Cemîl Bayik: Wê Zap ji wan re bibe goristan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got "Wê Zap ji wan re bibe goristan, wê desthilatdariya AKP û MHP’ê têk biçe. Divê her kes vî tiştî bibîne û hesabê xwe li gorî vî tiştî bike."

Cemîl Bayik xwest ku bila tu kes xwe nede dora Erdogan û Bahçelî û alîkariyê nede siyaseta wan û got “Kî bi vê polîtîkayê re bimeşe wê têk biçe. Di nav Kurdan de çi PDK be, li Tirkiyeyê CHP û Îyî Partî be, kî bi vê desthilatdariyê bimeşe û alîkariyê bide polîtîkaya wan wê têk biçin. Wê têkçûna wan jî mezin be.”

Cemîl Bayik diyar kir dewleta Tirk ji bo stendina tola li Avaşîn û Zapê li Îmraliyê ‘cezayê dîsîplînê’ daye û got “Divê her kes li hemberî vê rewşê têkoşîneke xurt bimeşîne.”

Bayik diyar kir şehîdên li Zapê şehîdê hemû kesî ne û got “Divê her kes xwedî li wan derkeve. Divê vê peywirê nexin stûyê PKK, gerîla û gelê Kurd. Jixwe gerîla, PKK û gelê Kurd peywira xwe bi cih tînin, lê divê were zanîn ku qedera wan bi PKK û gelê Kurd re girêdayî ye. Heke PKK û gelê Kurd derbekê bixwe wê her kes derbê bixwe. Wê tu kes nikaribe li ser xwe be. Wê demê ew ê faşîzma AKP û MHP’ê li Tirkiyeyê bi cih bibe.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di Bernameya Taybet a Stêrk Tv’yê de axivî û derbarê siyaseta ‘cezayê dîsîplînê’ ya ku dewleta Tirk li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşandin, şerê li Zapê, piştgiriya DYE û NATO’yê û derbarê hevkariya PDK’ê nirxandinên girîng kir. Di beşa yekemîn a vê bernameyê de Cemîl Bayik ev bersiv dan pirsan.

PKK 50 sal in meha Gulanê wekî Meha Şehîdan bi nav dike, ji ber ku gelek şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê di vê mehê de şehîd bûn. Girêdayî meha Gulanê hûn dixwazin di destpêkê de bibêjin çi?

Di şexsê heval Aysel Dogan, Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Denîz Gezmîş û Sînan Cemgîl de hemû şehîdên azadî û demokrasiyê bi bîr tînim. Ez hurmetên xwe pêşkêş dikim. Ez soza ji bo şehîdan careke din nû dikim. Di meha Gulanê de bi rastî jî gelek şoreşgerên mezin şehîd bûne. Ji ber vê me 18’ê Gulanê wekî Roja Şehîdan û meha Gulanê jî Meha Şehîdan îlan kir. Ji ber ku di 18’ê Gulanê de heval Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya şehîd bûn. Her du jî şoreşgerên mezin in. Him ji bo gelê Kurd û him jî ji bo gelên Tirkiyeyê keda wan gelekî zêde ye. Sedema ku me ev meh wekî meha şehîdan diyar kiriye, di vê mehê de wekî hejmar gelek şehîd hene û şoreşgerên mezin, pêşengên têkoşîna demokrasî û azadiyê di vê mehê de şehîd ketine. Ji ber vê me ev meh wekî meha şehîdan îlan kir.

Di meha Gulanê de li Tirkiyeyê gelek şehadet pêk hatin. Di 1’ê Gulanê de li Taksîmê qetlîamek hate kirin. Di 6’ê Gulanê de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan hatin darvekirin. Di 9’ê Gulanê de Ûlaş Bayraktar şehîd ket. Di 18’ê Gulanê de li Somayê qetlîamek hate kirin. Karkerên ku ji binê erdê maden derdixistin şehîd ketin. Di 18’ê Gulanê de Îbrahîm Kaypakkaya li Zindana Amedê bi êşkenceyê şehîd hate xistin. Di 31’ê Gulanê de li Nûrhakê Sînan Cemgîl, Kadîr Manga, Alpaslan Ozudogrû şehîd ketin.e Ez careke din van şehîdan bi bîr tînim.

Di 1’ê Gulanê de li Bakurê Kurdistanê Abdulkadîr Çûbûkçû, Ramazan Kaplan, Mehmet Emîn Aslan, Sabrî Buyukkaya şehîd ketin. Di 2’ê Gulanê de heval Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Azad Sîser, Çeko Amed şehîd ketine. Di 4’ê Gulanê de Terteleya Dêrsimê heye, li wir qetlîameke mezin hatibû kirin. Di 11’ê Gulanê de Hozan Mizgîn li Xerzanê şehîd ket. Di 16’ê Gulanê de bi destê PDK’ê li Hewlêrê qetlîamek hate kirin, li vir heval Salih, heval Ozan, heval Nalîn û heval Ozan Çiya şehîd ketin. Tevî van her çar hevalan nêzî 83 heval şehîd ketin. Di 17’ê Gulanê de Ferhat Kûrtay –Em wan wekî Çar Şoreşger bi nav dikin- li Zindana Amedê şehîd ketin. Di 18’ê Gulanê de heval Hakî Karer şehîd ketin. Di 19’ê Gulanê de Heval Halîl Çavgun şehîd ketin. Di 25’ê Gulanê de heval Êrîş û heval Andok çalakiyeke fedaî kirin. Di 27’ê Gulanê de Kasim Engîn tevî du hevalan şehîd ketin. Di 28’ê Gulanê de heval Zeryan Denîz şehîd ket. Ji xeynî van hevalan, gelek heval li Bakur şehîd ketin. Ez hemûyan bi rêz û hurmet bi bîr tînim.

Li Rojhilat jî çar heval hatin darvekirin, Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan û Ferhad Bekirî. Di 14’ê Gulanê de heval Suleyman Mûhînî şehîd ket. Ez van hemû hevalan bi rêzdarî bi bîr tînim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim şehîd ket, ew dar ve kirin. Li Rojava li Qereçoxê şehadet çêbûn. Li Başûrê Kurdistanê û Şengalê şehadet çêbûn. Ez van hemû şehîdan bi bîr tînim, hurmetên xwe pêşkêşî wan dikim.

