Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê

Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li Serdeşt a Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) semînerek hat dayîn.

SEMÎNERA 4'Ê NÎSANÊ

Di semînerê de endama Koodînasyona TAJÊ Şemê Remo û Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê Qasim Şoreş axivîn û 4’ê Nîsanê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li hemû kesên berxwedêr pîroz kirin.

Şemê Remo di semînerê de bal kişand ser polîtîkayên qirêj ên li ser civaka Êzidî tên meşandin û wiha got: “Hêvî û daxwaza me ji civaka me ew e ku li hemberî hemû cureyên siyasetên qirêj ên li ser me tên meşandin şiyar be. Divê bizanibe em di nav siyaseteke çawa qirêj de ne, çawa xwişk-birayên wan, hevalên wan, ruhê wan û canê wan ji ber sedema qirêjiya di nav me de, ji ber sîxurên ku ji nav me dertên dibin hedef, ev li Şengalê tişteke nexweş e. Divê ev siyaseta qirêj ji nav me derkeve. Divê malbat destpêkê ji xwe destpê bikin, bizanibin zarokên wan çi dikin, bi kê re diaxivin û digerin. Ez hêvîdar im dê civaka me li hemberî van polîtîkayên qirêj ên dijmin şiyar bin. Her wiha dê serkeftin a me be.”

Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê Qasim Şoreş jî destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê rojeke bi wate, rûmet, şeref û namûsê ye, rojeke li hember koletiyê serîrakirin e û got ku ev roj jî roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.