Şehîd Sara û Bîşeng hatin bîranîn: Divê em li ser rêya wan bimeşin

Şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir li Wargeha Penaberan a Mexmûrê hatin bîranîn. Di bîranînê de peyama “Divê em xwedî li rêya şehîdên xwe derkevin û tola wan bistînin” hate dayîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bîşeng Brûsk (Rojda Bîlen) û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalen Ciwan Sara Hogir Riha (Gulsun Silgir) ku di 28’ê Tîrmehê de li Herêma Parastina Medyayê şehîd bûbûn, hatin bîranîn.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan a wargehê, bi amadebûna gel û beşdarbûna sedan ciwanan û bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê nasnameya her du şehîdan hatin xwendin. Piştre li ser navê xelkê amade Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman axivî û di destpêka axaftinên xwe de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan re xwest û wiha axivî: “Dema mirov behsa şehîd dike, mirov nizane wê çi bibêje. Ji ber ku wate û girîngiya şehîd pir mezine. Her du şehîd jî, di temenên xwe yên biharê de, tevlî nava şoreşê dibin. Dilê wan ji bo azadiyê lê dide û têkoşînek bê hempa didin meşandin. Heval Bîşeng li Ewropa ji dayîk dibe û pergala li wir napejirîne û berê xwe dide çiyayên azad. Her du hevalan jî ji bo şoreşê canê xwe feda kirin û bûn rêhevalê Sara û Bêrîtanan. Di nava şoreşê de jî ti caran xwe ji kar nedane paş û timî di pêş de xabat dan meşandin. Divê em wek gel xwedî li soz û peymana wan şehîdan derbikevin û bi karê xwe, xebat û têkoşîna xwe tolê hilînin.”

Her wiha Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Hisên Kara jî axivî û di destpêka axaftinên xwe de anî ziman ku dijmin ji ber ku têk çûye, niha bi xiyanetkar û hevkarên xwe re bi kel û pelên leşkerên Iraqê berê xwe dane Herêmên Parastina Medyayê. Hisên Kara got: “Her du şehîdên me jî rûmeta me ne. Cihên ku ev her du heval, lê ji dayîk bûne û li wir tevlî nava refên gerîlayan bûne, pir stratejîkin. Rihên fedayî yên Sara û Bîşeng dijmin aniye li ber tûnebûnê. Hevalek ji Ewropa yek jî ji bajarên Tirkiyeyê berê xwe dan Zapê û ji bo welatê xwe têkoşînkirin. Em wek malbatên şehîd û şervanan silavên xwe ji gerîlayên li Zapê re dişînin.”

Piştî axaftinan merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Her wiha konê sersaxiyê li Komîteya Malbatên şehîdan hate vedan û wê heta danê êvarê Meclîs, sazî û gelê wargehê ji bo sersaxiyê ziyaret bikin.