Di vê mehê de him di şerê Zapê de û him jî di şerê Botanê de çar hevalên me şehîd ketin. Ev heval her yek ji parçeyekî Kurdistanê ne. Heval Mizgîn Ronahî –ku qehreman e- li Zapê destan nivîsand, şehîd ket.Ev heval ji Rojhilat e. Di şerê Zapê de Rûmet Amed şehîd ket. Heval Çavrê li Botanê şehîd ket, heval Bêrîvan şehîd ket. Ev heval li ser hev şehîd ketin. Heval Çavrê ji Başûrê Kurdistanê bû. Ev jî heqîqetekê, heqîqeta Rêber Apo, heqîqeta têkoşîna ku li Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin nîşanî me dide. Rêber Apo ne bi tenê ji gelê Kurd re pêşengtiyê nake, ew ji gelên Rojhilata Navîn û ji mirovayetiyê re rêbertiyê dike. PKK ne bi tenê partiyeke parçeyekî ye, ew partiya hemû Kurdistanê ye, ya hemû parçeyên Kurdistanê ye. Ew tevgera mirovayetiyê ye, edalatê ava dike, tevgera azadî û demokrasiyê ye. Ji van şehîdên ku min navê wan da, mirov dikare vê heqîqetê fêm bike. Rast e, me got PKK partiyeke şehîdan e. Rêber Apo got ez berdevkê şehîdan im. Em jî rêhevalên şehîdan in. Em jî berdevkê şehîdan in. Berdevkên şehîdan wê li ser xeta wan bimeşe, wê li gorî armancên wan bimeşe. Dikare xeta şehîdan û armanca wê di her şertan de ji xwe re bike esas, azadî û demokrasiyê pêk bîne. Dinya jî li hemberî van rabe, nikare îradeya wan bişkîne û wan teslîm bistîne.Dema ku dibêjin em ê wan teslîm bistînin, îradeya wan bişkînin, ev dibe hêrs û dibe wesîleya dijberiyê. Yek ji mînaka vî tiştî Rêber Apo ye, zindana Amedê ye, çiyayên Kurdistanê ye. Mirov dikare vî tiştî li her derê bibîne. Sedema ku îradeya vê tevgerê xurt e, şehîdên wê ye. Ji ber ku ev tevger xeta şehîdan ji xwe re dike esas. Armancên wê ji xwe re dike esas. Ew şehîd ji bo azadî û demokrasiyê şehîd bûne. Ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, ji bo mirovayetiyê şehîd bûne, têkoşiyane, bedena xwe dane û lê beramberî wê ji bo şexsê xwe tiştek nexwestine. Wan hemû jiyana xwe ji bo xizmeta azadî û demokrasiyê kirine, ji mirovayetiyê re xizmet kirine. Mirov milîtaniyeke wisa li welat û an jî di nav partiyeke din de nikare bibîne.

Rêber Apo li ser xetekê meşiya. Li gorî wê xetê milîtanî geş kir. Li gorî wê xetê şehîdan têkoşîn dan meşandin, ji bo gelê Kurd nirx ava kirin. Ji bo gelê Kurd dîrok nivîsandin. Heke îro gelê Kurd ji mirinê hişyar bûye û ji dinyayê re bûye mînak, bûye hêviya hemû kesan, ruh dide her kesî, ev bi saya têkoşîna şehîdan pêk hatiye. Di vir de em ê çawa bi ser bikevin? Em ê xet, armanc û ruhê wan bi ser bikevin. Kesên ku xeta şehîdan ji xwe re dikin esas, xwe paqij dikin, xwe ji nû ve ava dikin, perwerde û zindî dikin. Di warê azadî û demokrasiyê de xwe kûr dike. Li hemberî Rêber Apo, PKK, gerîlayên HPG û YJA Starê ev qas êriş tên kirin û ligel vê jî heke nikarin encamekê bistînin, ev bi saya xeta şehîdan û esasgirtina armancên wan e. Ji ber vê nikarin encamekê bistînin. Wateya vê tevgerê li cem şehîdan e, di xeta şehîdan de ye. Xeta ku şehîdan û Rêber Apo ava kirine, xeta milîtaniya fedaî ye. Xwe ji xwe derdixe û xizmeta azadî, demokrasî, gel û mirovayetiyê dike. Jiyaneke şexsî ji xwe re nahêle, li xwe heram dike. Jiyaneke ne ji bo gelan, gelê Kurd, azadî, demokrasî û edaletê wekî jiyan nabîne, li xwe heram dike. Dema ku şehîd dikevin, her kes dibîne, bi tenê çekên wan ên şexsî di destê wan de ye. Ji xeynî wê tiştekî wan tune. Ji bo şexs, malbat û eşîrên xwe tiştekî nakin. Bi tenê ji bo gelê Kurd, gelan û mirovayetiyê jiyana xwe ji dest didin.  Bi jiyana xwe ya feda kirine re gelek nirxên mirovayetiyê bilind û zindî kirine. Ji ber vê her çiqasî ev şehîd li Kurdistanê bin jî ew ne şehîdên gelê Kurd in, ew şehîdên hemû gelan û mirovayetiyê ne.

JI SER RÊBER APO SIYASETA TOLHILDANÊ TÊ MEŞANDIN

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û mirovayetiyê evqasî têkoşînê dike, di bin êşkence û tecrîdeke giran de ye. Jixwe em dikarin bibêjin ku hiqûqeke mirovî û navneteweyî esas nastînin, lê her carê daxuyaniyeke din didin û diyar dikin ku wan cezayê dîsîplînê dane Rêber Apo. Naxwazin ji Îmraliyê dengek derkeve û a niha kes nizane li Îmraliyê çi dibe. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

A niha siyaseta li ser Rêber li ser esasê tolstendinê ye. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd, gelan û mirovayetiyê xizmeteke mezin kirin û hê jî dikin. Ji ber vê tolê distînin. Polîtîkaya li ser Rêber Apo û li ser gelê Kurd tê meşandin, berê jî li ser Ermen, Asûrî, Suryan, Elewî û Êzidiyan hatiye meşandin. Ev polîtîkayeke qirkirinê ye, hewl didin ji holê rakin. Ev siyaset tê meşandin. Berê jî digotin keştî xerae ye. Rewşa hewayê ne musaît e, ji ber vê hevdîtin nayê kirin. Îroj êdî vî tiştî nabêjin. Dibêjin çi? Dibêjin me cezayê dîsîplînê dane, ji ber wê hevdîtin pêk nayê. Dixwazin bidin nîşandan ku ew li gorî xwe hiqûqê pêk tînin. Bêguman her kes vî tiştî fêm dike. Ev tişt êdî kirine polîtîkayeke mayînde. Yanî nabêjin me carekê cezayê dîsîplînê dane, hê ew neqediyaye yeka din didin. Bi ser de 6 mehan dirêj dikin. Bi vî awayî dixwazin tecrîda li ser Rêber Apo daîmî be. Dixwazin bi vî awayî têkiliya Rêber Apo ya bi mirov, gel û tevgerê re qut bikin. Dixwazin bêdeng bikin ku Rêber Apo bidin jibîrkirin. Gotibûn,  em ê wisa bikin ku Rêber Apo di salekê de were jibîrkirin, PKK were jibîrkirin. Vê polîtîkayê pêk tînin. Dixwazin li ser me jî bidin qebûlkirin. Dixwazin bi hemû kesan re bibin qebûlkirin.  Ev ne mumkun e. Ne tevgera me, ne gelê Kurd û ne jî kesên girêdayî nirxên mirovayetiyê nikare vî tiştî qebûl bikin. Ji ber vê jî polîtîkaya tecrîdê ya ku dewleta Tirk li ser şexsê Rêber Apo dike, li dijî gelê Kurd, mirov û mirovayetiyê ye. Ev siyaset dijminê Kurdan e, dijminê mirovayetiyê ye. Ne Kurd û ne jî mirovayetî vî tiştî qebûl nakin. A niha li qada navneteweyî ji bo Rêber Apo kampanyayek tê meşandin, dixwazin pêşiya vî tiştî bigirin. Heke diyar dikin ew li ser navê cezayê dîsîplînê hiqûqê pêk tînin, sedemeke wê jî ev e. 

