BI DÎMEN

Mexmûrî: Ya ku PDK'ê li me kir, dijmin jî nekir

Şêniyên Wargeha Mexmûrê yên ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin, bal kişandin ser êşkenceya PDK'ê ya li wan hate kirin û gotin, "Êşkenceya ku dijmin nake, PDK li Kurdan dike."

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî koça xwe ya ji Bakur ber bi Başûrê Kurdistanê ve û zilma PDK’ê ya li ser gel, ji ANF’ê re axivîn.

Şukrî Nêrwehî diyar kir ku ew ji ber zilma dewleta Tirk neçar man gundê xwe biterikînin û wiha got: “Me jî digot em ê biçin Başûr nava Kurdan, Kurdistanê. Ji ber ku me digot wan şoreş lidar xistine û di nava eşîra me, Botanê, Bakurê Kurdistanê de jî kesek nemabû ku wek pêşmerge di nava wê şoreşê de cih negire. Ji ber wê me berê xwe da vê derê. Lê mixabin em ji Bakur hatin di wan kampan de bicih bûn û piştre wan çi kir? Wextekê ji wargehê sê mêr winda kirin. Şêniyên wargehê biryardan ku biçin bipirsin ka çi bi serê van kesan hat. Em nêzîkî sed kes çûn asayîşê. Neçîrvan Barzanî hat hevdîtinê û wê derê civînek çêbû. Di wê civînê de Neçîrvan Barzanî tişta ku dawiyê bê gotin destpêkê anî ziman. Got, li Başûr kesek derveyî malbata Barzanî serê xwe rake, wê serî wî bê perçiqandin. Ew gotina wî qet ji bîra min naçe. Yanî ew rastiyeke û hetanî niha jî ew rastî berdewam e.”

‘TIŞTÊN KU DIJMIN NEKE, MALBATA BARZAN BI SERÊ KURDAN TÎNE’

Şukrî Nêrwehî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Yanî tiştên ku dijmin neke ew li hember deskeftiyên Kurdan dikin. Yanî roj naçe ku gelê Kurd bi îxaneta wan re rû bi rû neyê. Vê îxanetê hem li Başûr, Rojava, Rojhilat û hem jî di demên hilbijartinan de li Bakurê Kurdistanê dikin. Yanî hetanî îro jî ji her hêlê ve alîkarî dane dijmin. Ev zîhniyetek xerab e. Yanî divê gelê Kurd û bitaybet jî gelê me yê Başûr li hember vê helwestekê nîşan bide. Kesayetên ku helwest nîşan bidin hene, lê bêdeng bûn tunebûna gelê Kurd e. Mesela bila ew bixwe bêjin, Ebdulayê Bişar Axa, eşîreta Miçiryan, Hemîdê Şerîf ji bo wan çi kirine? Bi salan ew di mala xwe de hewandin. Dema ku bangawaziya alîkariyê dikirin, bi sedan mirov diçûn hewara wan. Tu demê jî ne digot hûn Kurdên Başûr in, em nayên hewara we. Yanî timî wiha nêzîkî wan dibûn û ji her aliyê ve alîkarî didan wan. Baş e, çima ew li hember zarokên me, hevalên me vê îxanetê dikin? Mînak çend roj beriya niha du hevalên me di rêya xwe diçin kemîn datînin pêşiya wan. Yanî kîjan exlaq, ol vêya erê dike. Yanî daxwaza me ya ji gelê me yê Başûr ewe ku yekser destê xwe ji wan bikişînin û li hember wan rabin. Li hember binemala Barzanî derbikevin. Çar parçeyên Kurdistanê jî ji dest biçin ne xema malbata Barzanî ye. Yanî ji bo ku deskeftî, xanedana xwe biparêzin dikarin çar parçeyên Kurdistanê ji çav derbixînin. Yanî tu dîrokê mêze diki ji aliyê netewî ve Îdrîs Barzanî wekî pêşengekê tê dîtin. Tu kes nikare neyînî li ser biaxive. Lê heyf mixabin Nêçîrvan kurê wî ye. Lê ew hetanî ku xwediyê vê zîhniyeta paşverûbe, ez wî tu demê wek kurê wî nabînim.”  

