BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan weşand

Gerîla TV dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan ku 17’ê Sibata 2024’an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî Zapê pêk hat, weşand.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zapê 'Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan' li dar xistibû. Di operasyonê de yek jê serpel 37 dagirker hatin cezakirin. Gerîla TV dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan weşand.

Di dîmenan de tê xuyakirin ku gerîla bi lez ketine çeper û konteyniran, agir berdane wan, çeka A4 a artêşa Tirk desteser kirine û bi kar anîne û banga “teslîm bibin” li leşkeran kirin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku hemû baregehên artêşa Tirk bidest xistin û gotin, “Agir girte Romê”, “Agir kete dilê Enqereyê”, ''Ev der Girê Cûdî ye” ketin heye derketin nîne. Fermana Mûrat Karayilan e: Hûnê bimirîn leşkerno!

Dîmen bi gotinên “Film hîna neqediya ye” bi dawî bû.

Hate diyarkirin ku Gerîla TV dê di demek nêz de dîmenên berfireh parve bike.