Ji ciwanê serhildêr ê Cîlo re

Dema Cîlo tê gotin, gotinên serhildêrî, raperîn, stargeh û berhemdar tê bîra mirovan. Çawa ku serê Çiyayê Cîlo nikare bê parçekirin û tunekirin, hezkirina ji te jî bi rengekî parçebûyî nedibû.

Ew bi dilsoziya bi jiyanê û baweriya bi hevrêtiyê li nava dilê gelê min ji dayik bû. Di dilê xwe de hêrsa çiyayên volkanîk û berhemdariya cewhera pak a dayika xakê hebû. Li şûna ku bi hevalên xwe re bilîze yan jî biçe dibistanê wî şivantî dikir.

Ji bo serê van çiyayên bilind diviyabû çi bihata nivîsandin, çi bihata gotin, çi bihata qîrîn?

Bîranînên me, yan jî dîtina rastiya dijmin a di temenê zarokatiyê de, yan jî sekna te ya wêrek û bi îrade; biryardariya te ya ji bo pêşketinê, yan jî dilsoziya te ya bi jinê re, yan jî serhildana te ya li dijî sîstemê. Nizanim bê çi binivîsînim.

Dema Cîlo tê gotin, gotinên serhildêrî, raperîn, stargeh û berhemdar tê bîra mirovan. Çawa ku serê Çiyayê Cîlo nikare bê parçekirin û tunekirin, hezkirina ji te jî bi rengekî parçebûyî nedibû.

Nav hene têne gotin, nav hene wateyê didin, lê nav hene ku di dişewitîne, rondikan dibarîne. Yek ji van jî navê hevrê Cîlo ye.

Êvarek bû... Li Mêrdînê bahozek rabû bû. Her der mij û dûman bû, ji bo agahiyan nexweş bide. Ne rê dikarîbû serhildêriya wî bisekinîne, ne jî pêlên avê. Saet 7 derbas dikir, dema ku min rûyê te yê bi paqijiya zarokatiyê li pêşberî xwe dît, hesteke balkêş kete nava dilê min. Hesta ku ne bi gotinên pirtûkan ne jî bi wêneyan dihate vegotin. Wêne tê dîtin, pirtûk tê xwendin lê belê hest... Hest...

Ji bo vegotinê gelekî zor û zehmetiyê dikişînim hevrê Cîlo. Hevrê Cîlo hîn zarok bû min ew nas dikir. Zarokê yekane yê malê bû, lewma jî di nava malbatê de gelekî hêja bû.

Hevrê Cîlo bi dilnizmiya xwe, bi mirovbûn û xweşbîniya xwe li pêş bû. Yek ji taybetmendiyên sereke yên hevrê Cîlo ew bû ku ti carî cudahî nedixist navbera mirovan. Têkilî bi her kesî re datanî. Romanek bû, jiyan bi hîskirinê dijiya. Bi rengekî wekhev nêzî jin û mêran dibû. Di nava partiyê de bi xwezayî, sade û coşa xwe reng dida derdora xwe. Sîstemeke kar a hesas di kesayetiya xwe de dabû rûniştandin ku di her karî de ruhekî cuda yê jiyanê diafirand.

Yekane armanca hevrê Cîlo ew bû ku biçe Bakur û qada şer bi xwe bibîne, tevlî bibe. Ev yek ji bo hevrê Cîlo bûbû pîvanek. Di nava partiyê de bêrawesandin bi daxwazeke mezin gelekî hewl dida. Bi qasî qada şer di qadên îdeolojîk û rêxistinî de jî xwe bi pêş ve dibir.

Dema ku min hevrê Cîlo dît gelekî pêş ketibû, mezin bûbû lê belê di dilê xwe de hîn jî hestên zarokatiyê hebûn.

Hevrê Cîlo ya ku ji destê te dihat te kir. Çûyîna te min biêşîne jî her fîşeka ku di vê têkoşînê de biteqînim wê ji bo tolhildana te, ji bo hêrsa te be.

* Cîlo Gever (Yilmaz Bûldan) di 27'ê Sibata 2005'an de li Bagokê di şer de şehîd bû.