Bû xwedî jiyaneke wêrek û bi wate

Şehîd Havîn Gabar ku xwedî jiyaneke durust, wêrek û bi wate bû, ji bo hêjayî keda Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd be, bi daxwazî û biryardariyeke mezin heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya.

Ciwanên leheng ên Kurdistanê bi îrade û wêrekiyeke mezin li dijî teknolojiya sedsala 21’an li ber xwe didin. Yek ji van berxwedêran keça Botana serhildêr Canan Oral (Havîn Gabar) e.

Canan Oral a li Aydinê ji malbateke welatparêz a bi eslê xwe ji Şirnex, bajarê berxwedêr ê Botanê hatiye dinê, ji ber hişmendiya kûr a welatparêziya malbatê û zindîkirina çanda qedîm a Botanê, tu carî ji nasname û cewhera xwe dûr neket. Oral Tirkbûna li ser gelê Kurd qebûl nake, hezkirin û hesreta welatê xwe di dilê xwe de her dem zindî dihêle. Canan Oral a ku welatê wê di bin dagirkeriyê de ye û zilma li gel tê kirin qebûl nake, li hemberî dijmin hêrsa wê mezin bû û ev hêrsa xwe bi tevlîbûna çalakiyên ciwanên şoreşger nîşan dide. Canan Oral a bi taybetî di sala 2015'an de li Şirnex û bajarên din ên Kurdistanê bû şahidê hovîtiya dewleta Tirk, piştî şehadeta Hacî Lokman Bîrlîk di heman salê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Gerîlaya YJA Starê Havîn a ku demekê li herêma Besta beşdarî xebatan bû, piştre derbasî herêma Heftenînê bû û yekemîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê dît. Havîn Gabar a ku bi perwerdehiya xwe yekser xwe bi jiyana çiyayî û gerîlatiyê adapte kir, bi gavên bi sebir û ji xwe bawer ji bo ku xwe bigihîne nasnameya jina azad dixebite. Gerîla Havîn ku ji bo layiqî ked û fedakariya hevrêyên xwe yên şehîd bi biryar û biryardariyeke mezin têdikoşe, her karê ku dikeve ser milê xwe bi zîrektî û jêhatîbûna xwe bi cih tîne. Gerîlaya pispor a YJA Starê Havîn Gabar bi perwerdeya bîrdozî û leşkerî ku dîtiye, xeta fedayî ya şehîd Zîlan, Bêrîtan, Delal Amed, Rojbîn û Sara Goyî dişopîne.

Havîn ji bo li dijî artêşa Tirk a dagirker şer bike çû herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, beşdarî gelek çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist. Havîn a ku hişmendiya Rêber Apo esas digire û felsefeya wî di her şert û mercî de bi cih tîne, di xeta fedaî ya Sara, Rûken, Zîlan û Doga de li dijî hovên Osmaniyan tevdigere. Bi tevlêbûna xwe ya bêdudilî û bêhesab ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Di 4’ê Kanûna 2023’an de di encama êrîşên dewleta Tirk de tevî hevrêyê xwe Delîl Tolhildan şehîd bû. Gerîla Havîn Gabar a xwedî heqîqet, wêrekî û jiyaneke watedear e, weke milîtaneke bêhempa ya xeta PKK û PAJK'ê navê xwe di dîroka berxwedana Kurdistanê de nivîsand.