Şukrî Nêrhewî qala girtîbûna xwe ya ji aliyê PDK’ê ve kir û wiha got: “Ez dema 2015’an ji Mêrge Şîşê vedigeriyam, ji aliyê wan ve hatim girtin. Ji bo ku min bigirin Aştî Koçer digot, tu PKK’yiyî, tu tevlî PKK’ê bûyî. Min jî got; eger ez tevlî PKK’ê bibim, wê demê Mensur (Barzanî) jî PKK’yiye. Ji ber ku ew jî li Mêrge Şîşê dimîne. Yanî bi zîhniyetek wiha nêzîkî min dibû. Lê min got, rast e, ez PKK’yî me, ez Kurd im. Fikrê min PKK’yiye, ba min ferqa tu Kurdan tuneye. Ji ber ew zîhniyeta xerab ba me tuneye. Rêber Apo jî ew zîhniyeta xerab fêrî me nekiriye. Yanî zîhniyeta ku me ji Rêbertî girtî netewiye, xwişk û biratiye û aştiye. Wekî din tiştek din nîn e. Ez di hewayek welê de hatim binçavkirin wekî ku min tiştek xerab kiribe. Ez 20 rojan hiştim. Rojê carekê dihatin wêneyên min digirtin. Yanî ma nêzîk bûyîna Kurdewar wiha ye? Heta min ji wan re got; hûn yên sîxûr rojekê jî di girtîgehê de nahêlin. Mesela wê demê hinek endamên Hîzbulaha Îranê jî dihatin aliyê Iraq û Sûrî, lê ew jî nedihatin girtin. Bi hewldana parêzerek dostê bavê min ez hatim berdan. Lê ji min re gotin; em bişertê ku tu li ser Kurdistanê, yanî li ser Hewlerê derbasî Mexmûrê nebî, em te berdidin. Min ji wan re got; Mûsil jî Kurdistan e. Gotin; ne, tu wê li ser Mûsilê derbasî Mexmûrê bibî. Wê şevê berê min dan Mûsilê, ez li ser Mûsilê derbasî Mexmûrê bûm. Yanî ez li ser wî esasî hatim berdan.”

‘GEFA ÊŞKENCE Û FIROTINÊ LI ME XWARIN’

Tekîn Qewalî anî ziman ku di destpêka 2018’an de ew ji bo debara mala xwe çûbûn aliyê Şemzînanê û got: “Dema karê me xelas bû jî me xwest em vegerîn. Em hatin geliyê Zawîte wê derê em girtin û hetanî asayîşa Duhokê em şopandin. Ji ber li derdora me jî wesayît hebûn, lewma me nedikarî xwe bidin kêlekê. Em anîn asayîşa giştî ya Duhokê. Wê derê wekî ku me tiştek kiribe, ji wesayîtan hatin peyakirin. Jixwe di dema lêgerînê de tiştek wekî ku xeteriyê çêbike jî li ser me tunebû. Lê ji bo wextek kurt be jî em li wê derê hiştin. Ew pêvajo jî pêvajoyek zehf nexweş bû. Nêzîk bûyîna wan, tarzê wan jî ne exlaqî bû. Yanî eger dijminê mirov welê nêzîk bibe jî di encamê de dijmine, mirov naêş e. Lê ev ji aliyekê ve Kurdî bi te re diaxivin û aliyên din jî nêzîkatiyek welê raber dikin. Ji bo wê jî nêzîkatiya wan xerab bû. Bi çavek nebaş li me mêze dikirin. Heta digotin em ê we teslîmê Tirkan bikin, em ê we bibîn li ber derî (Xabûr) bifiroşîn. Dîsa gefa Êşkence, lê danê li me dikirin. Sedem jî çi bû? Em ji bo debara malê çûbûn wê derê, me kar kiribû. Yanî bes ji bo wê bû. Yanî eger bi rastî jî me tiştek kiriba, tiştek li ser me hatiba girtin dibû. Lê welê jî nebû.”

