Hiqûqnasên navneteweyî li dijî tecrîdê li Amedê ne

Endamên Şandeya Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê, li dijî tecrîda li Îmraliyê serdana OHD û Komeleya Jinê ya Rosa yên li Amedê kirin.

Endamên Şandeya Hiqûqnasan a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê, ji bo hevdîtinên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Amedê ne. Hiqûqnasên ji Spanya, Îtalya, Swêd, Norwêc, Efrîkaya Başûr destpêkê serdana Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) kirin. Şande ji aliyê Hevseroka OHD'ê Ekîn yeter û rêveberên komeleyê, her wiha wasiyê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç ve hate pêşwazîkirin.

Ekîn Yeter di dema serdanê de axivî û li ser karên komeleyê agahî da şandeyê. Yeter û rêveberên OHD'yî li ser binpêkirina mafên mirovan, tecrîda li Îmraliyê û rewşa li girtîgehan ên li Tirkiyeyê agahî dan şandeyê.

Hiqûqnasên di nava şandeyê de jî bal kişandin ser girîngiya piştevaniya pîşeyî. Endamên şandeyê diyar kirin ku ew tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji nêz ve dişopînin û wê li platformên navneteweyî bînin ser ziman.

Endamên şandeyê piştre serdana Komeleya Jinê ya Rosa kirin. Seroka komeleyê Sûzan Îşbîlen ji şandeyê re ragihand ku piştî saziyên jinan bi destê qeyûm hatin desteserkirin, barê wan giran bûye. Sûzan Îşbîlen li ser xebatên komeleyê agahî da. Endamên şandeyê jî diyar kirin ku ew ê piştgiriya komeleyê bikin.

Serdanên endamên şandeyê wê dewam bikin.