Yek jê jî li gorî hiqûqa Ewropayê kesek 24 salan di zindanê de bimîne, li gorî qanûna ‘mafê hêviyê’ şertan baş dikin û bi ser berdidin. Rêber Apo 24 sal in di zindanê de ye. Tirkiye ji ber ku endamê Konseya Ewropayê ye, dizanin ku ev rewş wê were rojevê. Ji bo ku neyê rojevê pêşiya wê dibirin. Ango dibêje erê di zindanê de ye lê dev ji armancên xwe bernade. Ji ber vê sûcê dîsîplînê dike. Heke kesek sûcê dîsîplînê dike, rewşa wî dîsa nayê nirxandin, şertên wî nayên başkirin û bi ser nayê berdan. Dixwazin vî tiştî ji Ewropayê re jî bidin qebûlkirin. Ji ber vê cezayan didin. 

Sedemeke din jî şerê li Avaşîn û Zapê ye, hemû derfetên xwe xistine bin xizmeta vî şerî, dixwazin vî şerî qezenc bikin lê nikarin qezenc bikin, derban dixwazin. Ji ber vê dixwazin bi vî awayî tola xwe ji Rêber Apo bistînin. Sedema siyaseta wan a niha ev e. Ji ber vê li hemberî vê siyasetê divê di warê siyasî, hiqûqî û qada navneteweyî de û di qada civakîd de têkoşîneke xurt were kirin. Ji her kesî ev tişt tê xwestin. 

 EZ SENDÎKAYÊN LI ÎNGÎLTERE Û ÎTALYAYÊ PÎROZ DIKIM

16 sendîkayên li Îngîltereyê bangek kirin, name ji Tirkiyeyê re şandin, ji bo qada navneteweyî daxuyanî dan, xwedî li Rêber Apo û gelê Kurd derketin. Xwestin dewleta Tirk dev ji şerê xwe yê li hemberî Rêber Apo, gelê Kurd, gerîla, dagirkeriya qirker, qedexekirina ziman û çanda Kurd berdin. Xwestin bila bi Kurdan re rûnên û doza Kurdan çareser bikin. Sendîkayên Îtalyan meşek li dar xistin. Wan jî bang li dewleta Tirk kirin ku bila siyaseta xwe ya li hemberî Rêber Apo, gelê Kurd û gerîlayan berdin. Bi vê mebestê ez spasiyên xwe pêşkêşî sendîkayên Îtalya û Îngîltereyê dikim. Ez wan pîroz dikim. Karê ku ew dikin karekî gelekî pîroz e. Tevgera me û gelê me wê tu carî vî tiştî ji bîr neke. Divê xebatên xwe xurttir û geştir bikin. Divê karibin sendîkayên welatên din jî çalak bikin. Civaka li Ewropayê jî çalak bikin. Heke vê xebata pîroz mezintir bikin, ew ê karibin encamên erênî bi dest bixin.

POLÎTÎKAYA LI SER RÊBER APO LI HEMÛ ZINDANAN TÊ KIRIN

Girêdayî van tiştan di bernameyên berê de jî dema we polîtîkayên faşîzan ên dewleta Tirk kiribû, we qala şaşiyên mezin kiribû. Her roj ji zindanan cenazeyê girtiyên şoreşger derdikevin. Hûn dixwazin li ser vî tiştî çi bibêjin?

Ya ku dewleta  Tirk li ser gelê Kurd dike polîtîkaya qirkirinê ye. Polîtîkaya qirkirinê jî di esasê xwe de li zindanan tê kirin, ango li wir zelaltir dibe. Çima?  Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst, qirker û dagirker ev kes xistine zindanê. Ev kes ji bo gelê Kurd xebitîne, xizmet kirine, ji ber wê ew xistine zindanê. Ev kes di nav civakê de derketine pêş. Di nav gel de pêşengtî kirine, serokatî kirine, ked dane. Ji ber ku van kesan pêşengtî ji gelê Kurd re kirine, xizmet ji gelê Kurd re kirine, ew xistine zindanê. Li ser van kesan siyaseta qirkirinê didin meşandin. Heke li zindanan encamekê bi dest bixînin wê li Kurdistanê bigihêjin hedefa xwe ya siyaseta qirkirinê. Heke li zindanan encamê nestînin wê li derve li ser gelê Kurd jî encamekê ji vê polîtîkayê nestînin. Ji ber ku ev kes gelê Kurd temsîl dikin.  Heke hûn dixwazin gelê Kurd ji holê rakin, divê hûn îradeya wan bişkînin. Sedema ku bi hovane êrişî zindanan dikin ev e. Tirkiye hemû kesan dixapîne, dibêje min ‘Min darvekirin rakiriye’. Derew e, li zindanan darvekirinê didomînin. Ji gelek girtiyên şoreşger û demokrat ên ku teslîmî wan nebûne, siyaseta teslîmiyetê qebûl nekirine, tolê distînin. Wan qetil dikin. Her roj cenaze tên. Mirovên nexweş hene, destûrê nadin ku tedawî bibin. Dixwazin ew hemû mirov di zindanan de jiyana xwe ji dest bidin. Gelek bang tê kirin, dibêjin wan mirovan berdin lê nayên berdan. Dema ku jiyana xwe ji dest didin jî dibêjin ‘Werin cenaze bibin’. Dikuje, dema ku cenaze dide jî wisa îzah dike, dibêje nizanim ji ber kîjan nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye, nizanim ketiye û jiyana xwe ji dest daye yan jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest daye. Ev îzah yek jî ne rast in, ji ber ku her tişt li ber çavan e, bi êşkenceyê dikujin, wisa berdidin û teslîm dikin. Ev tolstendine. Polîtîkaya li ser Rêber Apo li hemû zindanan tê pêkanîn. 

