020'an ve agahî jê nayê girtin, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li Qada Seyîd Riza bi dawî kir.
Bav Halît, dayik Bedriye û xwişk Aygul Dokû û Parlementera Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Sera Kadigîl, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dilşat Canbaz, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr û xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê li Kuçeya Hunerê li hev kom bûbûn û heya Qada Seyîd Riza meşiyabûn. Paşê malbatê li vir dest bi çalakiya rûniştinê kiribû.
Malbata Dokû dê sibê jî li ber walîtiyê çalakiya rûniştinê li dar bixe.