Mexmûriyan Meşa Gemlîkê silavkirin

Çalakgerên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bimeşin, bi meşa piştgiriyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatin silavkirin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi armanca piştgirîdayîna ji bo Meşa Gemlîkê ya bi armanca balê bê kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, wê ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin, meşeke bi girseyî li dar xist.

Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir û heya bi avahiya Neteweyên Yekbûyî dom kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Tolhildan” hatin berzkirin.

Li ber avahiya NY’yê girseya gel ji bo daxuyaniyê bide sekinî. Li vir beriya daxuyanî bê dayin ji bo bîranîna şehîdên rêya azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê girseyê endama Koordîsnasiyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tok daxuyanî da çapemeniyê.

Fadîle Tok a got ku ew meşa ku wê ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin silav dikin û diyar kir ku dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin û tecrîda li ser wî tecrîdeke giran e.

Fadîle Tok anî ziman ku wê deriyên zindanê bên şikandin û ew ê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi azadî bijîn.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.