DIVÊ HEMÛ KES XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVIN

30 salan di zindaê de maye, divê were berdan lê bernadin. Jê dipirsin ‘Tu derbarê Rêber Apo çi difikirî? Tu derbarê PKK’ê çi difikirî?’ Vî tiştî dikin hincet û bernadin, bi ser de cezayên nû lê zêde dikin. Tu eleqeya vî tiştî bi hiqûq û edaletê tune. Ev biryarên siyasî ne. Ji ber ku dewleta Tirk li ser gelê kurd polîtîkayeke qirkirinê dimeşîne, dixwaze wê temam bike. Siyaseta li zindanan jî ne hiqûqî ye, tu eleqeya wê bi hiqûqê tune. A niha li Amed, Wan û Îzmîrê hinek malbat di Nobeta Edaletê de ne, ez wan silav dikim, hurmeta xwe pêşkêşî wan dikim. Lê divê bi wan malbatan bi sînor nemîne. Kesên di zindanan de, di bin êşkenceyê de ne, ne ji bo şexsê xwe û ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ketine zindanan. Ji bo gelê Kurd, ji bo mirovayetiyê, têkoşiyane, nirxek ava kirine û ji ber wê ketine zindanan. Ji ber wê êşkence li wan tê kirin, mirin li hemberî wan e. Divê civak van kesan bi tenê nehêle, xwedî li wan derkeve. Ne ku bi tenê malbatê wan xwedî li wan dikeve. Divê malbatên hemû hevalên di zindanan de xwedî li girtiyên zindanan derkevin. Divê civak xwedî lê derkevin. Ev peywirek e, ferz e. Çawa ku ji bo Misilmanan prensîbên bingehîn ên Îslamê hene, ferz e divê were kirin, xwedîlêderketina li zindanan jî ji bo gelê Kurd, demokrat, sosyalîstan ferz e. Heke vê peywirê bi cih neynin, nikarin bibêjin em welatparêz in, demokrat in, sosyalîst in, li dijî faşîzmê ne û em demokrasî û azadiyê dixwazin. Nikarin van tiştan bibêjin. Ji ber vê divê her kes xwedî li girtiyan derkevin.

Çawa ku gerîla di şertên dijwar de, her dem di bin bomberdûman û êrişên kîmyewî de dîrokê dinivîse, girtiyên di zindanan de jî di şertên dijwar de, di bin êşkenceyê de, di bin heqaret û qirkirinê de, peywira xwe ya dîrokî bi cih tînin. Ez wan hemû hevalan silav dikim, hurmeta xwe pêşkêşî hemûyan dikim. Ew qehremanên gelê Kurd in. Ew ji bo gelê Kurd têdikoşin. Ji ber ku ji bo gelê Kurd, ji bo mirovayetiyê têdikoşin, li ser wan siyaseta darvekirinê tê pêkanîn. Ji ber vê divê têkoşînê bidomînin. Divê tu carî polîtîkaya dagirkeran qebûl nekin. Polîtîkaya poşmaniyê derdixînin pêş, yan jî polîtîkayake din derdixinîn pêş, divê li hemberî van polîtîkayan xurt bisekinin. Heta niha xurt sekinîn, divê niha jî xurt bisekinin. Li zindanan xetek tê meşandin. Ew xeta 14’ê Tîrmehê ye. Ew xeta Mazlûm, Kemal, Hayrî, Akîf, Alî Çîçek, Ferhat Kûrtayan e. Ew xet, xeta şehîdan e. Xeta Rêber Apo ye. Berxwedana ji bo armancên li ser wê xetê esas e. Hevalên li zindanan û welatparêzên li zindanan jî vê xetê dimeşînin. Di vê têkoşînê de ez serkeftinê ji wan hemûyan re dixwazim. 

VÎ ŞERÎ 26'Ê TEBAXA 20216'AN DESTPÊ KIR

We qal kir ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera hêzên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û gerîla de şerekî dijwar diqewime. Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya YJA Star û HPG'ê her roj dîmenên li ser bikaranîna çekên kîmyewî parve dikin. Cîhana ku ji bo Ûkraynayê rabûye ser piyan, gelo li pêşberî vê rewşa li Kurdistanê çima bêdeng e? Di şer de rewşa dawî çi ye?

Şerê li ser Zap û Avaşînê di 14 an jî 17'ê Nîsanê de destpê nekir. Bi esasî vî şerî di 26'ê Tebaxa 2016'an de destpê kir. Roja ku Tirkiye kete Cerablûsê Biden û Mesûd Barzanî li Enqereyê bûn. Yanî DYE, Tirkiye û PDK'ê ew biryar dan. Ji ber vê yekê dewleta Tirk kete Cerablûsê. Eger li Bakur di polîtîkaya dijî gelê Kurd de israr dikin, her wiha eger li Rojava; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagir kirin, eger heman dagirkerî li Cerablûs, Babê jî hate kirin, her wiha li başûr jî eger li ser Heftanîn û Xakurkê hewldaneke dagirkeriyê hate destpêkirin, ev siyaset wê demê, wê rojê hate destpêkirin û heta niha dewam kir. Ya li Zap û Avaşînê diqewime jî dewama vê ye. Lewma şerê li Zap û Avaşînê tê kirin, dibe ku Tirkiye li pêş çavan e, lê belê yê ku vî şerî dimeşîne Tirkiye nîne, NATO ye. Em li dijî NATO'yê şer dikin. Ne tenê îro şer dikin, ji roja ku PKK ava bûye û vir ve em li dijî NATO'yê şer dikin. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO'yê ye. NATO bi her awayî alî Tirkiyeyê dike. Eger alî nekiribûya, ji Tirkiyeyê nedihat ku heta niha vî şerî bimeşîne. Eger Tirkiye vî şerî dike, ji ber alîkariya NATO'yê ye. Biryar biryara NATO'yê ye, lê Tirkiye di pratîkê de bi cih tîne. PDK jî li gorî biryara NATO'yê bi Tirkiyeyê re tevdigere. Gelê me, her kes divê vê yekê baş zanibe.

Şerê li Zap û Avaşînê welê operasyoneke ku mîna ew dibêjin nîne. Ev yek xapandin e. Şerekî mezin e. Dikarim bêjim ku Tirkiye heta niha li dijî me şer dikir, lê belê şerê ku niha li Zap û Avaşînê tê meşandin mîna yên berê nîne. Bi her awayî ji yên berê cudatir e. Vî şerî ji bo xwe stratejîk dibînin. Hem ji bo dewleta Tirk hem jî ji bo desthilatdariya AKP-HP'ê stratejîk dibînin. Ji bo xwe weke şerê man û nemanê dibînin. Lewma ji bo karibe desthilatdariya xwe bidomînin û ji bo karibin dewleta Tirk li ser piyan bihêlin li hundir û derve hemû derfetên xwe li vî şerî razandine. Ji ber vê yekê ewqasî teknîkê bi kar tînin, gelek hêzan dişînin. Yanî çiqas leşker bimirin, çiqas, çete bimirin ne xema wan e. Dibêjin 'Tu yê encamê bigire'. Lewma balafir, balafirên keşfê, helîkopter, top, hawan, kîmyasal her tiştî bi kar tînin ji bo karibin encamê bigirin.

