Saziyên sivîl: Ji bo rojnamegerên Kurd piştevaniyek xurt raber bikin

Rêxistinên Civaka Sivîl ya li Amedê, destgîrkirina rojnamegerên Kurd şermezar kir û got, “Em bang li her kesê dikin ku piştevaniyek xurt raber bikin.”

Yekîtiya Odeya Tabîban a li Amedê, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endazyaran a Tirk (TMMOB), Saziya Koordînasyona Parêzgehê (ÎKK), Nûnerên Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÎHV), Platforma Şaxa Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Serokatiya Herêma Amedê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û Komeleya Jinê ya Rosa têkîldarî 20 jê rojnamer 21 kesên ku 8’ê Hezîranê di serdegirtina mal û saziyên wan de hatine destgîrkirin, daxuyaniyek nivîskî dan.

Di daxuyaniya ku bi dirûşmeya “Mafê gel a agahîstendîne nayê astengkirin” hat dayîn de, hat diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek saziyên çapemeniya Kurd de hatiye girtin û parêzerên wan di derbarê rojnamegeran de nikarin agahiyan werbigirin. Di daxuyaniyê de daxwaza berdana rojnemegeran hat kirin.

Di daxuiyaniyê de hat destnîşankirin ku dema destgîrkirina rojnamegeran heta 16’ê Hezîranê hatiye dirêjkirin û wiha hate gotin: “Di derbarê destgîrkirina kedkarên çapemeniya Kurd de ti agahî bi raya giştî û parêzerên wan re nayê parvekirin; îdîayên ku çapemeniyê tên kirin, berdewamkirina polîtîkaya bênirxkirina kedkarên çapemeniya Kurd e.”

‘TIRKIYE ŞERKÊŞIYÊ DIKE’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Tirkiyê yek ji wan welatan e ku serkêşiyê ji astengkirina azadiya çapemenî û îfadeyê dike.

“Bi 1'emîn pakêta darazê ya bi qanûnên bi hejmara 7188, TMK 7/2 tê qebûlkirin, tevî ku di madeya TMK 7/2’an hatiye zêdekirin kirin ku weşanên bi mebesta nûçe dayîne wekî sûc nayê hesibandin jî, îro destgîrkirina rojnamevanên bi îddayên bernameyên tv çêkirine, pêkanînek dûrî heman qanûnê ye. Destgîrkirinên li dijî rojnamegerên Kurd berdewamkirna çewisandinên darazê ye. Bila desthilatdar dev ji zihniyeta ku rojnamegertî û nûçeyan weke sûc dibîne û rojnamegran dike hedef berde. Em bang li rêxistinên sivîl û rêxistinên çapemeniyê yên li Tirkiye dikin ku li dijî destgîrkirina 21 rojnamgerên çapemeniya Kurd, piştevaniyek xurt raber bikin.”