Nûran Îmîr: Ev meş meşa heqîqetê ye, em ê ti carî jê venegerin

Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr Meşa Gemlîkê nirxand û xwest tecrîd bê rakirin. Nûran Îmîr got, "Ev meş meşa heqîqetê ye, em ê ti carî jê venegerin."

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî, ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vê Yekşemê ber bi Gemlîkê ve meş tê lidarxistin.

AŞTÎ TÊ TECRÎDKIRIN

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li ser 'Meşa Gemlîkê ya Mezin' ji ANF'ê re axivî.

Îmîr anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê destpê kir li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye û got, "Her roj mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Lewma tecrîd ne tenê li Îmraliyê ye, li her qada jiyanê belav bûye. Tecrîda li Îmraliyê li ser tevahiya gelê Kurd tê ferzkirin. Aştiyê tecrîd dikin. Birêz Ocalan 23 sal in ji bo Rojhilata Navîn daxwaza aştiyê dike û ji bo vê têdikoşe. Desthilatdariya AKP-MHP jî 23 sal in têkoşîna Birêz Ocalan a ji bo aştiyê tecrîd dike û bi vî rengî dixwaze bitepisîne. Ji bo dawî li vê kaosê bê anîn divê tecrîd bê şikandin."

KONSEPTA NÛ YA ŞER

Îmîr ragihand ku dewleta Tirk bi konsepta şer welat xitimandiye û got, "Ji bo dengê aştîxwaz, demokrasî û kedkaran bibirin, ji bo tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd konsepteke nû ya şer xistin dewrê. Ji bo vê konseptê pêk bînin, diviyabû destpêkê pêşî li dengê aştiyê bigirta, ku nehiştibûna dengê Birêz Ocalan bigihêje gel. AKP ku di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de têk çû, ji hingî ve bi MHP'ê re hewl dide welêt bi polîtîkayên şer bi rê ve bibe."

'KESÊ KU PÊŞÎ LI AŞTIYÊ VEKE ABDULLAH OCALAN E'

Nûran Îmîr destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kesê herî girîng e ku pêşî li aştiyê veke û got, "Pêvajoyeke çareseriyê hebû ku bi hewldanên Birêz Ocalan pêk hat. Di pêvajoyeke bi vî rengî de her kesî bi zelalî dît ku kesê dawî li vî şerî bîne û li Tirkiyeyê pêşî li aştiyê veke, Birêz Ocalan e. Di pêvajoyeke bi vî rengî xitimî de, eger deriyên Girava Îmraliyê bêne vekirin, birêz Ocalan wê karibe pêşî li pêvajoyeke bi vî rengî veke. Lewma divê destûr bê dayin ku Birêz Ocalan karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike û tecrîd tavilê bê rakirin. Ev yek meşeke heqîqetê ye û em ê ti carî jê venegerin."

AFIRÎNERÊ TEVGERA JINÊ

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr got, "Birêz Ocalan afirînerê tevgera jinê ye û jinên Kurd gelek tiştan deyndarê wî ne" û wiha dewam kir, "Tecrîda li ser wî bandora herî giran li jinan dike. Ji bo daxwazên Birêz Ocalan pêk were em jin em ê her tim têbikoşin. Yê ku şer diafirîne mêr e, lê belê yên li ber şer radibin jin e. Rakirina tecrîda li Îmraliyê tê wateya bidawîbûna zexta li ser jinan. Konsepta şer bandorê li her qadê dike, lê bandora herî giran li jinan dike. Em ê jî ji ber vê yekê bimeşin û jê venegerin."