EW NE TENÊ ŞEHÎDÊN PKK'Ê NE, EW ŞEHÎDÊN MIROVAHIYÊ NE

Armanc ji vî şerî tasfiyekirina PKK'ê ye, bi vê wesîleyê polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. Armanc ev e. Dixwazin li ser PKK'ê, li ser Kurdan vê armanca xwe pêk bînin. Lê belê armanca wan ne tenê ev e. Di Şerê Cîhanê yê 1'emîn de Osmaniyan gelek herêm ji dest da. Ji bo xwe sînorekî bi navê Mîsakî Mîllî destnîşan kir. Xwestin ku li nava vî sînorî careke din dewleta xwe, serweriya xwe bidomînin. Lê belê ev yek li Lozanê pêk nehat. Hin ji herêmên di Mîsakî Mîllî de diyar kiribûn ji dest dan. Dewleta Tirk ev yek ti carî qebûl nekir. Vaye Erdogan-Bahçelî dibêjin 'Divê em xwe bigihînin sînorên Mîsakî Mîllî'. Şert û mercên cîhanê û Rojhilata Navîn ji bo vê armanca xwe guncaw dibînin. Dibêjin, 'Di nava van şert û mercan de divê em vê armanca xwe pêk bînin, eger em bi vê armancê bixebitin em ê karibin xwe bigihînin wan sînoran, her wiha em ê karibin xaka Rojhilata Navîn a di destê Osmaniyan de bû ji nû ve bi dest bixin'. Dane pey xeyaleke bi vî rengî, armanceke wiha danîne ber xwe. Ji bo vê pêk bînin dixwazin PKK'ê tasfiye bikin, dixwazin Kurdan qir bikin. Ji ber ku di vir de encamê negirin wê nikaribin armanca xwe pêk bînin.

Şerê ku niha li Zapê diqewime ne tenê ji bo gelê Kurd diqewime; ji bo temamiya gelên herêmê ye. Şehadetên li wê derê jî ne tenê şehîdên gelê Kurd û PKK'ê ne, şehîdên gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ne. Ji ber ku heta ku PKK'ê ji holê ranekin nikarin qirkirina Kurdan temam bikin. Dema ev nekir nikarin sînorên Mîsakî Mîllî, xaka ku ji dest dane bi dest bixin. Lewma vê siyasetê dimeşînin. Ev polîtîka polîtîkaya Îttîhat û Terakkî ye. Îttîhat û Terakkî, piştî ku dewleta Osmanî ji hev ket ji bo pêşî li belavbûnê bigire, ji bo dewamkirina Osmanî siyasetek danî ber xwe. Bi rêya vê polîtîkayê gelek gel qir kir. Piştî wê jî Osmanî bi temamî ji hev belav bû. Yanî hem gelên li xaka Osmaniyan qir kirin, hem jî gelê Tirkiyeyê bi xwe kete rewşeke nebaş, yanî dewlet nema. Ev rewş bi polîtîkaya Îttîhat û Terakkî derkete holê. Siyaseta ku niha Erdogan-Bahçelî dimeşînin ew siyaset e. Çawa ku Îttîhat û Terakkî di demênd awî yên Osmanî de ew meşand û dawî li Osmanî anî, her wiha ji bo gelê Tirkiyeyê jî dîrokeke reş nivîsand; niha jî Erdogan-Bahçelî heman siyasetê dimeşînin.

ERDOGAN-BAHÇELÎ SIYASETEKE GELEKÎ XETERE DIMEŞÎNE

Çawa ku Îttîhat û Terakkî komkujî, qirkirin kir, yên niha jî vê siyasetê li ser Kurdan dimeşînin. Ji ber ku dixwazin encamê ji vê siyasetê bigirin rewşa Tirkiyeyê roj bi roj nebaş dibe, mîna Îttîhat û Terakkî. Yanî çawa ku dawî li Osmanî hat, bi destên yên heyî jî wê dawî li Tirkiyeyê bînin. Êdî her kes vê dibîne. Yanî sedema pirsgirêkên gelê Tirkiyeyê siyaseta Erdogan-Bahçelî ye, siyaseta li ser qirkirina Kurdan e. Ji bo Kurdan qir bikin, ji bo vê armanca xwe pêk bînin, demokrasî, azadî, edalet, hiqûq her tişt binpê kirine. Tirkiye ya ku nirxên mirovahiyê hemû lê hatine binpêkirin difiroşin, difiroşin her kesî. Sedem jî ew e ku qirkirina Kurdan temam bikin, bi vî rengî li ser piyan bimînin. Îttîhat û Terakkî jî heman tişt kir. Her kes bi dawiya Îttîhat û Terakkî zane, her kes zane ku bi polîtîkayên xwe Osmanî xiste çi halî. Polîtîkaya ku yên heyî dimeşîne jî wê ji ya Îttîhat û Terakkî cudatir nebe. Siyaseteke gelekî xetere dimeşînin, divê gelê Tirkiyeyê vê bibîne. Muxalefeta Tirkiyeyê, sosyalîst, rewşenbîr, demokrat divê vê bibînin. Eger îro PKK têdikoşe ev têkoşîn ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye, ji bo gelên herêmê hemûyan e. Gelên herêmê, gelê Tirkiyeyê, Kurd daxwazin ji vê polîtîkaya Erdogan û Bahçelî rizgar bibin, ji bo vê berdêlên giran didin. Şehîdên heyî şehîdên her kesî ne. Divê her kes xwedî li wan derkevin. Ev wezîfe divê tenê ji PKK, gerîla û gelê Kurd re neyê hiştin. Ji xwe gerîla, PKK û gelê Kurd wezîfeya xwe bi cih tînin; lê belê divê were zanîn ku çarenûsa wan jî bi ya PKK, gelê Kurd ve girêdayî ye. Eger PKK, gelê Kurd derbê bixwe wê her kes derbê bixwe. Kes nikare li ser piyan bimîne. Wê demê faşîzma AKP-MHP'ê wê li temamiya Tirkiyeyê bi cih bibe.

