Hêzên Îran û Iraqê di nava 24 saetan de 10 kolber birîndar kirin, 12 binçav kirin
Di nava 24 saetên borî de, li ser sînorê Newsud 10 kolber di encama êrişên hêzên Îran û Iraqê de birîndar bûn, 12 jî hatin binçavkirin.
Di nava 24 saetên borî de, li ser sînorê Newsud 10 kolber di encama êrişên hêzên Îran û Iraqê de birîndar bûn, 12 jî hatin binçavkirin.
Êrişên li ser kolberan bê navber dewam dikin, li gorî malpera Kolbernewsê, di nava 24 saetên borî de, li ser xeta sînorê Newsud 10 kolber di encama êrişên hêzên Îran û Iraqê de birîndar bûne.
Her wiha hate gotin ku di nava 24 saetên borî de jî, 12 kolber ji aliyê parêzvanên sînor yên Iraqê ve, li sînorê Biyare û Newsud hatine binçavkirin.