Besê Hozat: Em ketin pêvajoya berxwedana civakî

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku wan bi Newrozê bi heybet dest bi berxwedana civakî kirine û got, "Me ev yek dît; gelê Kurd gelekî Newrozê ye. Lê belê gelê Newrozê wê gelên Tirkiyeyê jî bike gelê Newrozê."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat beşdarî 'Bernameya Taybet' a Medya Haberê bû û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîrozbahiyên Newrozê yên sala 2024'an û pêvajoya hilbijartinên xwecihî nirxand.

Hevpeyvîna bi Besê Hozat re bi vî rengî ye:

Kampanya 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' derbasî qonaxa duyemîn bû. Li aliyê din jî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê dewam dike. Bi Newrozê re ev kampanya derbasî qonaxeke bilind bû. Hûn asta tecrîd û kampanya azadiyê çawa dinirxînin?

Beriya her tiştî Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim. Newroz li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û derveyî welat bi heybet hate pîrozkirin. Newroza gelê me û gelan pîroz dikim. Vê tevlîbûna xurt ji dil silav dikim. Di şexsê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de hemû şehîdên Newrozê bi minet û hurmet bi bîr tînim. Di heman demê de em di Hefteya Lehengiyê de ne. Di şexsê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de şehîdên şoreş û azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Bêguman pêngava azadiye gihîştiye asteke gelekî girîng. Bi rastî jî di asta heyî de pêngava azadiyê global bûye, gerdûnî bûye. Rêber Apo bû Rêberekî gerdûnî. Bi taybetî 10'ê Cotmehê bi pêşengiya dostan pêngavê destpê kir û gihîşt asteke navneteweyî. Di asta cîhanê de xwedîderketineke cidî ji bo Rêber Apo pêk hat. Paradîgma, fikrê Rêber Apo gelekî li cîhanê belav bû. Hate naskirin, hate hînbûn. Vê yekê bêguman bi xwe re xwedîderketineke mezin jî anî. Konferans, komxebat, konserên di asta navneteweyî de hatin lidarxistin, xwendina parêznameyên Rêbertî, hewldana ji bo fêhmkirina fikrên wî ji bo azadiya Rêbertî rojeveke gelekî girîng afirand. Ev yek gelekî girîng bû. Bi vê yekê re aliyê civakî yê pêngavê jî di heman demê de pêk hat. Li her derê gelê me timî li ser piyan bû. Têkoşîn, berxwedana civakî dewam kir. Bi taybetî mehên dawî di vê mijarê de bilindbûneke cidî pêk hat, di berxwedan û têkoşîna civakî de. Bi taybetî meşa azadiyê ya li Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê gelekî bi wate bû. Di 1'ê Sibatê de destpê kir û heta 15'ê Sibatê dewam kir. Ji Serhedê destpê kir heta Botanê, Dersimê, ji wir herî dawî li Amedê gihişt asta herî bilind. Li her devera jê derbas bû kombûnên gel, civînên gel hatin lidarxistin. Deverên dîrokî, deverên ku ji bo gelê me girîng û pîroz têne dîtin hatin ziyaretkirin. Ev gelekî bi wate bûn. Lewma bi taybetî Meşa Azadiyê di kûrkirin û mezinkirina Meşa Azadiyê de, bi roleke mezin rabû. Bandora siyasî û civakî ya vê meşê gelekî xurt bû. Her wiha Meşa Kolnê ya 17'ê Sibatê gelekî bi heybet bû. Lingê Ewropayê yê Meşa Azadiyê bû. Di civakîbûna pêngavê de vê yekê