Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê piştgirî dan DFG’ê

Bi armanca piştgirîdayinê Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana Komeleya Rojnamevana a Dîcle (DFG) kir. Di axaftinên li vir hatin kirin de hat gotin; “ Em ê li dijî neheqiyê piştgiriyê bidin rojamevanên Kurd.”

Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê û Partiya Karkerên Tirkiye (TÎP) ‘e tekildarî rojnamegerên Kurd ku 8'ê hezîranê de hatibûn destgîrkirin û hê jî destgîrkirî ne, ji bo piştgiriyê serdena Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kirin.

 Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û rojnamevan Hakkı Boltan li ser navê komeleye mêvanên xwe pêşwazî kirin. Destpêkê Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê serdanê kir.

Di serdane de destpêkê berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê yê Demê yê Amedê Sîraç Çelîk axivî. Çelik anî ziman ku destgîrkirinên rojnamegeran naye qebûl kirin û ew ê li dijî vê behiqûqiyê ji bo piştgiriye bidin hatine serdanê. Çelik, diyar kir ku ew ê li dijî vê behiqûqiyê serî netewînin û got: “Heta ji destê me hat em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Em ê li dijî neheqiyê piştgiriyê bidin rojamevanên Kurd."

Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê yê Amedê Samet Ûcaman jî axaftinek kurt kir û xwest tavilê neheqiya li ser rojnamevanên Kurd bi dawî bibe.

Rojnamevan Hakki Boltan jî ji bo piştgiriyê spasiyê kir û destnîşan kir ku ji bo rojnamevanên Kurd ên destgîrkirî piştevaniyek xurt lazim e.

Pişt re TÎP’ê serdana DFG'ê kir. Serokê TÎP’ê yê Amedê Salih Sargin jî anî ziman ku wekî partiya TÎP’ê ji bo piştgiriyê çi pêwîste be amade ne. Sargin destnîşan kir ku heke ew xwedî li rojnamevanan dernekevin wê ev êriş li ser her kesî pêk werin.

Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu jî ji bo piştgiriye beşdaran spasiyê xwe anî ziman û divê ji bo hevalên wan destgîrkirî piştgirî mezintir bibe.