YÊN ALÎKARIYÊ DIDIN ERDOGAN-BAHÇELÎ WÊ WINDA BIKIN

Erdogan-Bahçelî ne tenê artêşa Tirk xistine nava liv û tevgerê, çeteyan jî bi kar tînin. Çeteyên li Lîbya û Azerbaycanê bi kar anîn, anîne û didin şer kirin. Cerdevanên li Tirkiyeyê jî anîne û didin şerkirin. Bi rêya van hemûyan, bi teknîkê û kîmyasalê dixwazin encamê bi dest bixin. Gerîlayên HPG û YJA Starê jî li dijî van hemûyan bi lehengî têdikoşin. Dewleta Tirk hesabê wê kir ku bi hêzeke mezin, bi bombardûmanê wê di demeke kurt de encamê bi dest bixe. Li gorî hesabê wan wê Zap bi dest xistibûna, armancên xwe yên Mîsakî Mîllî û Neo-Osmanî bimeşanda. Lê belê gerîla ew hesabê wan xera kir. Nehişt ku ev polîtîkayên wan bêne pêkanîn. Planên wan ji hev xist. Derbên mezin li wan xist. Vaye biryargeha navendî rojane, heftane, mehane bîlançoya şer eşkere dike. Ji bîlançoya şer jî tê fêhmkirin ku dewleta Tirk derbên mezind ixwe. Dixwestin hilbijartineke pêşwext pêk bînin, lewma jî derfetên xwe hemû bi kar anîn, lê belê derbên mezin xwarin. Niha li Zapê nikarin encamê bi dest bixin. Zap wê li wan bibe gor, desthilatdariya AKP-MHP wê têk biçe. Divê her kes vê bibîne, hesabê xwe jî li gorî vê bike. Pêwîste kes li dora çepera Erdogan-Bahçelî necive, ji wê polîtîkayê re nebe alîkar. Kî bi wê polîtîkayê tevbigere wê winda bike. Di nava Kurdan de PDK, li Tirkiyeyê jî CHP-Îyî Partî; kî bi vê desthilatdariyê re bimeşe, kî alîkariyê bide polîtîkaya wan wê winda bike. Di heman demê de wê bi rengekî mezin winda bikin.

Şerê ku niha li Zapê tê kirin hem ji bo me hem jî ji bo Erdogan-Bahçelî şerekî diyarkerina çarenûsê ye. Ev şer ya wê Tirkiyeyeke nû biafirîne, ya jî faşîzmê li tevahiya Tirkiyeyê bi cih bike. Li ser Tirkiyeyê, li ser Rojhilata Navîn serdemeke tarî tê ferzkirin. Şerê ku tê meşandin bê guman li dijî PKK'ê ye. Ji ber ku PKK Kurdan temsîl dike. Yên ku gelê Kurd temsîl dikin Rêber Apo ye, PKK ye, gerîlayên PKK'ê ne. Ev îradeya gelê Kurd e. Ji bilî wan îradeyeke cuda nîne ku temsîla gelê Kurd dike. Yanî xwezî hebûya, lê belê tune ye. Dagirker jî baş bi vê zanin, lewma ji bo karibin polîtîkayên Mîsakî Mîllî, Osmaniya Nû bimeşînin, ji bo karibin qirkirinê temam bikin, PKK û Rêber Apo ji xwe re kirine hedef.

GERÎLA BI RÊBAZEKEN Û ŞER DIKE

Gerîlayan beriya çend rojan helîkopterek anîn xwarê. Bi giştî hûn performansa gerîlayên YJA Star û HPG'ê çawa dibînin?

Ez Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, fermandaran hemûyanm, şervanên HPG û YJA Starê hemûyan pîroz dikim, hurmetên xwe pêşkêşî wan dikim. Hem fermandarên HPG û YJA Starê hem jî gerîlayên HPG û YJA Starê di nava şert û mercên gelekî giran de li dijî dewleta Tirk a dagirker qirker bi lehengî şer dikin, sekneke lehengî nîşan didin. Ew lehengên gelê Kurd, lehengên mirovahiyê ne, ne tenê gelê Kurd temsîl dikin, ew temsîla gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê dikin. Ji ber ku nirxên mirovahiyê hemû di kesayetiya xwe de kom kirine, bi rengekî destanî têdikoşin. Her roj derbê li mêtingeran dixin. Mêtinger teknolojiyê bi kar tîne, her roj bi dehan carî bombardûmanê dike, qîma xwe bi vê nîne û rojane bi dehan carî çekên kîmyewî bi kar tîne. Bi vî rengî dixwaze encamê bi dest bixîne. Leşker derbê dixwe, desthilatdariya AKP-MHP'ê ji wan re dibêje, 'hûn çiqas bimirin jî divê hûn encamê bigirin' û wan dide şerkirin. Lewma di şerê Zapê de kuştiyên dewleta Tirk pir pir zêde ne. Biryargeha me ya navendî ragihand kuz êdeyî 500 hatine kuştin. Ev rast e, birîndarên wan jî hene. Niha di nava sendromnê de ne, ya ji destê wan tê dikin, lê belê dîsa jî nikarin encamê bi dest bixin. Niha gerîla û leşkerên Tirk di nava hev de ne, sîng bi sîng şer dikin. Gerîla bi rêbazeke nû şer dike. Ji ber ku dewleta Tirk rêbazên şer guhert û bi temamî bi teknîkê şer dike. Bi leşkeran nikare şer bike, bi îstîxbarata wergirtî bi teknîkê şer dikin. Li gel tank, top, balafir û helîkopteran dixwazin bi kîmyasalê encamê bi dest bixin, lê belê serketî nînin. Gerîla jî li dijî şerê dewleta Tirk xwe bi pêş xist, ji ber ku dît ku ew jî guherî ye, xwe nû kirine. Gerîla jî xwe nû kir; bi rêbazeke nû şer dike. Beriya niha dewleta Tirk bi ser gerîla de dihat, gerîla jî cihê xwe digerikand li cihekî din bi cih dibû. Lê belê gerîla niha vê nake, gerîla cihê ku lê ye naterikîne. tevî ku dewleta Tirk hemû derfetên xwe bi kar tîne jî nikare gerîla ji van herêman derxîne, nikare van herêman bi dest bixîne. Şerê ku niha tê kirin şerê di nava hev de ye.

Eger dewlet Tirk ji DYE, NATO û PDK'ê alîkarî negirtibûya nikarîbû vî şerî dewam bikira. Eger ev şer bi israr tê meşandin, ev yek hem bi saya alîkariya wan e hem jî zanin ku eger encamê bi dest nexin wê li desthilatdariyê nemînin, di rewşeke berevajî de wê ji desthilatdariyê bikevin û di şerê qirkirinê yê dijî gel û gerîlayên kurd de têk biçin. Ev yek dikare li Tirkiyeyê bibe sedema guherînan. Em belasebep nabêjin li pişt vî şerî NATO heye û di pratîkê de jî li gel PDK'ê vî şerî dimeşînin. Ji ber ku 26'ê Tebaxa 2016'an li Enqereyê piştî hevdîtina Erdogan, Biden û Mesûd Barzanî bi şerê li ser Cerablûsê biryara şer dan. Li ser vê yekê ji Heftanînê heta Xakurkê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê gav avêtin. Niha li pêş çavên her kesî her roj çekên kîmyewî tên bikaranîn, kes dengê xwe nake. Ji bo lêkolînkirina kîmyasala hatiye bikaranîn heyetekê xwest bê, lê belê Îngilistanê nehişt. Îngilistan çima nahêle ev heyet bê? Ji ber ku dema heyet hat û bikaranîna kîmyasalê tespît kir, ev ê ji bo wan bibe pirsgirêk. Lewma naxwazin rastî eşkere bibe. Her wiha çekên nû dide Tirkiyeyê (Îngilistan), ev yek di medyayê de jî hate nîşandan. Li pişt vî şerî DYE, Îngilistan, Elmanya û Îsraîl hene. PDK jî li gorî biryara wan bi Tirkiyeyê re tevdigere. Ji ber vê yekê şer li dijî NATO'yê tê kirin, ji ber ku NATO di nava vî şerî de ye.