jî destpêkeke girîng pêk anî. Hem Meşa Azadiyê ya li Bakur hem jî Meşa Kolnê ya li Ewropayê. Bêguman ev gelekî bi wate bûn. Dema ku mirov pêngavê binirxîne bêguman divê Nobeda Azadiyê ya li Strasboûrgê bê nirxandin ku bi salane dewam dike. Heftane welatparêzên me, dostên me ji hev dewr werdigirin û bi salane vê çalakiyê dewam dikin. Pêngava azadiyê 25 sal in, yanî ji dema destpêkirina komployê û vir ve destpê kiriye. Li ser xeta fedaiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' pêvajoyeke berxwedan, têkoşînê ye. Vê berxwedanê bênavber dewam kir. Bi pêngava 10'ê Cotmehê re global bû. Lewma bi salane li Strasboûrgê çalakiyek heye, Nobeda Azadiyê heye. Di globalbûyîna pêngava azadiyê de, di ragihandina fikir û felsefeya Rêbertî ji bo civaka cîhanê de roleke gelekî girîng lîst. Ez pîroz dikim. Bawerim ketiye hefteya 620'an. Kedeke gelekî mezin hate dayin. Her wiha van mehên dawî dayikên me Nobeda Edaletê pêk tînin. Di serî de Amed li gelek bajaran, li gelek bajarên Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyeyê çalakî tê lidarxistin. Vê yekê jî hestiyariyeke cidî ya civakî afirand. Tevkariyeke cidî li pêngava azadiyê kir. Bi rastî jî dayikên me, wijdan û exlaqê azad ê civaka me ye. Bi vê çalakiyê jî nîşan dan. Xîtabî wijdanê civakê kirin. Hişyariyeke cidî û liv û tevgereke mezin pêk hat. Ez vê çalakiya dayikên me jî silav dikim. Her wiha li zindanan nêzî 4 meh in li ser xeta fedaî berxwedanek heye. Ez vê berxwedana hevrêyên me silav dikim û pîroz dikim. Ji destpêkê ve bi salan e hevrêyên li zindanan di nava şert û mercên êşkenceyê de berxwedaneke mezin nîşan didin, li ser xeta fedaîtiyê fedakariyeke mezin dikin. Bi salane pêngava azadiyê di her serdemê de meşandin. Bûn parçeyek jê û tevlî bûn. Di demên cuda de pêşengiyeke xurt kirin. Bi pêşengiya Leyla Guven di sala 2018'an de pêvajoya ku destpê kir bandoreke mezin kir. Niha li ser heman xetê, li ser xeta fedaî ya 14'ê Tîrmehê, li ser xeta Rêber Apo berxwedaneke mezin heye. Ez vê jî silav dikim. Vê jî hêzeke mezin da pêngavê. Ev bêguman bi wate ne. Her wiha berxwedana gerîla, ji destpêkê ve, bi salane, bi dehan sal in berxwedaneke mezin a gerîla heye. Têkoşîna azadiyê ya Kurd, têkoşîna civakî, têkoşîna siyasî bi giştî li dora têkoşîna gerîla ewqasî berfireh bû, kûr bû, têkoşîna me gel û civakî bû. Veguherî têkoşîneke welê ku têk naçe. Lewma gerîla mîna her timî, bi taybetî van 8 salên dawî ji dema destpêkirina êrişên topyekûn ên qirkirinê û vir ve gerîla lehengiyeke gelekî mezin û berxwedanê dikin. Çalakiyên gelekî xurt dike. Dijmin li gel teknîk û derfetên xwe hemûyan êriş dike. Bi piştgiriya NATO, hêzên noker xayin, bi piştgiriya PDK'ê, ku yekser tevlî vî şerî bûye, êriş dike. Tevî ewqas derfetan dijmin êriş dike, lê belê nikare gerîla lawaz bike. Gerîla li ber xwe dide û derbên mezin li dijmin dixe. Bêguman ev gelekî bi wate ye. Di pêşvebirin, xurtkirin, globalbûyîna pêngava azadiyê de, di dagirtina rojevê de roleke mezin a berxwedana gerîla hebû. Ez vê jî silav dikim, hevrêyan pîroz dikim.
