BI DÎMEN

Li girtîgehên PDK’ê êşkenceyên hovane

Endamê berê yê Parastinê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî qala êşkenceya li zindanên PDK'ê û nelirêtiya li nava asayîşê kir. Her wiha diyar kir ku DAÎŞ'iyên li girtîgehên PDK'ê bi bertîlê têne berdan. Êşkenceya giran a li girtîgeha Spîlkê vegot.

Polîtîkayên PDK'ê yên siyasî, leşkerî û aborî yên bi dewleta Tirk re li Başûrê Kurdistanê û her wiha polîtîkayên wê yên navxweyî, tabloya bûyerên ku ev 20 sal in diqewimin radixe ber çavan. Bi binçavkirin, girtin, revandin û kuştinê re gelek beşên civakê bi taybetî rojnamevan û rewşenbîr rastî êşkenceyê tên. PDK a ku polîtîkaya wê ya li derve weke "xeta xayintiyê" teşhîr bûye, di nava xwe de jî weke "rejîma tepisandinê" tê pênasekirin.

PDK'ê ya ku hatiye wê rewşê ku êdî nikare Başûrê Kurdistanê bi rêve bibe, tiştên ku li pişt perdê kiriye yek bi yek derdikeve holê. Yek ji wan jî bûyera endamê berê yê Parastin û dezgeha îstixbarata PDK’ê Şêrwan Seîd Yusuf Hecî ye.

Hecî ji ANF'ê re êşkenceya ku 11,5 sal li girtîgehên PDK'ê dîtiye, tiştên ku PDK û Parastin kirine, gendelî û çawa PDK'ê endamên DAÎŞ'ê di berdêla pereyan de berdan û radestî Tirkiyeyê hatin kirin, ji ANF'ê re vegot.

‘PÊŞÎ EZ BÛM PÊŞMERGE’

Hecî, diyar kir ku ew ji gundê Siyarê yê herêma Sersingê ya Dihokê ye û got ku ew ji eşîra Berwarî ne. Hecî, da zanîn ku hêj bavê wî Seîd Simbêl berpirsê asayîşa Nîhat Barzanî birayê serokê PDK Mesûd Barzanî ye û got ku di sala 1957'an de malbata wî gundê xwe terikandine û koçî herêma Barzan kirine. Hecî, da xuyakirin ku ew li Barzanê ligel Şêx Osman Barzanî mane û dema Aşbetalê tevî malbata xwe derbasî Îranê bûye. Hecî diyar kir ku ew di sala 1976’an de li Îranê jidayik bûye û wiha got, “Di sala 1991’an de dema ku serhildana gel li dijî rejîma Saddam Hûseyîn destpê kir, wê demê em derbasî herêma Selahattîn bûn. Heta niha jî malbata me li wir dimîne. Di heman salê de ez bûm pêşmerge û min 6 sal pêşmergetî kir.”

DI NAV PARASTINÊ DE JÎ XEBITÎ

Hecî, anî ziman ku piştre ew derbasî nava Parastin bû ku dezgeha îstîxbarata PDK’ê ye û got ku ew 8 salan li wir xebitiye. Hecî, diyar kir ku ew di nava Parastinê de erkên curbicur girtiye ser milên xwe û di sala 2005’an de ji nav Parastinê veqetiyaye û got ku di sala 2007’an de ew li Hewlêrê ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin. Hecî, diyar kir ku dema ku hat girtin ti têkiliya wî bi PDK'ê re nînbû û wiha axivî: "Kî/ê PDK'ê rexne bike yan jî rastiya wan ya li Başûrê Kurdistanê bîne ziman, PDK dikare bi her hincetê wî/ê bigire û bixe girtîgehê. Piraniya mirovên ku digirin, wan bi sîxuriyê sûcdar dikin, an bi alîkarî dayîna PKK'ê yan jî weke endamên YNK'ê nîşan dide. Eger PDK dixwaze kesekî bigire, gelek sûcan jê re amade dikin. Û vê yekê bêyî dadgeh û rewşeke dadgeriyê dikin. Di doza min de jî ev yek pêk hat."

