Hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade li Îlamê hat binçavkirin
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade bi hinceta ku dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kiriye binçav kirin.
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê hunermendê Kurd Muhammed Abbas Zade bi hinceta ku dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kiriye binçav kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku hunermendê 35 salî piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Şohan Meleşayê hate binçavkirin.
Rêxistinê diyar kir ku Mihemed Ebas Zade bi hinceta ku di Newrozê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" berz kiriye hatiye binçavkirin.
Muhammed Abbas Zade jî di sala 2023’yan de hatibû binçavkirin û bi kefalet hatibû berdan.