Pêngav niha gihîştiye asteke gelekî girîng. Meşa Azadiyê, Meşa Kolnê, Newroz, Newroza ku bi milyonan mirov tevlî bûn destpêka qonaxa duyemîn a pêngava azadiyê ye. Lewma destpêka wê ye. Em ji vir dibînin ku êdî ji niha û pê ve pêngava azadiyê wê hîn bi xurtî, bi civakî û girseyî bi pêş bikeve. Gerîla jî bêguman wê bi xurtî rola xwe bi cih bîne. Gelê me li her derê wê li ber xwe bide, wê vê berxwedanê mezin bike. Di heman demê de têkoşîna hiqûqî, dîplomatîk, siyasî wê weke hîmekî bingehîn ê pêngavê bi pêş bikeve û mezin bibe. Di sala 2024'an de wê pêngav bi ser bikeve. Yanî asta heyî ya pêngavê asta duyemîn e. Bi berxwedaneke civakî ya bi heybet me dest bi qonaxa duyemîn kir. Ev yek di heman demê de nîşan dide ku ev pêngav wê bibe pêngaveke serketinê, wê encameke ku tenduristî û azadiya Rêbertî misoger bike, di heman demê de di çareseriya pirsgirêka Kurd, di demokratîkbûna Tirkiyeyê de wê zemîn û rewşekê biafirîne. Ji xwe azadiya Rêber Apo tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn. Lewma ev têkoşîn li dora Rêber Apo tê meşandin, bi xwe re jî Şoreşeke Demokrasiyê wê biafirîne. Ji niha û pê ve em ê vê pêngavê hîn bi xurtî bimeşînin.
Di çarçoveya vê rojevê de mijareke girîng ku dixwazim balê bikişînim ser heye. Rêber Apo di nava sîstema tecrîd, îzolasyon, êşkenceya û qirkirinê de ye. 25 sal in tecrîdeke bênavber heye. Zext heye. Bi rastî jî sîstemeke êşkenceyê sîstema li Îmraliyê. Sê salên dawî jî têkiliya xwe ya bi derve re qet nîne. Nikare malbata xwe, nikare parêzerên xwe bibîne. Kes nizane bê li Îmraliyê çi diqewime. Em ji polîtîkayên tê meşandin bi vê zanin, ji ber ku şerekî qirkirinê tê meşandin li hemberî Kurdan. Navenda vê jî Îmrali ye. Li Îmraliyê li ser Rêber Apo zexteke giran heye. Bi taybetî zextên li ser Rêber Apo di pêvajoyên hilbijartinê de gelekî zêdetir dibin. Di rewşa heyî de ji gotinên vê desthilatdariya faşîst, ji kiryarên wan em zanin ku li Îmraliyê li ser Rêber Apo zexteke giran heye. Rêber Apo van zextan red dike. Rêber Apo ji ber ku van zextan red dike, tecrîd tê girankirin. Di heman demê de ev tecrîda girankirî ji aliyê vê desthilatdariya faşîst ve li hemberî gelê Kurd, li dijî Tevgera Azadiyê Kurd weke amûreke siyasî û şerê taybet tê bikaranîn. Ev yek di pêvajoyên hilbijartinê de hîn bêhtir tê kirin. Hin tîpên xayin, endamên şerê taybet hene. Di vê demê de jî diaxivin. Çend roj berê min li xayinekî jî guhdarî kir, diaxivî. Ew bi xwe ji xwe endamê şerê taybet e. Endamê JÎTEM'ê ye. Em dîroka wan zanin. Bi vî rengî dibêje, 'Ocalan li cihekî nerm e, pirsgirêk di PKK'ê de ye. Pirsgirêk di Kurdê têkoşîna azadiyê de ye. Ew jî mîna Ocalan di nava nêzîkatiyê de bin wê pêşî li çareseriyê jî vebe. Pêvajoyeke nû jî dikare bê destpêkirin'. Xayinê ku vê dibêje parlamenterê AKP'ê ye. Yanî zilamê AKP'ê ye. Madem tu dibêje