‘PÊŞÎ MIN BIRIN GIRTÎGEHA MESÎFÊ’

Hecî diyar kir ku dema hatiye girtin ew birine girtîgeha Mesîf a Hewlêrê û got: "Di nîvê şevê de li Hewlêrê çek danîn ser serê min û min girtin. Piştre min birin cihê Parastin, ku li Mesîfê bû. Kurê Mesûd Barzanî, Veysî Barzanî hat û tûrik xist serê min. Piştre min birin cihekî du qatî. Ew li qata jêr diman. Qata jorîn jî weke cihê êşkenceyê bi kar dianîn. Bi qasî 2 meh û 8 rojan li girtîgeha li Mesîfê êşkence li min kirin. Piştî 2 mehan çavê min girêdan û min birin cihekî din. Li cihê ku min birinê Veysî Barzanî, birayê Mesûd Barzanî Sîdad Barzanî, Nezat Halî Dolamerî, Berewan Barzanî kurê Zubeyîr Barzanî û berpirsyarê Asayîşa Giştî Misto Samet hebûn û min lêpirsîn dikirin. Yek ji pirsên sereke ku ew li ser sekinîbûn, ew bû ku Kusret Resûl çi ferman daye min e. Gefa eger ez nebêjim dê destdirêjî li hevsera min bikin dixwarin. Min ji wan re got ku hûn ne endamê partiyê ne, hûn endamê Baas’ê ne. Dema min got ev ne Kurd in, şeqem li rûyê min xistin.” 

HOVÎTIYA LI SPÎLKÊ!

Hecî, anî ziman ku piştî Girtîgeha Mesîfê ew birine Girtîgeha Spîlkê ya herêma Barzanê û got ku her du cih jî ne fermî ne. Hecî, da xuyakirin ku ew der baş nayên zanîn û wiha dewam kir: "6 salan ez li Girtîgeha Spîlkê hatim ragirtin. Ez li vir di hucreyeke ku bi qasî metreyekê ye, hatim ragirtin. Ceyran tunebû û carna nan û av nedidan. Pir caran nanê ziwa yê kevn û penîrê xirabûyî didan. Bi mehan min nekarî serê xwe bişom. Heta sala 2013'an li vir hatim ragirtin. Girtîgeha Spîk cihekî gelek xirab û tirsnak bû. Jixwe her kesê ku diçû wir wek miriyan diçû. Êşkenceyên ewçend hovane pêk dianîn ku, li ser lingan mayîn wêrekîbûn dixwest. Hin ji wan bi êşkenceyê hatin kuştin. Goştê mirovan dixistin ber pensê. Navbera nenûkên mirovan derzî dikirin. Ango destê wan ji pişt ve kelepçe dikirin û bi saetan wan wisa dihiştin. Bi êşkenceyên bi vî rengî bi dehan mirov qetil kirin û wekî ku xwekuştine ragihandin. Van êşkenceyan ne tenê li Spîlkê, li gelek cihên din dikirin. Tu nikarî ji kesekî re qala van êşkenceyan bikî. Qaşo mirovên ji rêxistinên mafên mirovan dihatin hebûn, ew jî bi wan ve girêdayî bûn."

PIŞTÎ ROJIYA MIRINÊ HATE BERDAN

Hecî, destnîşan kir ku êşkenceyên dihatin kirin gelek giranbûn û got ku herî dawî ew dest bi rojiya mirinê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Sedema berdana min ew bû ku min dest bi rojiya mirinê kiribû û 33 rojan dewam kiribû. Yan ez ê bimirama an jî ew ê min berdana. Çend heyetên Mesûd Barzanî hatin û hewl dan ku dev ji rojiya mirinê berdim. Lê min qebûl nekir. Wan gelek rê ceriband, lê min dev ji wê helwestê berneda. Di dawiya mehê de min dubare birin Parastinê ya li Mesîfeyê. Piştî rojekê bang li bavê min kirin û Mesrûr Barzanî ji bavê min re gotibû, ‘Here kurê xwe bibe’. Dema min berdan jî gefa ‘eger tu biçî cem YNK’ê em ê te bikujin’ xwarin. Bavê min min hilda û ez birim malê. Ez ji 130 kîloyî ketibûm 48 kîloyan."

