Li Silêmaniyê meşa li dijî dagirkeriyê destpê kir
Li Silêmaniyeyê meşa girseyî ya li dijî dagirkerî û qirkirna Kurdan bi tevlêbûna kesayetên siyasî, rewşenbîr, rojnamevan û bi sedan kesan destpê kir.
Li Silêmaniyeyê meşa girseyî ya li dijî dagirkerî û qirkirna Kurdan bi tevlêbûna kesayetên siyasî, rewşenbîr, rojnamevan û bi sedan kesan destpê kir.
Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Sîwana Li Dijî Dagirkeriyê ku ji partî û aliyên siyasî pêk tê, bi dirûşmeya ‘Li dijî dagikeriyê hemû bi hev re Kurdistanê biparêzin’ meşeke girseyî hate lidarxistin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên li dijî dagirkerî û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re hatin berzkirin.
Meş êvarê li Şeqamî Salim destpê kir û heta Baxê giştî dewam kir. Lê hêzên asayîşê rê li ber meşê girt û meşvanan li Şeqamê Saholeke dest bi çalakiya rûniştinê kir. Li ser vê yekê asayîşê mudaxeleyî çalakiya rûniştinê kir.
Li heberî mudaxeleya asayîşê meşvanan bê navber dirûşmeyên li dijî dagirkerî û xiyaneta PDK’ê berzkirin.
Li bajêr çalakiyên girseyî berdewam dike.