EGER DYE NEXWAZE, BALAFIRÊN DEWLETA TIRK NIKARIN BÊN

Di bernameya dawî de we bang li welatên Ereb bi taybetî jî Iraqê kiribûn. Çend roj berê nûnerê dewleta Iraqê li Neteweyên Yekbûyî xwest ku Tirkiye ji xaka wan derkeve. Kesayetên naskirî yên gelê Ereb xemsariya Iraqê ya li pêşberî vê dagirkeriyê rexne kirin. Hûn van bangawaziyan û rexneyan çawa dinirxînin?

Iraq lawaz e, her kes vê dibîne. Vê lawaziyê dibînin û li gorî xwe dixwazin hin encamê bi dest bixin. Gelek derdor zextê li Iraqê dike, her wiha hinek ji wan dest lê werdide. Dixwazin li Iraqê bi bandor bibin û siyaseta xwe li ser dewleta Iraqê ferz bikin. Ev yek dikare bê dîtin. Têkildarî şerê ku niha li Zapê tê kirin Iraq dengê xwe nake, dibe ku hin daxuyanî dabin, ji xwe neçarî vê yekê man. Eger daxuyanî nedabûya û nerazîbûn nîşan nedabûya ne Iraq ne jî gelê Ereb ev yek qebûl nedikir, nake. Lewma ji bo hem gelê Iraqê hem jî gelê Ereb dengê xwe neke, hin daxuyanî dan. Lê belê daxuyaniyên gelekî qels bûn. Tirkiye, PDK û DYE baş bi vê zanin, dixwazin ji lawaziya Iraqê sûdê werbigirin û encamê bi dest bixin. Qada hewayî ya Iraqê niha di bin kontrola DYE'yê de ye, eger nexwaze balafirên dewleta Tirk nikare bên Iraqê û Başûrê Kurdistanê. Ji ber ku DYE'yê qada hewayî lê vekiriye balafir û helîkopterên Tirkiyeyê dikarin keşfê bikin û bombe bikin. Ev nîşaneya çi ye? Nîşan dide ku li pişt vî şerî NATO û DYE heye. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO'yê ye. NATO nexwaze Tirkiye nikare bi vî rengî êrişî Başûr û Rojava bike, nikare bajaran, qadan bi dest bixe, nikare bombardûmanê bike, nikar daristanan talan bike, nikare herêmê ji mirovan xalî bike. Van hemûyan bi destûrê dikin.

Siyaseta ku niha tê meşandin li ser Iraqê xetereyeke mezin e, rê li ber parçebûna Iraqê vedike. Hem gelê Iraqê hem jî gelê Ereb divê vê bibînin. Eger li ber siyaseta Tirkiyeyê ranebin ku hewl dide Osmaniya nû pêk bîne -PDK jî ji vê siyasetê re dibe alîkar- ev yek wê ji bo gelê Iraqê û gelê Ereb xetereyeke mezin be. Lewma di serî de partiyên siyasî yên Iraqê, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, alîgirên demokrasî û azadiyê, sosyalîst, ekolojîst, parêzvanên mafên jinan ên Iraqê divê li ber vê siyaseta Tirkiyeyê rabin. Eger pêşî lê negirin, bi jiholêrakirina PKK'ê re wê xwe bigihînin sînorên Mîsakî Mîllî, Mûsil û Kerkûkê, temamiya Başûrê Kurdistanê, Rojava bi dest bixin û li herêmê Osmaniya nû bimeşîne. Gelê Ereb zane ku Osmanî ji bo wan tê çi wateyê. Eger naxwazin hovîtiya Osmanî careke din bi serê wan ve bê, divê pêşî li vê bigirin. Ya ku niha pêşî li vê digire gelê Kurd û PKK ye. Ji ber vê yekê têkiliyên xwe yên bi PKK û gelê Kurd re divê xurtir bikin û li ber hevkarên dewleta Tirk rabin. Ya rast ev e. Divê tifaqa Kurd û Ereb ji xwe re bikin esas, wê demê li dijî Osmaniya nû dikarin bisekinin, wê demê wê karibin li xaka xwe demokrasî û azadiyê pêk bînin, wê karibin xaka xwe biparêzin.

SIYASETA PDK'Ê XIZMETÊ JI DEWLETA TIRK RE DIKE

Li ser hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re we beriya niha gelek nirxandin kiribûn. Her wiha we gotibûn ku provokasyon, hin êriş jî dikarin bêne kirin. Di vê demê de ku şer mehek li pey xwe hiştiye, beşek ji van hişyariyan pêk hat. Bi taybetî jî çapemeniay PDK'ê mîna ajanseke AKP-MHP'ê li dijî tevgera we nûçeyan diweşîne. Hûn helwesta PDK'ê û çapemeniya wê çawa dinirxînin?

Berê li Tirkiyeyê bernameyeke televîzyonê bi navê 'Anadolû'dan Gorunum' hebû. Armanca esasî ya vê bernameyê meşandina şerê taybet li dijî gelê me û tevgera me bû. Bi rêya nûçeyên derewîn û şaş dixwestin gelê me, gelan manîpule bikin. Şerekî gelekî qirêj dimeşandin. Nûçeyên ku dişibin nûçeyên 'Anadolû'dan Gorunum' niha ji aliyê medya PDK'ê ve têne weşandin. Nûçeyên wan hema bêjin weke hev in. Diyar e, perwerdeya ji bo xapandina gelê Kurd û raya giştî ya navneteweyî ji Tirkiyeyê wergirtine. Ji ber vê yekê vî şerê taybet dimeşînin. Vaye gotin, 'Me maskeyên gazê û hin çekên ji PKK'ê re hatibûn şandin bi dest xist'. Her kes zane ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne û PKK jî wê van maskeyan bi kar bîne. Wateya vê wiha ye; Bila ev maske negihêje gerîla û hemû bi kîmyasalê şehîd bikevin. Dewleta Tirk dixwaze gerîla bi kîmyasalê şehîd bixîne, gerîla tasfiye bike û bi vî rengî Kurdan qir bike. PDK jî bi vê nêzîkatiya xwe xizmetê ji vê siyasetê re dike, ku zarokek jî dikare vê fêhm bike. Piştî ku ev maske bi dest xistin, dewleta Tirk jî wê bi kîmsayalê serketin bi dest bixista û gerîla hemû şehîd bixista. Gelo ev siyaset xizmetê ji çi re dike? Yên dibêjin, 'Ez Kurd im, welatparêz im, bi gelê Kurd û Kurdistanê re dilsoz im, nirxekî gelê Kurd im' dikare siyaseteke wiha bimeşîne? Ji ber ku ev siyaset xizmetê ji gelê Kurd re nake, xizmetê ji mêtingeran re, ji dijminên gelê Kurd re dike. Gel, ên ku xizmeteke wiha dike qebûl nake, gel bi xwe dibêje 'ev siysaet xizmetê ji dijminên Kurdan re dike'.

