Çalakvanên herêma Serhedê ji Wanê ber bi Gemlîkê ve bi rê ket

Çalakvanên herêma Serhedê ku ji bo ‘Meşa Gemlîkê ya Mezin’ ji Wanê bi rê ketin, peyama “Çi dibe bila bibe em ê bimeşin” da.

Çalakvanên herêma Serhedê ji bo ‘Meşa Gemlîkê ya Mezin’ ku bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û MED TUHAD-FED’ê hatî organîzekirin, ji Wanê bi rê ket.

Beriya meşa ku bi dirûşma “Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê, ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin” pêk were gel li ber avahiya HDP’ê yê Bajarê Wanê hatin cem hev û daxuyanî dan.

‘ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê BIMEŞIN’

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr a di çalakiya ku pankarta "Em li dijî polîtîkayên tecrîdê ji bo azadiya xwe biparêzin ber bi Gemlîkê ve dimeşin" de axivî, diyar kir ku meşa ku ew dixwazin bikin hewl tê dayîn bi hemû awayî li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bê astengkirin û got ku çi dibe bila bibe dê bimeşin. Taşdemîr got, "Hûn ê bi hemû hêz, barîkat û çekên xwe nikaribin pêşî li meşa me bigirin."

Piştî daxuyaniyê çalakvanên herêma Serhedê li wesayîtan siwar bû û ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.