Li Kerkûkê ji bo şopandina doza pêşmergeyên dîl tîmek hat avakirin

Çalakvanên bajarê Kerkûkê tîmekê pêk tînin û daxwaz dikin ku ji bo aşkerakirina çarenûsa 17 pêşmergeyên di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne lêkolîn bê kirin.

4 roj beriya niha di ragihandinê de hat gotin ku fermandeyê veşartî yê celad ê çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatiye destgîrkirin û niha li girtîgehê de ye. Her wiha wî çeteyê girtî li xwe mikur hatiye ku wî serê pêşmergeyên dîl ên li navçeya Hewîce jêkiriye. Ev yek piştî demekî kurt li ser nîşandayina wan a di nava qefesa hesinî re derbas dibe pêk hatiye. Di heman demê de çeteyê girtî gotiye, “Min ev yek ji bo tola birayê xwe hilînim kiriye.”

Wî çeteyê DAÎŞ’ê her wiha mikur hatiye ku çend tawanên din ên weke, serjêkirina pêşmergeyên dîlgirtî, kuştina pismamê xwe, kuştina mixtarekê, hewldan ji bo kuştina mamek xwe û tevlêbûna nav çend şerên li dijî artêşa Iraqê û hêzên pêşmerge yên di navbera salên 2014-2017’an.

Di vê pêvajoyê de çeteyên DAÎŞ’ê li 4 aliyan ve (Meryem Beg, Mela Ebdula, Mekteb Xalid û Telwerd) êrîşî Kerkûkê kirin û piştî ku çend navçeyên wê xistin destê xwe û nêzîkî Kerkûkê bûn hatin şikandin. Şeva 30’ê Kanûna 2015’an de 17 pêşmerge ku piraniya wan xelkê Kerkûkê bûn ketin destê çeteyên DAÎŞ’ê û piştî çend hefteyan dîmenê wan a di nava qefesa hesinî de li navçeya Hewîce li başûrê rojavayê Kerkûkê ku wê demê di destê çeteyên DAÎŞ’ê de bû hatin nîşandan.

Îro hejmarek parêzer, çalakvanên sivîl û siyasî bi lidarxistina civîneke çapemeniyê daxwaz dikin ku doza pêşmergeyên dilgirtî yên di destê DAÎŞ’ê neyê “nixumandin”. Bi vê armancê jî tîmeke çavdêriyê ji bo dozê ava dikin û parêzerên xwebexş wê ji bo safîkirina doza wan bi şêweyekî yasayî bixebitin.

Di civîna çapemeniyê de nivîskar, çalakvan û endamek yê vê tîmê Letîf Fatih Ferec ragihand; “Piştî belavbûna raporê li ser ajanseke nûçeyan, em bi rengekî din jî li pey dozê ketin ku ji wan me karî agahiyên din jî yên wek agahiyên hûr û kûr di destê polîsê Hewîce de heye, bi taybetî li ser destgîrkirina yek ji wan berpirsên DAÎŞ’ê ku tevlê serjêkirina pêşmergeyên dîlgirtî bûye û sûcê xwe jî qebûl kiriye, bi dest bixin. Ji bo wê em wek çalakvanên Kurd ên bajarê Kerkûkê ji bo ku ev doz bi rêyên yasayî ve bê destgirtin û tawanbar bên cezakirin. Her wiha ji bo ku ev doz neyê “nixumandin” me ev pêngave pêş xist.”

Ferec her wiha destnîşan kir; “Emê hin rêyên yasayî û zextê esas bigirin, rêya sereke ew e ku bi rêya parêzerên xwebexş ve ji bo ku ev doz neyê nixumandin xebat bên kirin. Ferec axaftina xwe wiha domand; “Li aliyê siyasî ve em bi demûdezgehên hikumeta federal a Iraqê û ya herêma Kurdistanê re di nava nîqaşan de ne. Her wiha bi îdareya parêzgeha Kerkûkê û aliyên din ên siyasî re ji bo ku doz girîng bê dîtin nîqaşên me hene. Ev yek tenê bi me çênabe, daxwazê ji xizmên pêşmergeyan dikin ku agahiyên tam bidin me da ku em bişopînin.”

Hejar Kakeyî jî wek parêzerê vê dozê ji aliyê vê tîma ku îro hat îlankirin hat destnîşankirin. Kakeyî jî axaftinek kir û got; “Biryara vê karê me piştî rapora bi navê Kerkûkê hat dayin, sipasiya xwe ji bo wan diyardikin.”

Hejar Kakeyî di dewamê de diyar kir ku piştî belavbûna raporê wan zêdetir li pey mijarê ketine û anî ziman; “JI bo wê jî me îlankirina vê însiyatîfê weke pêwîstiyekê dît. Em dixwazin bi şêweyekê xwebexş dozê bigirin ser milê xwe. Piştî vê civîna çapemeniyê emê hewl bidin ku bi xizmên pêşmergeyan re bicivin û wek parêzerê xwebexş emê di dadgehan de li ser vê dozê bixebitin. Em naxwazin ev doz bê jibîrkirin.”

Kakeyî her wiha got, “Emê bi rêxistinên girêdayî karûbarên vekirina gorên komî yên girêdayî encûmena asayîşa navnetewî jî nîqaş bikin. Em dixwazin wek dozeke cîhanî li wê tawana DAÎŞ’ê ya li dijî gelê Kurd bê temaşekirin. Her wiha emê hewl bidin ku cenazeyan ji xizmên wan re bînin û îro jî em bi rengekî pratîkî hewldanên xwe didin destpêkirin.”