KCK: Metirsiya herî mezin siyaseta hevkar a PDK’ê ye

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê diyar kir ku siyaseta hevkariyê ya PDK’ê metirsiyeke mezin bi xwe re tîne û bang li gelê her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî van lîstokên metirsîdar ên PDK’ê helwest bigire û têbikoşe.

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê wiha got: “Em di pêvajoyeke dijwar de derbas dibin ku weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê pênasekirin. Di vê pêvajoyê de li Rojhilata Navîn û cîhanê geşedanên girîng diqewimin. Şerê Ûkrayna-Rûsyayê dikeve sala sêyemîn, şerê Îsraîl-Hamasê jî bi hemû tundiya xwe dewam dike. Girêdayî vê şerê li ser Behra Sor dijwar dibe û hîn jî pêkan e ku belavî deverên cuda jî bibe. Ev şer çavkaniya xwe ji nakokiyên berjewendiyê yên di navbera hêzên modernîteya kapîtalîst de digirin û mixabin ên ku berdêlê didin û êş dikişînin gel û jin in. Dewleta Tirk a dagirker û şefê wê yê faşîst Erdogan vê şer û nakokiyan suîstîmal dike û dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike û şerê xwe yê qirkirinê bigihîne encamê. Bi vê armancê hemû berjewendiyên binerd û sererd ên Tirkiyeyê, warê wê yê jeo-stratejîk û jeo-polîtîk bazar dike û di qada dîplomatîk a siyasî de tawîzan dide û dixe bin xizmeta vî şerê qirkirinê. Li ser vî bingehî di serî de Îran, Sûriye û Iraq bi dewletên herêmê re trafîkeke hevdîtinê ya pir zêde dimeşîne û dixwaze van dewletan bike hevkarê vî şerê qirkirinê. Di encama vê yekê de li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên nû pêk tîne û armanc dike ku hemû destkeftiyên gelê Kurd ên li van deran tune bike.”

SIYASETA PDK’Ê METIRSIYEKE MEZIN BI XWE RE TÎNE

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a faşîst li herêmê û cîhanê hewl dide tifaqeke antî-Kurd ava bike, bê guman wezîfeya ku dikeve ser milê Kurdan jî ew e ku yekîtiya xwe pêk bînin û li dijî van êrîşên dagirkerî û qirkirinê li ber xwe bidin. Bi taybetî hêzên ku li her çar parçeyên Kurdistanê li ser navê Kurdan siyasetê dikin, di vê dema dîrokî de bi berpirsyariya pêşxistina stratejî û siyaseta hevkar re rû bi rû ne. Lê, malbata Barzanî ya ku PDK’ê bi rê ve dibe şûna ku ji bo yekîtiya Kurdan bixebite, bi tifaqa antî-Kurd re hevkariyê dike û hewl dide çarenûsa Kurdan bike qurbanê berjewendiyên malbata xwe. Ev siyaseta PDK’ê mîna ku di dîrokê de zirarên mezin daye Kurdan û bi taybetî Başûrê Kurdistanê, îro jî metirsiyeke mezin bi xwe re tîne.”

LI BAŞÛR GEL XIZAN DIBE, PDK SERWETÊ LI SER SERWETA XWE ZÊDE DIKE

Di daxuyaniya Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê de ev xisûs jî hatin diyarkirin:

“PDK’ê di sala 1975’an de bi Aşbatal re xiyaneke mezin li doza azadiyê ya Başûrê Kurdistanê kiriye. Piştre jî ev xeta xiyanetê li Rojhilat û Başûr bi pêşxistina şer domandiye û di vê çarçoveyê de sala 1996’an artêşa Sedam anî Başûr û komkujiyên mezin kirin. Ji sala 2003’yan û vir ve piştî ku Başûrê Kurdistanê statuyeke fermî bi dest xist û li Iraqê mafên Kurdan kete bin ewlehiya makeqanûnê, ji bo demokratîkbûna Iraqê û çareseriya pirsgirêka Kurd a li vî welatî derfeteke mezin çêbûbû. Lê rêveberiya PDK’ê hizirî ku demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd wê zirarê bide berjewendiyên wan ên malbatî, li aliyekî hewl da hundirê makeqanûna Iraqê vale bike û ji meriyetê derxîne, li aliyê din derfetên polîtîk û ekonomîk ên Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên desthilatdarî, malbat û partiya xwe sûîstîmal kir û pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Îro krîza siyasî (bêkêrbûna hikumet û parlamenta herêmî) û krîza ekonomîk (nedayîna pereyên memûran, bêkarî, nelirêtî, hwd) encama yekser a vê siyaseta PDK’ê ye. Gelê li Başûrê Kurdistanê her roja ku derbas dibe hîn xizantir dibe û neçarî koçê tê kirin. Malbata Barzanî jî serwetê li ser serweta xwe zêde dike û pereyên ku ji gel hatine dizîn, vediguhêze welatên ji derve.

PDK HEMÛ QIRKIRINÊN DEWLETA TIRK ÊN LI BAŞÛR VEDIŞÊRE

Di encama siyaseta qirêj a PDK'ê de gelê Iraq û Başûrê Kurdistanê bi gelek metirsiyan re rû bi rû maye. Demekê beriya niha DAÎŞ ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya mirovahiyê metirsiyeke mezin bû. Her wiha PDK'ê DAÎŞ weke cîranê xwe yê nû pejirand û Şengal ji DAÎŞ'ê re hişt û Êzidî bi komkujiyan re rû bi rû man. Tevî ku ev kiryarên komkujiyê ne bes bûn, PDK bi polîtîkayên xwe yên qirêj destkeftiyên gelê me yê Başûr bi metirsiyeke mezin re rû bi rû hiştiye. PDK niha jî dewleta Tirk a dagirker dixe  nava pirsgirêkên Iraq û Başûrê Kurdistanê û rê li ber Erdoganê faşîst vedike ku li Iraqê siyaseta xwe ya qirêj bidomîne. PDK ji bo çareseriya pirsgirêkên Iraq û Başûrê Kurdistanê li şûna ku gel û hikûmeta Iraqê esas bigire, teslîmî Erdogan û dewleta Tirk a ku li ser Kurdan polîtîkayên xwe yên qirêj yên weke înkar û qirkirinê didomînin, bûye. PDK ye ku rê li ber dewleta Tirk vekiriye ku zextê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bike. PDK ye ku ji Zaxoyê heya Sîdekanê ji artêşa Tirk a dagirker û qirker re rê vekiriye. Yê ku hemû qirkirinên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê  (ji kuştina sivîlan heya qirkirina xwezayê) rewa dike û vedişêre dîsa PDK bi xwe ye.  Rêveberiya PDK’ê Erdoganê faşîst ê xwedî zihniyeta neo-Osmanî ku dixwaze xeyalên xwe yên dagirkirina Kurdistanê pêk bîne, xistiye di nava siyaseta Mûsil û Kerkûkê. Bi vê yekê îxanet li têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî kiriye ku ew li Mûsilê ji aliyê Osmaniyan ve hatiye darvekirin.

