Şehîdên Dersîmê hatin bîranîn: Em ê li ser şopa Rêber Apo bin

Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê şehîdên Dersîmê bi bîr anî.

Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Fermandarê Eyaleta Dersîmê Yaşar Botan (Osman Manak) ku di 1’ê Adara 2023’yan de li Dêrsimê şehîd bibû, Endamê Fermandariya Eyaleta Dersîmê Şevger Semsûr (Zeynal Kuçuk) û Arjîn Sarya (Şehrîban Tekmenuray) ku di 24’ê Kanûna 2022 de li Dêrsimê gihiştibûn şahadetê, bibîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna gelê wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê Bavê Şehîd Yaşar Botan, Mehmûd Zêwkî axivî û di serî de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî malbatên şehîdan re xwest û got: “Serê Rêber Apo saxbe. Em nizanin wê çi bibêjin, ji ber ku hun hertim şehîdan didin jiyankirin û her roj em şehîdan bibîrtînin. Ger destkeftiyek ya me heye, ew jî bi saya van qehremanane. Ti zilm û zorî nema me nedîtî, zarokên me jî ev yek dît û zanîn, lewma berê xwe dan çiya û ji bo welatek azad, têkoşiyan. Yek ji wan jî lawê min Yaşar Botan bû. Dema ku em penaberbûyîn, Yaşar 8 salî bû. Bi dilxwazî beşdarî nav refên gerîla bû. Emê timî ji bo xeyalên şehîdan têbikoşin û emê ti caran xiyanetê li xeyalên zarokên xwe nekin. Tişta ku em êşandî, xiyanet bû. Ji dîrokê ve xiyanet xilas nebûye û bûye sedema şahadetan. Wek malbat emê timî li ser xeta Rêber Apo û şehîdan bimeşin.”

Her wiha Hevberdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Mûrad Encû jî sersaxî ji Reber Apo, malbatên şehîdan, gerîlayên serê çiya ku niha li Zap, Metîna û Avaşînê li hember dagirkeran li ber xwe didin re xwest.

Piştî axaftinan, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna her sê şehîdan hatî amadekirin hat temaşekirin û merasîma bîranînê bi diruşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.