BI DÎMEN

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand ku di 27 û 29'ê Kanûna 2023'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.

ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan ev agahî dabû:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

27'ê Kanûnê saet di 15:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

29'ê Kanûnê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên YJA Starê ve hate kirin."