GIRTINA CARA DUYEM Û RADESTKIRINA TIRKIYEYÊ 

Hecî anî ziman ku cara duyem jî di sala 2017’an de hate girtin û got ku vê carê heta sala 2022’yan di destê wan de ma. Hecî diyar kir ku heta cara duyem ew hatî girtin, ew bi pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber êşkenceyê re rû bi rû bû û ragihand ku hîna ev rewş temam nebûyî, PDK’ê car din ew avêt girtîgehê. Hecî bilêv kir ku dema piştî 5 salan hatî berdan jî pêvajo bi vî rengî qewimî: “Vê carê ez li cihê asayîşa giştî hatim girtin. Dema ez hatîm berdan, min bi malbata min re şandin Tirkiyeyê. Bi pasaportên ku berê amade kiribûn, em şandin. Nêzî 6 mehan ez li wir mam. Ez biribûm Stenbolê. Berpirsê Parastinê got ku ew ê bi sê şertan min berdin. Gotin, ‘Ya yekem êdî tu li Başûrê Kurdistanê najî. Ya duyem tu wê ji çi televîzyon û ajansan re neaxivî. Sêyem jî tu bi ti rengî peywendiyê bi malbata xwe re ya ku bi me re dixebite, çênakî.’ Bi taybetî gotin divê ez peywendiyê bi bavê xwe re çênekim. Şevekê min û hevjîna min, bi zarokên min re bi balafirê şandin Stenbolê. Li vir jî MÎT’ê ez dişopandim. Bi qanûnên xwe mal û madiyeta min a li Hewlêrê mayî, desteser kirin. Ji îstixbaratê bigire heta asayîşê hemû mirovan dişelînin. Bi vî rengî gelek nelirêtî kirin. Malbata Barzanî li Başûr tiştek bi navê jiyanê nehiştiye.” Hecî got ku piştre rêyek dît û ji Tirkiyeyê revî, hat Başûrê Kurdistanê.

‘ASAYÎŞA GIŞTÎ YA PDK’Ê NAVENDEKE NELIRÊTIYÊ YE’ 

Hecî destnîşan kir ku li asayîşa giştî ya PDK’ê gelek nelirêtiyên mezin hene û diyar kir ku DAÎŞ’î li vir bi pere dayînê tên berdan. Hecî ev tişt got: “Bi standina pere gelek DAÎŞ’î berdan. Endamekî DAÎŞ’ê piştî 18 mehan girtî ma, bi dayîna 30 hezar dolar hate berdan. Dîsa endamekî DAÎŞ’ê yê ku ji bo êrîşkirina Hewlêrê hatibû, piştî 13 mehan girtî ma, bi 50 hezar dolarê hate berdan. Evane li gorî çi çêdibin. Çawa çêdibin. Her wiha rêveberekî payebilind ê DAÎŞ’ê li girtîgeha ku ez lê bûm, dima. Piştî 16 mehan bi 40 hezar dolarê hate berdan. Wî DAÎŞ’iyî bi xwe ji min re got. Bi sedan mînakên bi vî rengî hene. Hemû jî niha bi şêwazên cuda cuda diqewimin. Asayîş bûye navendeke nelirêtiyê.” 

SERDEŞT OSMAN JI ALIYÊ MESRÛR BARZANÎ VE HATE QETILKIRIN

Hecî bal kişand ser bûyera rojnamevan Serdeşt Osman ku sala 2010’an hate qetilkirin û got: “Osman ji aliyê Mesrûr Barzanî ve hate qetilkirin. Rojnamevan Serdeşt Osman ji ber ku di nivîseke xwe de malbata Barzanî û PDK rexne kiribû, hat revandin û qetilkirin. Cenazeyê wî jî nêzî Mûsilê hate dîtin. Ji ber kuştina wî kesek girtin. Lê em pir baş dizanin ku Mesûr Barzanî ew kuşt. Malbata Osman jî vê yekê dizane. Bi vî rengî bi dehan kes qetil kirin.” 

‘BERIYA KU EZ BÊM GIRTIN JÎ EV ÊŞKENCE HEBÛN’ 

Hecî destnîşan kir ku êşkence û qetilkirinên bi vî rengî, ne tenê di pêvajoya girtîbûna wî de dihatin kirin û diyar kir ku di demên bi PDK’ê re dixebitî de ji asayîşê heta Parastinê şahidî ji gelek kiryarên pêkhateyên PDK’ê yên di girtîgehan de re kiriye. Hecî anî ziman ku hin deman li dijî vê yekê rabûye jî û wiha got: “Elekrîk didan bedena gelek kesên li Parastinê dihatin girtin û bi vî rengî êşkence li wan dihate kirin. Girtîgehên bi vî rengî cihên tirsnak bûn. Me 167 kes didanîn cihên 60 metrekare. Dema ku ez endamê Parastinê bûm, min dît ku li odeyên lêpirsînê êşkence li gelek mirovan hate kirin. Cureyê din ê êşkenceyê jî lêdan bû. Min gelek caran şahidî ji vê yekê re kir. Gelek caran jî min hewl da ku pêşî lê bigirim. Lê dubare dikirin.”