BI DÎMEN

Ji girtiyên Behdînanê Pîran Herkî: Dengê azadiyê nikare bê tepisandin

Pîran Herkî nerazîbûn nîşanî girtina aktîvîst û rojnamevanan da û got, "Dengê azadiyê bi zindanan nikare bê tepisandin."

Pîran Herkî yek ji girtiyên Behdînanê ye û çalakvan û çavdêrê siyasî û pêşmergeyekî dêrin e. Herkî li ser girtiyên Behdînanê ji ANF’yê re axivî û wiha got: “Ez sal û du mehan li Girtîgeha Giştî ya Hewlêrê bi awayekî neheq hatim zîndanîkirin.  PDK’ê girtina çalakvan, rojnameger û kesayetiyên siyasî di sala 2020’an de da destpêkirin û di nav sê mehan de ji 23 kesan zêdetir çalakvan û rojnameger destgîr kirin.”

Herkî da xuyakirin ku PDK rojnamger û çalakvanên sivîl zîndanî dike û îşkenceyê li wan dike û axaftina xwe wiha domand: “Yek ji wan sedeman ku wisa li PDK’ê dike ku dengê azad zîndanî bike, ew e ku PDK ditirse ku rastî û heq bigihîje gel û haya gel ji bêplanî, bêsîstemî û gendeliya wan çêbe. PDK zêdetir ji derdor û sînorên xwe ditirse, lewma di nav sînorên xwe da destûrê nade azadiyê, lê divê wê yekê bizane ku dengê azad bi zîndanîkirinê nayê tepisandin. Tu carî kêfa PDK’ê ji dengê azad re nehatiye û her tim dengê azad wek çavkaniya aşkerabûna bêplanî û gendeliya xwe dibîne.”

Herkî bal kişande ser miameleyên xerab ên  li nav zîndanên PDK’ê û ev tişt anîn ziman: “Eger ji min re bigotina ku li nav Kurdistanê zîndaneke wiha heye, min qet bawer nedikir. Zîndanek ku pehniya wê 5.5 metre û dirêjiya wê 12 metre bû, tê de 150 girtî hebûn ku di nav wan da mamosteyên zanîngehê, rojnameger, endazyar, diz û bazirganên madeyên hişber hebûn. Ev yek ji bo wê armancê bi kar dianîn ku rewşa me ya derûnî xera bikin da ku em hêviya xwe ji dest bidin. Rojek min ew cih pîva ku min û du girtiyên din ên Behdînanê me tê de nan û av vedixwar û em tê de rûdiniştin, tenê 65 santîmetre bû. Ev yek ji bo ajalan jî çênabe. Yek ji pirsgirêkên din ên nav zîndanê ew bû  ku tu xwarineke baş tune bû ku bê xwarin. Di nav Girtîgeha Giştî ya Hewlêrê de bi tu awayî kitêb û çavkniyeke nûçeyan tune bû. TV’yên ku hebûn, tenê hin kanalên kêfxweşiyê bûn.”

Herkî di dawiya axaftina xwe de behsa miameleya dadgehê kir û got: “Em heft caran derxistin ber dadgehê, doza me bê encam ma. Her çend gelek dadgeran daxwaza cezayê dikir, lê nedikarîn li ser me biryarekê bidin û me bêdeng bikin.”