Ocalan li ser xeteke erênî ye, wê demê tecrîda mutleq a li Îmraliyê çi ye? Sê sal in ne malbata wî, ne parêzerên wî nikarin hevdîtinê bikin. Em bibêjin ev desthilatdarî nêzîkatiya Rêbertî, sekna Rêbertî ji bo xwe, ku bi wî rengî dibêjin, yanî bi navê AKP'ê diaxive, bi wî rengî dinirxîne. Wê demê vê tecrîda mutleq û îzolasyonê tu çawa dinirxîne? Nîne. Çima? Çi dike? Şerê taybet dike. Endamekî şerê taybet e, kontra ye. Hewl dide serê gel tevlîhev bike. Yên mîna wî dikin gelek hene. Min di şexsê kesekî de şênber kir. Serê mirovan tevlîhev dikin, bendewariyan diafirînin. Bi taybetî di pêvajoyên hilbijartinê de vê yekê gelekî dikin. Bi afirandina bendewariyan û tevlîhevkirina serê mirovan hewl didin dengan ji Kurdan werbigirin. Ya jî eger ji wan bê hewl didin bikin ku Kurd dengê xwe nedin. Bi esasî jî dixwazin dengan werbigirin. Hewl dide bendewariyan ji AKP'ê bike, biafirîne. Di vê pêvajoyê de şerê taybet gelekî hatiye girankirin. Halbûkî polîtîkaya vê desthilatdariyê li holê ye. Naxwaze gotineke bi tenê ya Rêber Apo derkeve derve. Naxwaze bigihêje civakê. Ji ber ku bandora her gotineke Rêber Apo ya li ser civakê zane. Haya xwe ji hêz û bandora Rêber Apo heye. Ji ber ku haya xwe ji vê heye û ji vê ditirse tecrîdê ferz dikin. Tecrîda mutleq ferz dikin. Bi temamî îzole dikin, têkiliya xwe ya bi derve re bi temamî dibirin. Nahêlin ku gotineke wî ya bi tenê jî bigihêje derve. Ji ber ku bi bandora mezin a wê gotinê ya li ser civakê zanin. Bandora wê gotinê ya li ser raya giştî ya demokratîk zanin. Bandora wê gotinê ya li ser siyaseta demokratîk zanin. Zanin ku wê xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê re bike. Naxwazin li Tirkiyeyê demokrasî pêk were. Naxwazin. Eger ev bêhiqûqiya li ser Rêbertî nebe, kiryarên antî demokratîk û faşîzm nebe, li Tirkiyeyê wê hiqûq pêk were. Ji ber ku her cûre kiryarên bêhiqûqî li ser Rêbertî heye, ji ber ku pîvanên hiqûqê, qanûn bi cih nayên anîn li Tirkiyeyê bêhiqûqî, bêedaletî heye. Karên nelirê, dizî li Tirkiyeyê zêde ye. Tirkiye bûye navend, biryargeha mafya û bazirganên narkotîkê. Tecawizkar têne berdan, nayên cezakirin. Hiqûq nîne. Hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin, ji xwe bi cih nayê anîn. Hiqûqa xwe jî bi cih nîne. Eger hiqûqa xwe pêk bîne neçar e ku li Îmraliyê li ser hin tiştan baldar be, divê li Îmraliyê jî hiqûq bê bicihanîn. Ji ber vê yekê eger li Îmraliyê hiqûq bê bicihanîn wê hiqûq bê Tirkiyeyê. Edalet bê Îmraliyê wê edalet di heman demê de bê Tirkiyeyê. Têkildarî Îmraliyê polîtîka, nêzîkatiyeke exlaqî bê nîşandan, siyaseta li Tirkiyeyê jî wê hinekî paqij bibe. Wê siyaseteke hinekî exlaqî bê kirin. Niha li Îmraliyê ne hiqûq heye, ne exlaq heye, ne wijdan heye, ne tiştekî bi navê mirovahiyê heye, ne edalet heye. Li rewşa Îmraliyê binihêre, Tirkiyeyê fêhm bike. Rewş bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê bêguman divê kesek, gelê me bi propagandaya şerê taybet a endamên şerê taybet ti carî nexape. Ji xwe ne bawerim ku gelê me guh dide van. Lê belê dibe ku hinek bixwaze guh bide, hin beşên civakê, hin beşên siyasî; divê kes guh nede wan. Ev tîp hemû endamên şerê taybet in, şerê taybet dikin, li pey dengan e, nêzîkatiya vê desthilatdariyê diyar e, li dijî Kurdan şerekî topyekûn ê tinekirinê dimeşîne. Plana wê yekê dike ku piştî hilbijartinê jî vî şerê topyekûn ê qirkirinê bibe serî. Amadekariya wê dike. Amadekariyên xwe yên siyasî, dîplomatîk û leşkerî li ser vê bingehê ye. Bi hilbijartinê re dixwaze vî şerê topyekûn kûrtir bike, şer girantir bike û şerê qirkirinê bi ser bixîne. Di nava amadekariya vê yekê de ne. Lewma divê mirov li hemberî van propagandayên şerê taybet jî baldar bin. Ev yek di heman demê de êrişa li dijî Rêber Apo ye, di şexsê Rêber Apo de êrişa li dijî Kurdan e, heqareta li Kurdan e. Propagandaya endamên şerê taybet divê li her derê bi rengekî cidî bêne teşhîrkirin. Li dijî vê yekê bêguman divê şerekî xurt bê meşandin. Ev yek jî parçeyek ji pêngavê ye. Ji ber ku ji bo lawazkirina pêngavê tiştên bi vî rengî têne kirin. Li hemberî vê yekê jî têkoşîneke gelekî xurt a îdeolojîk, siyasî, civakî divê bê kirin.

Em bên ser pîrozbahiyên Newrozê. Piştî Newroza 2013'an pîrozbahiyên herî bi heybet vê salê hatin lidarxistin. Peyamên ku Newroza azadiyê dan divê çawa bêne fêhmkirin?

Bêguman me di daxuyaniya xwe de jî anîn ziman. Newroza 2024'an Newroza herî bi heybet a salên dawî bû. Bi rastî jî li her derê bi milyonan mirov bûn mîna lehiyê û qad dagirtin, qad veguherandin deryaya mirovan. Li çar parçeyên Kurdistanê jî bi vî rengî bû, li Bakur, Rojhilat mînak li Rojhilat jî gelekî bi coş û bi heybet derbas bû. Li Rojava gelekî bi heybet derbas bû, li Kobanê, Qamişlo, Hesekê li her derê bi heybet bû. Li Başûr jî bi heman rengî bû. Li gelek deverên Başûr jî hate pîrozkirin. Tevî ku meha Remezanê bû tevlîbûneke xurt pêk hat. Newroza Qendîlê jî bi xurtî derbas bû. Me digot meha Remezanê ye, şert û mercên hewayê jî guncaw nîne, her wiha roja Newrozê timî balafir geriyan. Li Qendîlê ji xwe bombe li hin deveran barandin. Lê belê tevî wê jî bi rastî jî tevlîbûn gelekî baş bû. Newroza Qendîlê bi serketî pêk hat. Bêguman Newroza herî bi heybet a îsal li Bakur û li Tirkiyeyê bû. Bi taybetî Newroza Wanê gelekî bi heybet bû. Newroza Cizîrê gelekî bi heybet bû. Newroz Rihayê me lê temaşe kir, gelekî bi heybet bû. Amed ji xwe gihîşt asta herî bilind. Me Newrozeke gelekî bi heybet li Amedê dît. Gelek bajarên Kurdistanê bi vî rengî bû. Li Sêrtê jî bi rastî bi heybet derbas bû. Li Êlihê jî bi heman rengî bû. Mêrdîn bi heman rengî, navçeyên Mêrdînê. Botan, gelek herêmên Botanê. Li Dersimê Newroz îsal