Qedexeya li Wanê 15 rojên din hat dirêjkirin
Li Wanê ji sala 2016’an û vir ve qedexeya çalakî û merasîman ku berdewam dikir, 15 rojên din hate dirêjkirin.
Li Wanê ji sala 2016’an û vir ve qedexeya çalakî û merasîman ku berdewam dikir, 15 rojên din hate dirêjkirin.
Walîtiya Wanê ji sala 2016’an ve qedexeya ku li ser çalakî û merasîmên li bajêr didomîne, 15 rojên din dirêj kir. Walîtiyê ragihand ku qedexe bi hincetên “parastina maf û azadiyên bingehîn, maf û azadiyên kesên din û dabînkirina ewlehiya giştî” hatiye dirêjkirin.