Li Amed û Rihayê banga tevlêbûna ‘Meşa Gemlîkê’ hat kirin

Di çalakiyên li Amed û Rihayê hatin lidarxistin de, banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya Meşa Gemlîkê hat kirin.

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Federasyona Komeleyên Alîkariya Huqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxwarî re ya MED’ê (MED TÛHAD-FED) beriya Meşa Gemlîkê ya bi şiara ‘’Em li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em dimeşin ber bi Gemlîkê ve’’ wê bê lidarxistin, li Amedê daxuyaniya ji bo çapemeniyê hat dayîn. Parlamanterine HDP’ê û gelek kes tev li daxuyaniyê bû.

Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul got: “Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, Meral Akşener, Babacan… Em yek bi yek bang li we tevan dikin. Heger hûn demokrasiyê dixwazin, werin em li Amedê kongreya demokrasî û wekheviyê bikin. Gelê Kurd ji xwe re nekin hedef. Bi kirina operasyona derveyê sînor û bi gotina ‘terorîzm heye’ derewan nekin.“

Bulbul bertek nîşanê astengkirina polîsan da û ev tişt li axavtina xwe zêde kirin: ‘’Em serlêdana sûc bikin lê mesele ne ev e, bila Tirkiye tev kar bike. Em dixwazin pirsgirêka Kurd û ya tundûtûjiyê çareser bibe.’’

Piştî daxuyaniyê jî bi tevlêbûna gelek kesan meşek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên ‘Her dever Îmrali, her dever berxwedan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Pêşiya girseya ku ji avahiya HDP’a Rezanê heta Cehdeya Emekê meşiyan, li Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hate girtin. 11 kes ji hêla polîsan ve hatin destgîrkirin û li otobûsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin siwarkirin.

Kesên hatine binçavkirin birin Avahiya Xizmetê ya Pêvek a Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

RIHA

Li Rihayê jî gelê ji bo tevlêbûna beşê Amedê yê ‘’Meşa Gemlîkê’’ bi rê ket, di ketin û derketina Sêwregê de hat astengkirin. Gelê di erebeyên xwe de di derketina navçeyê de hat ragirtin, li Duriyana Kamîl Tûran bi dirûşmeyên ‘’Bê Serok jiyan nabe’’, ‘’Bi hezaran silav li Îmraliyê’’ û ‘’Bijî berxwedana Îmraliyê’’ dest bi meşê kir. Piştî meşa heta bi navenda navçeyê daxuyanî hat dayîn.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hadle Ogûr, bertek nîşanê derketina ji navçeyê da. Ogûr diyar kir ku ew ji bo azadiya bi fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin û heta azad bibe ew ê li têkoşîna xwe dewam bikin.

Gelê li têketina Sêwregê jî li cihê xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebirê HDP’ê ê navçeya Bozovayê Mehmet Ekîncî jî got: ‘’Em tecrîda di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemû gelan tê kirin em şermezar dikin.’’