Rojnamevan 6 roj in di hucreya yek kesî de ne

Hejmara kesên ku li Amedê di lêpirsîna dijî rojnamevanan de hatin destgîrkirin bû 22. Rojnamevan 6 roj in di hucreya yek kesî de ne.

Di dosya lêpirsînê de ya ku li Amedê di 8'ê Hezîranê de bû hinceta serdegirtina saziyên çapemeniyê û malan û di encamê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin destgîrkirin, kesekî din jî hate destgîrkirin. Ji ber ku biryara nepenîtiyê li ser dosyayê hatiye danîn, rojnamevan û parêzerên wan nizanin bê bi çi têne sûcdarkirin.

LI HUCREYA YEK KESÎ TÊNE HIŞTIN

20 jê rojnamevan 22 kes 6 roj in destgîrkirî ne. Li gorî agahiyan, rojnamevan li Midûriyeta Emniyê ya Bajarê Amedê rojnamevan têne girtin û bersiv ji pêwîstiyên wan ên bingehîn re jî nayê dayin.

Rojnamevan ji 16'ê Hezîranê ve her yek ji wan li hucreyekê têne hiştin.

KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Navê 22 kesên hatine destgîrkirin ku 20 ji wan rojnamevan e wiha ne:

"Hevserokê Komeleya Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midurê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûn Gazetesi Mehmet Alî Ertaş, Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Esmer Tûnç, Neşe Toprak, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Mehmet Şahîn, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyûncû, Remziye Temel, Mehmet Yalçin, Abdûrrahman Oncu, Lezgîn Akdenîz, Kadîr Bayram, Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen."