Li Duhokê qezaya trafîkê: 5 kes mirin

Hat ragihandin ku li herêma Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di encama qezayeke trafîkê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya Trafîkê ya Duhokê bi daxuyaniyekê ragihand ku beriya niha demek kurt li ser rêya Kelek-Berdereş yên ser bi Duhokê, qezayek trafîkê çêbûye.

Li gorî daxuyaniyê di encama qezayê de 3 jê jin, 5 kesan ijyana xwe ji dest dane.

Qeza li gorî dema herêmî di derdora saet 10.45’an de çêbûye. Hat diyarkirin ku wesayiteke ticarî û TIR’ek ketine nav qezayê. Hat ragihandin ku plakaya TIR’ê ayîdê Tirkiyeyê ye.

Li Herêma Kurdistanê di sala 2022’yan de 3 hezar û 706 qeza çêbûne û 445 kes jî jiyana xwe ji dest dane. Di van qezayan de 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûbûn. Têkildarî sala 2023’yan hîna bîlançoya qezayan bi fermî nehatiye ragihandin.