Gelo doza avêtina ji helîkopterê tê nixumandin?

Di doza Servet Tûrgût û Osman Şîban de ku sala 2020'î li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin û di encmê de Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da, hîn jî îdîaname nehatiye amadekirin.

11'ê Îlona 2020'î di dema operasyona leşkerî ya artêşa Tirk de ku li bejahiya Payîzava û Şaxê dihate meşandin, gundî Servet Tûrgût û Osman Şîban hatibûn destgîrkirin.

Herdu gundî piştre bi rengekî hovane ji helîkopterê hatibûn avêtin û di encamê de Tûrgût piştî 22 rojên di komayê de jiyana xwe ji dest da, Osman Şîban jî demeke dirêj li nexweşxaneyê tedawî bû.

Dewleta Tirk ku qîma xwe bi avêtina ji helîkopterê neanî bi sûcdariya "alîkariya bi rêxistinê re" doz li herdu gundiyan vekiribû.

Li aliyê din, tevî ku têkildarî avêtina Tûrgût û Şîban a ji helîkopterê lêpirsîn hate destpêkirin jî 21 meh in îdîaname nehatiye amadekirin.

Ji parêzerên dozê Hamît Koçak anî ziman ku amadenekirina îdîanameyê nîşan dide ku bi armancên siyasî nêzî dozê dibin.

Koçak diyar kir ku biryara astengkirina xwegihandina dosyayê jî li gel serlêdanên wan jî dewam dike.