Dîlgirtina rojnamevanan hate şermezarkirin

Dîlgirtina rojnamevanên Kurd li Amedê hate şermezarkirin û hate gotin, "Desthilatdarî dixwaze rastiya şer û krîza ku di nav de ye binixumîne." Di çalakiyê de hate ragihandin ku çapemeniya azad wê li ber xwe bide.

Bi pêşengiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MGKP) têkildarî destgîrkirina 20 rojnamevanan li pêşiya avahiya saziyên Piya û Arî ku 6 roj in ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.

Tevî Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn, endam û rêveberên DBP, OHD, MEBYA-DER, TUAY-DER, MED-DER, TJA, ÎHD û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê gelek rojnamevan di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglû got, ji bo bibêjin "rojnamevanî ne sûc e" ew careke din li hev kom bûne û bi bîr xist ku dema dîlgirtina hevalên wan ên rojnamevan bi 4 rojan hatiye dirêjkirin.

Muftuoglû diyar kir ku ew hemû saziyên medyayê yên ku bi zimanê desthilatdariyê diaxivin û rojnamevanan dikin hedef, şermezar dikin û got, "Zimanekî ku êrişî nûçegihanên rastiya ji bo gel dikin, zimanekî li derveyî civakê ye. Li exlaqê rojnamevantiyê nayê, binpêkirina pîvanên rojnamevantiyê ye. Em vî zimanî qebûl nakin."

'DIXWAZIN ŞER Û KRÎZÊ BINIXUMÎNIN'

Muftuoglû diyar kir ku desthilatdariya di polîtîkayên xwe hemûyan de manîpulasyonê dike, bi destê medya alîgirê xwe hewl dide rastiyan ji civakê veşêre, şer, krîza aboriyê û siyaseta xwe ya qirêj binixumîne.

Muftuoglû bi dewamî got, "Ji ber vê yekê her kes û hêzên ku rastiyê bi civakê re parve dikin, zext li wan têne kirin. Desthiladariya ku polîtîkaya zextê li ser civakê dimeşîne, êrişî rastiyan dike. Destgîrkirin û girtina vê dema dawiyê ji bo nixumandina rastiyê ye. Desthilatdarî bi vê operasyona li dijî rojnamevanan ji bo nixumandina bandora şer û krîza aboriyê êrişî mafê gel ê agahîwergirtinê dike."

Muftuoglû destnîşan kir ku di vê demê de herî zêde êriş li dijî rojnamevanên Kurd têne kirin.

BIRYARDARIYA JI BO BERXWEDANÊ

Dîcle Muftuoglû destnîşan kir ku li gel zext û êrişan jî xebatkarên çapemeniya azad berxwedanê û çêkirina nûçeyan dewam dikin û got, "Rojnamevanên ku rastiyan radixin pêş çavan, dis alên 90'î de ji aliyê Hîzbûllah û JÎTEM'ê, di salên 2000'î de jî ji aliyê Cemaetê ve dibûn hedef. Wê demê bi dehan rojnamevanên Kurd ên rastî digihand gel hatin qetilkirin, bombe li avahiyên rojnameyan hatin barandin, bi sedan hatin girtin. Niha jî êriş li wan rojnamevanan têne kirin ku zext û manîpulasyona desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li ser civakê ferz dike, digihîne cîhanê. Rojnamevanên Kurd her tim li dijî nijadperestî, netewperestî, olperestî û zayendîperestiyê karê xwe kirin. Li gel van êrişan jî em weke xebatkarên çapemeniya azad ku li ser xeta rastiyê ne, ji Apê Mûsayan heta Gûrbetellî Ersozan, ji Nûjiyan Erhanan heta Rojhat Aktaşan em ê her tim û di nava her şert û mercî de li ser xeta rastiyê mîrateya xeta berxwedanê dewam bikin.

Karên rojnamevaniyê yên hevalên me ku bi rengekî eşkere li pêşiya raya giştî nûçegihaniyê dikin û bernameyan pêşkêş dikin, nabe ku bê krîmînalîzekirin. Rojnamevantî sûc nîne. Bi rojane em bang li desthilatdariyê dikin ku hevalên me yên destgîrkirî berde. Heta ku hevalên me bêne berdan em ê daxuyaniyê bidin."

Muftuoglû bang li her kesî kir ku sibe li pêşiya avahiya JINNEWS'ê ya li Kolana Kooperatîfan a li navçeya Yenîşehîrê saet di 13:00 de beşdarî daxuyaniyê bibin.

Bi navê MKGP'ê jî rojnamevan Roza Metîna axivî û destnîşan kir ku çapemeniya azad li hemberî êrişan li ber xwe dide.