Li Silêmaniyê di dema destpêkirina meşa girseyî ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê de ji ber mudaxeleya hêzên asayîşê alozî çêbû. Hêzên asayîşê bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî xwepêşandana li dijî dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK’ê kir.
Piştî mudaxeleya tund a hêzên asayîş û hêzên çewîk Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên daxuyaniyek da û bertek nîşanê bêdengiya xelkê Silêmaniyê da û got: “Çawa li Şengal û Efrîn kirin, wê wiha li dayik û xwişkên me tevan bikin. Heta kengê bêdeng dibin.”
Tara Hisên anî ziman ku destûr ji bo meşê didin, lê piştre poşman dibin û got: “Ev jî wê yekê diyar dike ku ne xwediyê biryara xwe ne, em û azadîxwazên li vir ne bê kar û kes û kar in. Em dixwazin li ber dagirkeriyê rabin.”
Çalakî bi dirûşmeyên li hemberî dagirkerî û xiyanetê bi dawî bû.
Piştî girseya gel belav bû, hêzên asayîşê di nava kolanan de êrîşî çalakgeran kir û gelek kes destgîrkirin. Nehat zanîn ku kesên hatine destgîrkirin çend kesin, navê wan çiye û li kûderê ne.