Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî serdana Nobeta Edaletê û DBP'ê kir

Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîd ku serdanên xwe yên li Amedê didomîne, Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin û DBP'ê ziyaret kir.

Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê ku li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 35 meh in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê agahî jê nayê girtin li hev kom bû, serdanên xwe yên li Amedê didomîne. Şande û yên pê re çûn serdana Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Jinê ya Rosayê û piştre jî Nobeda Edaletê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) a navçeya Rezanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin.

Dayikên di Nobeta Edaletê de bi pêşmalkên spî yên li ser "Tecrîdê sûcê li dijî mirovahiyê ye" şandeyê pêşwazî kir. Ji dayikan Meryem Soylû behsa tiştên li cenazeyê keça wê hatine kirin û dayikên din jî bêhiqûqîtiya li zarokên wan ên girtî tê kirin vegotin. Dayikan destnîşan kir ku ew ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Nobeta Edaletê de û gotin: "Ger tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe dê zextên li ser gelê Kurd jî bi dawî nebin."

Her wiha dayikan bertek nîşanî CPT'yê jî dan ku hat Tirkiyeyê lê serdana Îmraliyê nekir û gotin ku divê hiqûqnasên navneteweyî jî CPT'yê şermezar bikin.

Paşê şande li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevdîtin bi Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî û endamên Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Narîn Gezgorê û Gulan Çagin Kaleliyê û Mehmet Oner re hevdîtin kir.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku li vir axivî, beşdaran silav kir û bal kişand ser rol, rê û girîngiya DBP'ê. Bayindir destnîşan kir ku ji sala 2016'an ve qeyûm tayinî vîna gel tê kirin û got ku li rêveberî li gor rojavayê Tirkiyeyê li Kurdistanê faşîzantir e. Bayindir bilêv kir ku dewlet di pirsgirêka Kurd de di şer de israr dike û got: "Lewma xeber ji Birêz Abdullah Ocalan nayê girtin. 3 sal in di bin tecrîdê de ye. Navenda hemû pirsgirêkan Îmralî ye."

Piştre endamên şandeyê jî diyar kir kirin ku polîtîka li Tirkiyeyê di bin zextan de ye û gotin dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tevbigerin.

Şandeyê serdanên xwe yên îro bi dawî kir.