HPG: Divê haya hêzên Iraqî ji şer hebe û li gorî vê yekê tevbigere

HPG'ê diyar kir, cihên ku hêzên Iraqê hewl didin lê bi cih bibin ew herêmên navberê ne ku şer lê heye û got, "Hêzên Iraqê divê hay ji vê rastiyê hebe, haya xwe ji şerê li herêmê hebe û li gorî vê yekê tevbigere."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker qadeke li herêma Zapê sê caran bi droneyên bombebarkirî bombe kir, di navbera 21-25'ê Sibatê de jî herêmên Garê, Xakurkê, Zap û Metînayê 41 caran bi balafirên şer bombe kir.

Di daxuyaniyê de işaret bi liv û tevgera hêzên Iraqê ya li herêmê hate kirin û hişyariya 'hay ji şer hebe' hate kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi droneyên bombebarkirî û teqemeniyên qedexekirî;

22'ê Sibatê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 3 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

21-25'ê Sibatê li herêma Garê qadên Deşta Kafya, Neqeba Xêrê, Girê Zengil, Girê Reşît, Sêdarê 9 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 23 caran, li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Xinêrêya Jor, Ava Lolanê, Kolît 5 caran, li herêma Zapê qada berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm 3 caran, li herêma Metînayê qada Serê Metînayê carekê; bi giştî 41 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Rojên dawî hêzên Iraqê bi navê 'hêzên sînor' hatiye hin qadên herêmên Zap û Avaşînê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku şer lê giran e. Cihên ku hêzên Iraqê hewl didin bên; bi kîlometreyan dûrî sînorê fermî yê dewletên Iraq û Tirkiyeyê ye, li nava Başûrê Kurdistanê ye ku niha di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de şerekî giran lê diqewime. Em ne li dij in ku hêzên sînor ên Iraqê parastina sînor bikin, lê belê cihên ku hatinê ne xeta sînor e. Ev hêz li herêmên navberê têne bicihkirin ku şerekî giran lê diqewime. Lewma ji vê liv û tevgerê tê fêhmkirin ku hin hêz li pey hin lîstikan e. Wê hîn bêhtir kêrhatî be ku hêzên Iraqê vê rastiyê zanibe û haya xwe ji şerê li vê qadê hebe û li gorî vê yekê tevbigere."