Keleha Mîr 42 sal in ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatiye dagirkirin

Keleha Mîr a li navenda Colemêrgê ye, 42 sal in ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatiye dagirkirin. Keleha ku li gelê Kurd û tûrîstan qedexe ye, bi salan e ji aliyê hêzên dewletê ve tê wêrankirin.

Li Bakurê Kurdistanê, gelek avahî û berhemên dîrokî ku nîşenaya çanda Kurdan e, ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatine dagirkirin. Yek ji van jî Keleha Mîr e ku li navenda bajarê Colemêrgê ye.

Piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î Wezareta Parastina Milî ya Tirk bi hinceta ewlekariyê Keleha Mîr weke herêma leşkerî ragihand û li gel qedexe kir. Keleha ku heta wê demê li gel û tûrîzmê vekirî bû nêzî 42 sal in ji bilî hêzên çekdar ên dewleta Tirk li her kesî girtî ye. Keleh niha di bin dagirkeriya polîsên tevgera taybet ên dewleta Tirk de ye. Mîmariya kelehê bi temamî hatiye xerakirin.

Sala 2014'an Hevşaredariya Colemêrgê ya HDP'î ji bo Keleha ku ji sala 1980'î û vir ve bi hinceta ewlekariyê kirine herêma leşkerî bê valakirin û ji nû ve li gel bê vekirin doz li Wezareta Parastinê ya Milî vekiribû. Lê belê Wezareta Edaletê ya Tirk guh nedabû û doz nexistibû meriyetê.

TEMAŞEKIRINA LI KELEHÊ JÎ QEDEXE YE

Keleh li navenda bajarê Colemêrgê jî be gelekî dûrî gel e. Şêniyên Colemêrgê neçar in ku tenê ji dûr ve li kelehê binerin. Temaşekirina ji nêz ve jî qedexe ye. Yên ku dixwazin li kelehê binerin dema ku hatin dîtin, dibe ku bêne girtin, êşkence li wan bê kirin û bêne kuştin.

BILA KELEHA MÎR RADESTÎ XWEDIYÊN XWE BÊ KIRIN

Kesekî ji taxa li derdora Keleha Mîr ku ji ber ewlekariyê nexweş navê xwe eşkere bike, anî ziman ku keleh bi salan e ji aliyê polîsên tevgera taybet ve tê bikaranîn. Kesê ji Colemêrgê diyar kir ku ew li kêleka kelehê dijîn, lê belê tevî vê yekê jî nikarin kelehê bibînin û wiha dewam kir:

"30 sal in em li vê taxê ne. Keleh li ber me ye, lê belê em nikarin biçin û bibînin. Her wiha em nikarin serê xwe bilind bikin û lê binerin. Ji ber ku li her devera kelehê kûleyên çavdêriyê hene. Dema ku fêhm kirin ku em li kelehê dinerin, dibe ku me destgîr bikin. Tevî qedexeya serdana kelehê, temaşekirina li kelehê jî qedexe ye. Ev keleh hem ji bo xelkê Colemêrgê hem jî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Bi salan e ji aliyê polîsan ve tê bikaranîn. Em Colemêrgî dixwazin ku keleha me radestî me, radestî xelkê Colemêrgê bê kirin. Keleha Mîr ku sembola gelê Colemêrgê ye dibê êdî radestî xwediyên wê yên rastî bê kirin."