Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Edeneyê çalakî li dar xistin

Înîsiyatîfa Jinen Tîrêjên Rojê li Stenbol û Edeneyê li dijî faşîstan û notirvanan çalakî li dar xistin.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Stenbol û Edeneyê li dijî faşîstan û notirvanên AKP-MHP’ê çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya derbarê çalakiyê de wiha hat gotin:

“Di 9’ê Hezîranê de li taxa Esenyûrtê ya Stenbolê depoya amûrên marketê ya ku hatibû tespîtkirin aîdî faşîstê MHP’ê Omer Kuytu ye, tevî 2 wesayitên wî yên luks hatine şewitandin û ket halekî ku nayê bikaranîn.

Di 10’ê Hezîranê de yekîneyên me li Tufanbeylîya Edeneyê li dijî notirvanên faşîst ên bi şev nobet digirtin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de; dat diyarkirin ku 2 notirvan ji piyê xwe birîndar bûne.

Yekîneyên me bi awayekî ewle ji qada çalakiyê veqetiyane.

Em diyar dikin ku bi van çalakiyan em ê bibin kabûsa notirvanan, gardiyanan û polîsên faşîst ên li kolanên metropolên Tirkiyeyê. Em gerîlayên ku li çiyayên Kurdistanê dewleta Tirk û PDK’ê têk dibin, silav dikin.”