Bakirhan: Eger em bibin yek em ê tifaqa JÎTEM'ê têk bibin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Îdirê axivî, bang li gelê Kurd kir û got, "Em ê tifaqa JÎTEM'ê asteng bikin. Ji kerema xwe re bibin yek, hesabên biçûk nekin."

HILBIJARTINÊN XWECIHÎ

Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Îdirê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan û bi hezaran kesan mitîng li dar xist. Bi hezaran kesên ji gund û taxan hatin, qada mitîngê tije kirin. Welatiyan beriya destpêkirina mitîngê, xelekên govendê gerandin. Qada mitîngê bi flama û alên DEM Partiyê hatibû xemilandin. Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên navend û navçeyan gel silav kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê Nejla Kum û Mehmet Nûrî Guneş axivîn û gotin ku dê şaredariyê bi hev re birêve bibin û ev tişt anî ziman: “Ev dixwazin bajarê me teslîm bigirin. Em ê destûrê nedin van û bajarê xwe ji çeteyan rizgar bikin.”

Piştre jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Bakirhan, anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê derûniya îktîdarê xera kiriye. Bakirhan, diyar kir ku îktîdarê digot; “ev tune bûn” û wiha dom kir: “Lê li qadên Newrozê yên Stenbol, Amed û bajarên din dîtin ku em hene, em hebûn û dê her hebin. Tu zext û zordariyên we dê nekarin pêşî li me bigirin. Em ê hêj bêhtir derûniya wan xerab bikin.

AKP dibêje ‘me di 22 salan de Tirkiye firand.’ Ev dereweke mezin e. Ji ber ku li Tirkiyeyê niha 46 milyon kes di sînorê birçîbûnê de ye. Ne kurd, azerî, kedkar û karker; mal û milkê we û zarokên we firiya. Li ser nîjadperestî û neteweperestiyê hewl didin van zilm û zordariya xwe veşêrin.

Wê gel di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide îktîdarê. Ev kesên nanheram in ku serê wan li ser cilnimêjê û aqilê wan li ser heramxwiriyê ye. Li ser hîleyan e. Lê xelkê Îdirê dê di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bide van. Mezintirîn dijminên cotkaran ên cîhanê, îktîdara AKP û MHP’ê ye. Dijminên çandiniyê, sewalkariyê û hilberînên din in. Sewalkarî û çandinî tune kirin. Tenê derdekî wan heye ew jî dewlemendbûn e. Em ê li ser sindoqê bersiva pêwîst bidin van heramzadeyan.

Li her devera cîhanê bihayê xurekan kêm dibe lê li Tirkiyeyê zêde dibe. Hey bêwijdanno; qet nebe bila di meha remezanê de xelk bikare dohnê zeytê, xurme, şîr û goşt bibe mala xwe. Li şûna ku pirsa sewalkarî çima qediya bikin, dibêjin ‘DEM Partî terorîst e.’ Xwedê bela we bide we. Yê ku krîza herî mezin bi serê Tirkiyeyê anî Tayyîp Erdogan e.”

Di berdewamê de Bakirhan wiha bersiva da gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku digot; “Heke DEM Partî bixwaze weke muxatab were qebûlkirin, bila xwe îspat bike”: “Recep Tayyîp Erdogan nizane li Tirkiyeyê çi diqewime. Milyon kesên li qadên Newrozê kom bûne nabîne, nabihîse û nizane. Qenalên medyaya hawîz temaşe dike û dibêje qey Tirkiye bihûşt e. Em dibêjin, birêz Erdogan îrade li qadên Newrozê ye, muxatab li qadên Newrozê ye. Êdî ji wê xewa xwe ya li qesrê hişyar bibe. Li medyaya derveyî ya qesrê binêre. Wê demê dê muxatab jî bibînî û îradeyê jî bibînî.”

Bakirhan, piştre jî ev 6 xal rêz kir: “Lê heke tu bi israr bixwazî muxataban bibînî ez ji te re bibêjim. Dev ji amadekariyên şer û zimanê xwe yê jehrî ku berê gelan dide hev berde. Bûdçeya şer bide teqawid, xizan û kedkaran. Dev ji cihêkariya li dijî gelan berde. Ji bo zimanê kurdî dev ji gotina ‘zimanê nayê zanîn’ berde. Ji erdnîgariya kurdan re nebêje ‘teroristan’ ji ber ku navê wê Kurdistan e. Ziman, nasname û îradeya kurdan nas bike. Heke tu cihê bixwazî li qadên Newrozê binêre. Ya herî girîng jî heke daxwaza te ya aştiyê hebe, wê demê tecrîda mutleq a li Îmraliyê rake. Hiqûqê bixe meriyetê. Te qeyûm tayîn kir besî te nekir, te girtin besî te nekir û niha jî bi veguhestina hilbijêrên qaçax a li 31 bajarên kurdan hewl didî îradeya gelê kurd xesp bikî. Wê demê here soz bide ku dê hilbijêrên qaçax neçin ser sindoqê û îradeya gel xesp nekin. Wê demê tu dê muxatab û îradeyê bibînî. Wê demê were li gel me û muxalefetê li dora maseya çareseriyê rûnî. Vaye ji te re muxatab û daxwazên gelên me yên li qadên Newrozê.”

Bakirhan, got ku qeyûm tê wateya rant, nelirêtî û diziyê û wiha pê de çû: “Ev qeyûm tu xizmetê nakin. Bajarê herî zêde hewaê wê qirêjî Îdir e. Li bajarê xaka wê herî berhemdar, ciwan ji bêkariyê koç dikin. Ev yek nîşan dide ku ev bajare baş nayê birêvebibirin. Demek kî hûn dixwin û têxin berîka xwe. Dema me di 1’ê nîsanê de Şaredariya Îdirê dîsa bi dest xist, em ê yek bi yek hemû nelirêtiyên hatine kirin bi gel re parve bikin û hesabê wê bipirsin. Dê di pratîka şaredarvaniya me de koçberî çênebe û her kes li xaka xwe bijî. Em ê ji bo hevalên jin kooperatîfan ava bikin, dê bixebitin û hilberînin. Dê ciwan tevî pêvajoya hilberandinê bibin. Wê alîkariyê bidin sewalkaran, cotkaran.” 

Têkildarî hilbijêrên qaçax jî Bakirhan wiha got: “Hilbijêrên qaçax veguhestine Îdirê. Yên ku li ser nexşeyê jî cihê Îdirê nizanin, anîne vê derê da ku îradeya kurdan, azeriyan û terekemeyan bidizin. Gelo ma ev demokrasî ye, ma ev insanetî ye? Ma mirovên bawermend vê diziyê dikink? Ev tifaqa diziyê dike, tifaqa JÎTEM’ê ye. Em ê bi hev re van têk bibin. Ji kerema xwe bibin yek û nekevin nava nîqaşên biçûk. Da ku em Îdirê veguherînin bajarê xizmetê û xwişk-biratiyê. Li vê derê cezayê hefsê dan 5 rûspiyên temenê wan di navbera 78-80’ê salî de. Yaw ev ew kes in ku diçin mizgeftê nimêja xwe dikin, duayan dikikn. Gelo em ê ji vê zilmê re bibêjin bes e? Dijminên kurdên zindî ne, kurdên mirî ne, heta kêla gorên kurdan, zimanê wan, xwezaya wan in. Em ê di vê meha remezanê de vê zîhniyetê bi hev re def bikin.”

Herî dawî jî bakirhan banga xwedîderketina li îradeya xwe li gelê Îdirê kir. Piştî Bakirhan, Azad Bedran derket ser dikê. Mitîng bi gerandina govendê dom kir.