BI DÎMEN

Ji endamê berê yê îstîxbarata PDK'ê daxuyaniyên gelekî girîng

Endamê berê yê Parastinê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî diyar kir ku hêzên bi navê Yekîneyên Parastina Sînor ên Iraqê çûn qadên gerîla hêzên PDK'ê ne, ne hêzên Iraqê ne û got, "Armanca çûyîna wê hêzê jî şerê li dijî PKK'ê ye."

Rojên dawî veguhastina hêzên leşkerî yên PDK'ê bi navê Yekîneyên parastina Sînor ên Iraqê li qadên gerîla dewam dike. Tevî ku medyaya ser bi PDK'ê ve û hin derdorên ji çapemeniya Tirk îdîa dikin ku ev rewş hewldanek bi navê Iraqê ye, endamekî berê yê Parastinê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku hêzek bi navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê nîne, hêza çûye wê derê hemû hêzên ser bi PDK'ê ve ne.

PLANA NÛ YA PDK'Ê KIFŞ BÛ

Ev hewldanên ku di encama polîtîkaya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rû da, li nava gelê herêmê bû sedema aciziyeke mezin. Sedema bingehîn a aciziya xelkê Başûrê Kurdistanê ya li hemberî PDK'ê polîtîkaya wê ya ku tevî dewleta Tirk li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dimeşîne. Ev helwesta PDK'ê ku li Başûrê Kurdistanê weke 'xeta xiyanetê' şênber bûye, çiqasî bê veşartin jî di hewldanên Dihok û Şêladizê de careke din kifş bû.

ENDAMÊ BERÊ YÊ PARASTINÊ: HÊZA KU ÇÛ ŞÊLADIZÊ HÊZA PDK'Ê YE

Ji dîmen û wêneyên hatin parvekirin jî diyar bû ku hêza çû qadên gerîla hêzên ser bi Gulan, Parastin û Zeravanî yên Mesrûr Barzanî ne. Medya PDK'ê bi rojane hewl dide vê rewşê berevajî nîşan bide. Lê belê endamekî berê yê servîsa îstîxbaratê ya PDK'ê Parastinê Şêrwan Seîd Yûsûf Hecî ku ANF'ê xwe gihand wî, diyar kir ku hêzên bi navê Yekîneyên Parastina Sînor ên Iraqê ji herêmê re hatine şandin û di çapemeniyê de jî bi vî rengî hate nîşandan, hêzên ser bi artêşa Iraqê ve nîne. Hecî diyar kir ku ti ji hêzên Iraqê nikare bi navekî cuda bê Başûrê Kurdistanê û got, "Ev yek çi bi navê Yekîneyên Parastina Sînor ên Iraqê be, çi jî bi navekî din ê cuda be. Di serî de Dihok û Hewlêrê yên ku çûna Şêladizê hemû pêşmergeyên Mesûd Barzanî ne. Ti hêzeke Ereb piştî Kerkûk û Mûsilê qebûl nakin ku tevlî herêma Kurdistanê bibin. Ew hêza Iraqê nîne. Rast e pereyên xwe, pêwîstiyên xwe, hemû tiştên xwe ji hikumeta navendî ya Iraqê werdigirin. Lê belê hêzeke ser bi Iraqê nîne. Tenê bi biryara Mesûd Barzanî tevdigerin, bi biryara Iraqê tevnagerin. Ew hêza PDK'ê ye."

'ARMANCA ÇÛYÎNA WÊ HÊZÊ DIJBERIYA LI PKK'Ê YE'

Hecî bal kişand ser armanca wê hêzê ku bi navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê çû herêmê û got, "Armanca çûyîna vê hêzê şerê li dijî PKK'ê ye. Bi navê Iraqê dixwaze li herêmê bi cih bibe. PKK tevgereke welatparêz e. Biryareke bingehîn a PKK'ê ew ê ku li dijî ti hêzeke Kurd şer neke. Ev yek her tim nîşan da. Min gelek caran şahidî ji vê yekê re kir. Dema ku PDK'ê êrîşî herêmên wan kir, ji bo rewşeke bi vî rengî neqewime PKK'ê li dijî wan çek bi kar neanî. Ew jî dikarin li hemberî PDK'ê şer bikin, hêz û rewşa wan jî heye. Lê belê ew ji bo gelê xwe şer dikin. Û vê rewşê timî didin ber çavên xwe."

Hecî têkildarî êşkenceya li girtîgehên PDK'ê û gelek mijarên din ji ajansa me re axivî.