PDK'Ê BI XWE HURMETA LI XWE QEDAND

Her wiha nûçeyeke din weşandin, qaşo hin PKK'iyên ku dixwestin bendava Duhokê biteqînin bi çekên wan girtine. Di qenalên televîzyonê de propagandayeke bi vî rengî kirin. Piştî rojekê eşkere bû ku kesên derxistin qenalên televîzyonê û dan axaftin, pêşmergeyên wan bi xwe ne. Hinek jiw an çeteyên Roj bûn, hinek ji wan ji nava wan bi xwe bûn, bi unîformayên xwe eşkere bûn. Mirov nûçeyên derewîn dike lê bi vî rengî nake. Çima serî li van derewan û rêbazên qirêj didin? Ji ber ku dixwazin her kesî bixapînin, bi vî rengî siyaseta xwe binixumînin û nehêlin ku rastî bê dîtin. Divê PDK dest jiv ê siyasetê berde. Ev siyaset xizmetê ji PDK'ê re, xizmetê ji gelê Kurd re nake. Me got, ji bo gelê Kurd firsendên dîrokî derketine holê, divê encam bêne bidestxistin, bi afirandina yekîtiya gelê Kurd re azadî dikare bê bidestxistin, derfetên vê hene. Tevî banga me jî PDK bi dewleta Tirk re tevgeriya û xizmetê ji siyaseta Tirkiyeyê re dike. Bi vê siyaseta xwe, li nava gelê Kurd, her wiha li herêma Behdînanê, di heman demê de li nava PDK'ê bi xwe jî hurmeta li xwe qedand. Berê her kesî hurmet nîşanî wan dida, lê belê bi vê siyaset û pratîkê ev hurmet ji holê rakirin, zerareke mezin dan xwe û gelê Kurd, hîn jî zerarê didin. Bang li PDK'ê dikim ku vê siyasetê biterikîne. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê bi kêrî PDK'ê û gelê Kurd bê. Nikarin PKK'ê tasfiye bikin, divê her kes bi vê zanibe. Tirkiyeyê bi salan xwest ku PKK'ê tuen bike, lê belê PKK roj bi roj mezin bû, bû hêvî ji tevahiya cîhanê re. PKK niha bandorê li siyaseta cîhanê dike. Yên ku xizmetê ji hewldana tasfiyekirina PKK'ê û qirkirina Kurdan re dikin wê winda bikin, di heman demê de wê mezin winda bikin. Em naxwazin winda bikin. Divê tavilê dest ji vê siyasetê berdin. Em nabêjin illehî bila alî me bikin, bêguman eger bikin wê baştir be, lê belê bila xizmetê ji dewleta Tirk û vê siyaseta qirkirinê re nekin.

GELÊ BAŞÛR DIVÊ METIRSIYÊ BIBÎNE

Li gel vê hişyarûî û banga we hefteya derbasbûyî li Silêmaniyeyê welatparêzekî Kurd Mihemed Zekî Çelebî hate qetilkirin. Li Duhokê jî Huseyîn Turelî yê ji bakur di encama êrişeke sûîqestê de birîndar bû. Hûn van êrişan çawa dinirxînin û welatparêzên ji bakur divê xwe çawa biparêzin?

Hevalê Mihemed Zekî Çelebî bi rêzdarî û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî welatparêzekî hêja bû, MÎT'ê gef lê dixwar. Wî jî di medyayê de ev gef eşkere kir, di nava nêzîkatiyeke rast de bû. Siyaseta dewleta Tirk a li ser welatparêzan eşkere kir. Wî ew gef eşkere kir û bi vî rengî welatparêzên Kurd hişyar kir ku nekevin xefik û lîstikên mêtingeran. Dixwazim sersaxiyê ji malbata wî, hevalên wî û gelê Kurd re bixwazim. Hemû welatparêzan pîroz û silav dikim ku teslîmî dewleta Tirk nebûne, berê xwe dan Kurdistanê, li Silêmanî û û Behdînanê dixebitin û jiyana xwe dewam dikin, serê xwe li ber şantaj û gefên MÎT û Parastinê natewînin. Welatparêzî û şoreşgerî tiştekî bi vî rengî ye. Dewleta Tirk dixwaze PKK'ê tasfiye bike, her Kurdek li ku dibe bila bibe divê li ber vê siyasetê rabe. Mihemed Zekî Çelebî jî mînaka vê ye. Divê her kes wî ji xwe re bike mînak. Heman rojê li herêma Behdînanê xwestin hevalê Huseyîn şehîd bixin. Ew jî bi birîndarî ji êrişê rizgar bû.

Bi vê yekê re peyameke wiha didin; Li Başûrê Kurdistanê aramî nîne, eger hûn di welatparêziya xwe de israr bikin hûn ê sax nemînin. Bi vê peyamê re xwestin welatparêzan, gelê Başûrê Kurdistanê bitirsînin. Li hemberî vê siyaseta dewleta Tirk, welatparêzên me yên ji bakur ên li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, divê paşve gavê neavêjin. Bi taybetî gelê Başûr divê baş bibîne ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çi dike. Birayên wan qetil dikin. Yên ku îro birayên wan qetil kirin, sibe wê dor bê wan jî. Lewma gelê me yê Başûr divê li ber siyaseta mêtinger qirker a dewleta Tirk rabe û ji PDK'ê jî bixwaze ku alîkariyê nede Tirkiyeyê. Gelê Başûr, siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, saziyên civakî yên sivîl, alîgirên aştiyê, çi Misilman, çi muxafazakar an jî sosyalîst her kes divê xwedî li welatê xwe derkeve. PKK û Rêber Apo îro îradeya gelê Kurd temsîl dikin, ji bo gelê Kurd têdikoşin, ji bo Kurdistan nekeve destê mêtingeran şer dikin, pêşî li tuenkirian gelê Kurd digirin. Di vê rêyê de canê xwe didin, xwe, nirx û welatê xwe diparêzin. Eger em îro vê nikaribin biparêzin, em ê kengî biparêzin? Gelê Başûr divê zanibe ku metirsiyeke mezin li ser Başûr heye û delweta Tirk bi alîkariya PDK'ê dixwest Başûr bi dest bixe. Bi vê têgihiştinê divê li ber rabe.