‘ÎSTIXBARA PDK’Ê Û TIRKIYEYÊ BI HEV RE RE DIXEBITÎN’

Tekîn Qewalî destnîşan kir ku ew ji aliyê îstıxbarata PDK’ê ve hatibûn û wiha bilêv kir: “Di eslê xwe de ne tenê îstîxbarata PDK’ê, mirov dikare bêje ku ji aliyê her du îstîxbaratan ve hatin girtin. Ji ber di telefonên me de hinek nivîsên Tirkî hebûn. Wan dizanîn, ji me re dixwendin. Yanî diyar bû ku bi îstîxbarata Tirkan re dixebitin. Piştî ku zanîn em ji kampê ne, ji Mexmûrê ne vê carê jî sedan sed şêwaza xwe guherandin. Ji ber vê jî li ser me ferz dikirin ku em bêjîn em heval in, em gerîla ne. Yanî li gel ku nasnameyên me yên penabertiyê hebûn, me digot em zewicîne, xwedî malbatin, em ji bo debara malbatê hatine jî, lê zext li ser me dikirin ku em bêjîn; em heval in. Mesela timî ev pirs li min dikirin; te li kîjan parçeyê Kurdistanê, kîjan herêmê gerîlatî kiriye? Erka te ya wê derê çibû? Yanî bi darê zorê dixwestin me bidin qebûl kirin ku em gerîla ne. Dema ku me ev ferz kirinên wan red jî dikirin, vê carê bi şêweyek cuda nêzîkî me dibûn. Yanî vê carê jî bi çavgirtinê, dest kelemçe kirinê, di tariyê de tenê hiştin û dixwestin me bitirsînin da ku em tiştên ew li ser me ferz dikin qebûl bikin. Lê me tiştên ku ferz dikirin qebûl nedikir. Yanî rastî çibû me ew dianîn ziman. Ji ber wê jî em li ser wî esasî hetanî wextekê li wê derê hatin hiştin. Jixwe wê derê bi navê hiqûqê, edalatê tiştek tuneye. Yanî ji bo ku ez derbikevim dadgehê divê ez şeş mehan, salekê di lêpirsînê de derbas bibim. Ji ber wê jî ew bêedaletiya wan, bêrehmtiya wan hebû.

Wê demê gefek wiha li min kirin; gotin eger tu carek din bê herêma Behdînanê em ê te bikujin, teslîmî Tirkan bikin. Niha çûyîna min a Behdînanê qedexeye. Yanî ez biçim an wê min bikujin an jî wê teslîmî Tirkan bikin. Ango ez bi vî şertê hatime berdan. Heta belge bi min dan îmzekirin. Jixwe li ser me jî tiştek nehate îspatkirin û derdor jî ket dewrê, bûn kefîl. Ew kesên ketin dewreyê jî; bi şertê ku eger ez tiştekê bikim ew bên girtin. Yanî bi vî awayî bûne kefîl. Lewma em hatin berdan. Mesela ez cihên din jî hatime girtin. Mînak ez li Bakur jî çend caran hatime girtin. Lê ez tu deverê qasî vê derê rastî bêexlaqî, bêedalatiyê nehatime. Heta dema ku ji min re digotin; em ê te radestî Tirkan bikin. Min jî digot; tu jî Kurdî, ez jî Kurd im. Lê eger wijdana te qebûl bike temam min radest bike. Ji ber vê gotina min jî ez gelek hatim êşandin. Bi rastî gelek tişt hene ku mirov bêje. Lê ji ber derveyî exlaqê ne, lewma mirov naxwaze bîne ziman. Dibe ku PDK di rewşek cuda de be, lê dîsa jî daxwaza me ew e ku ji vê îxanetê bizivire. Niha sê bajarên wekî Hewlêr, Duhok û Zaxo temamî bûne navendên îstîxbaratê, ketine bin kontrola Tirkan. Bila PDK ji vê îxanetê bizivire û tiştên anîn serê gelê Kurd dubare neke.”