Li bajarê Serdeştê esnafekî Kurd hate kuştin

Hêzên dewleta Îranê li gundê Sawanê yê Serdeştê Rojhilatê Kurdistanê esnafekî bi navê Kawan Seraf kuştin.

Hêzên dewleta Îranê kuştina esnaf û kolberan didomînin. Li gundê Sawanê yê ser bi bajarê Serdeştê maşîna esnafekî Kurd hate gulebarankirin û di encamê de esnafê bi navê Kawan Seraf jiyana xwe ji dest da.

Kawan Seraf bavê du zarokan e û xelkê gundê Gewreşêrê yê Serdeştê ye.

Her wiha tê gotin ku piştî kuştina Kawan Seraf û agahdarbûna malbat û xizmên wî ji kuştina wî, hêzên leşkerî yên dewleta Îranê bo cihê kuştina Kawan Serafî hatine şandin û li wir hatine bicihkirin.