HPG: 9 dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin

Di çalakiyên tîmên bi tevger û gerîlayên li tunelên şer de, 9 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî parve kir:

"Di çalakiyên hêzên me de yên tîmên bi tevger û li tunelên şer, 9 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn û droneyek hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker 21 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 18 caran jî bi balafirên şer û 12 caran bi helîkopteran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrişan wiha ne:

LI HERÊMA METÎNAYÊ;

11'ê Hezîranê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê dagirkerek hate cezakirin.

11'ê Hezîranê saet di 22:00 de dest li helîkopteran hate werdan ku xwestin hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî deyne.

11'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, li dijî dagirkerên ku dixwestin bi teqemeniyan bombeyan li tunelên şer ên li Girê Şehîd Zemanî bibarînin, bi rêbaza sabotajê çalakî hate kirin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

Sibeha 11'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Çiyareş derbên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan ber bi Dola Şîvê ve bi pêş ve biçin. Li vê derê şerekî giran qewimî û herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, droneyek jî hate îmhakirin. Agahiyên li ser vî şerî dema eşkere bû wê bêne parvekirin.

11'ê Hezîranê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Karker, hêzên me dest li helîkopteran werdan. Piştî destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

11'ê Hezîranê saet di 14:00 de li dijî dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Karker bi pêş ve biçin, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin. 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, yên mayî jî di nava panîkê de li qadê belav bûn. Li hemberî dagirkerên li qadê belav bûn jî bi sabotajê çalakî hate kirin û dagirkerekî din hate cezakirin.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Êrişên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan ên artêşa Tirk a dagirker;

11'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî 11 caran bi teqemeniyan tunelên şer ên li Girê Şehîd Zemanî û Girê Şehîd Akîf hatin bombekirin.

11'ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 10 caran bi çekên kîmyewî tunelên şer ên li Şehîd Hewrê hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrişê û balafirên şer;

11'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Amediyê, Girê Cûdî, Girê Hakkarî û Werxelê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hatin bombekirin.

11 û 12'ê Hezîranê derdora gundên Şiyê û Gûzê yên li herêma Garê, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Saca, Sîda, Çemço, Girê Ortê, Girê Cûdî û Werxelê 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11'ê Hezîranê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî û Kurojahro bi helîkopterên êrişê 12 caran hatin bombekirin."