Îro PDK ji bo hemû destkeftiyên ku gelê Başûrê Kurdistan bi berdêlên mezin bi dest xistine metirsiya herî mezin e. Tevî ku ev rastî hemû li holê ne jî, Nêçîrvan Barzanî li ser navê PDK’ê diaxive û PKK’ê ‘bi avakirina pirsgirêkan li Başûr û rêznegirtina li saziyên Başûr sûcdar dike!’ û hewl dide bi vî awayî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Iraq û Başûrê Kurdistanê rewa bike. Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ne bi rastiya dîrokî, ne bi konjonktura îro yên heyî û ne jî bi edeb û exlaqê re ti eleqeya wê nîne. Her kes baş dizane ku yê ku avahiya parlementoyê ya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî leşkerên Sedam kiriye, PDK bi xwe ye. Piştî vê bûyerê bi 20 salan yê ku serokê hilbijartî yê vê parlementoyê li ber deriyê Hewlêrê zivirand, dîsan PDK ye. Yê ku li Kurdistanê navaroka têgeha ‘pêşmerge’ vala kir, di sala 1975’an de pêşmerge bêçek kir û piştre jî pêşmerge bêqîmet kir û kir hêza xizmetê ya artêşa Sedam û artêşa Tirk a dagirker a parastinê û desteka lojîstîkê dîsan PDK bi xwe ye. PDK li hemberî êrîşên DAÎŞ’ê bêzarbû ku xwe û gelê xwe biparêze û ji ber vê ji Şengal, Kerkûk û Hewlêrê reviya. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û PKK’ê bi dayina berdêlên mezin gelê Başûrê Kurdistanê parast û li dijî DAÎŞ’ê li eniya pêş şer kir. Niha jî PDK destkeftiyên Iraq û Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dike, destûr dide artêşa Tirk bi sedan baregeh ava bike, xizmeta lojîstîk pêk tîne û derfet dide endamên terorîst ên MÎT’ê ku li Başûr bi rehetî tevbigerin. Li aliyê din jî yên ku bi qehremanî şer dikin û ax û gelê xwe diparêzin Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û PKK’ê ne. DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê xeteriyek çawa ava dike, Tirkiye jî heman xeteriyê ava dike. Şerê li dijî DAÎŞ’ê çi be li dijî artêşa Tirk a dagirker jî heman wateye. Ji ber ku Erdoganê faşîst û DAÎŞ di aliyê siyasî û îdeolojî de di pozîsyonek wekhev de ne. Yê ku DAÎŞ kiriye bela serê mirovahiyê û Kurdan, dewleta Tirk a dagirker û şefê wê yê faşîst Erdogan e.

DIVÊ HER KES LI HEMBERÎ LÎSTIKA PDK Û DEWLETA TIRK HIŞYAR BIN

Tirkiye bi rêya PDK’ê destwerdana siyasî, leşkerî û aborî ya li Iraqê dike. PDK li şûna ku li gorî berjewendiyên gelên Iraqê û Başûrê Kurdistanê siyasetê bike, bûye dirêjahiya siyaset, siyaseta derve û îstîxbarata Tirkiyeyê. Li ser vê bingehê dixwaze cudahiyên etnîkî û olî ku dewlemendiya Iraqê ye, bike zemîna pevçûn û nakokiyan. Komara Tirkiyeyê bi bikaranîna PDK’ê hewl dide bandorê li ser siyaseta Iraqê bike û heta dixwaze Iraqê bîne ser xeta xwe ya siyasî ya dij-Kurd. Îro bi PDK’ê re hewl tê dayîn çeteyên Roj û Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê di bin ala Iraqê de bixin qadên gerîla. Di dema ku gerîlayên azadiya Kurdistanê derbe li ser derbe li artêşa Tirk a dagirker dixin, PDK jî hewl dide leşkerên Tirk rizgar bike. PDK vê yekê bi ala Iraqê di bin navê Parazvanên Sînorê Iraqê de bi kar tîne da ku rewşa xwe ya hevkarî û xiyanetê veşêre û artêşa Tirk a dagirker li ser xaka Kurdistanê bi cih bike. Ji bo vê jî em bang li rayedarên dewleta Iraqê dikin ku li hember lîstikên ku PDK û dewleta Tirk dilîzin hişyar bin. Ji bo hikûmeta Iraqê banga me ev e; divê destûr nedin ku nasnameya Muhafizên Sînor ên Iraqê û ala Iraqê ji bo nixumandin û fîhilkirina sûcên dewleta Tirk ên înkar û qirkirina Kurdan pêk tînin, bikar bînin û nebin hevkarê hîleyên qirêj ên AKP-MHP’ê ya qirker-dagirker.

Li hemberî vê siyaseta hevkar a ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin, ku ne tenê destketiyên gelê Başûrê Kurdistanê dixe xeteriyê, di heman demê de deriyê qirkirinê li hemû Kurdan vedike, em bang li gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku li dijî van lîstikên metirsîdar ên PDK’ê bibin xwedî helwest û têbikoşin. Bi taybetî em bang li hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo li dijî vê siyaseta hevkar û xayîn a PDK’ê û dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê helwest were pêşxistin, berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.”