gelekî xurt derbas bû. Li Serhedê bi heman rengî bû. Bajarên Tirkiyeyê jî yekemcar bi rengekî bi heybet Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahiyên gelekî bi coş ên Newrozê hebûn. Mînak Stenbol. Di navberê de me bi hevalan re jî nîqaş kir. Bi rastî jî Stenbol kete hevrikiya bi Amedê re. Li kêleka Marmarayê mîna deryayeke mirovan ava bû. Gelekî bi heybet bû. Newrozeke welê bû ku coş û kelecan da mirovan. Ji bilî Stenbolê li Bûrsayê hate pîrozkirin, li Edîrneyê, Balikesîr, Manîsa li Îzmîrê hate pîrozkirin. Li gelek deverên Anatoliya Navîn, ne tenê li Konyayê li gelek deveran hate pîrozkirin. Bi rastî jî bû Newrozeke bi heybet. Me ev yek dît. Gelê Kurd ji xwe gelê Newrozê ye. Gelê Newrozê tê çi wateyê? Li dijî zilm, mêtingerî, dagirkeriyê, faşîzmê, zextê serhildan e, raperîn e. Sekna azadiyê ye, helwesta azadiyê ye. Gelê me ev sekn di vê Newrozê de bi xurtî nîşan da. Me ev yek dît. Gelê Kurd gelekî Newrozê ye, lê belê ev gelê Newrozê wê gelên Tirkiyeyê jî bike gelên Newrozê. Di her Newrozê de mirov vê yekê baş hîs dike û dibîne, her Newroz di nava civakê de guhertineke cidî, veguherînê, pêşketinê û azadiyê bi pêş dixîne. Di vê Newrozê de gelê me bi du gavên din guherî, veguherî û azad bû. Min ev yek dît û hîs kir. Em, gelê Kurd gav bi gav, wê civaka Tirkiyeyê biguherîne, ruhê Newrozê li nava civaka Tirkiyeyê belav bike. Wê civaka Tirkiyeyê jî azad bike. Gelê Kurd ê azadbûyî wê encameke welê biafirîne ku civaka Tirkiyeyê jî azad bike. Guherîna li nava civaka Kurd, civaka Tirkiyeyê jî diguherîne û azad dike. Ev yek gelekî girîng e. Di vê Newrozê de me dît ku Tirkiye jî hinekî Kurdistanî bû. Yanî li Tirkiyeyê yên ku tevlî Newrozê bûn ne tenê Kurd bûn. Hêzên demokrasiyê tevlî bûn, gelek derdorên demokratîk tevlî bûn, gelek derdorên etnîkî, çandî tevlî bûn. Gelek derdorên çep, çepgir, sosyalîst tevlî bûn. Tirkiyeya rastî ev e, baxçeyê gelan e. Bêguman ev yek gelekî girîng bû. Di vê Newrozê de gelek peyamên girîng hebûn ku hatin dayin. Ya yekemîn, bi taybetî 8 sal in li dijî şerê qirkirinê yê bênavber dewam dike, li dijî siyaseta înkar û tinekirinê gelê me îrade û helwesteke xurt nîşan da û got, em ê rê nedin vê yekê. Got, ev polîtîkaya te êdî têk çûye, îflas kiriye. 8 sal in li Kurdistanê bênavber polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, li hemberî Kurdan şerekî topyekûn tê meşandin. Ev dewleta faşîst vî şerî dike. Ev dewleta mêtinger û qirker vî şerî dike. Yanî hemû hilbijartî xist zindanê, welatparêz xist zindanan, aktîvîst xist zindanan, êrişî qada çand, çapemeniyê kir, êrişî malbatên şehîdan kir. Qada aboriyê têk bir, xwezaya Kurdistanê têk dibe. Kurdistanê xizan dike. Yanî qirkirineke mezin heye. Bi zanebûn û rêk û pêk li Kurdistanê xizaniyê, birçîbûnê kûr dike, hewl dide Kurdan koçber bike. Hewl dide Kurdistanê bê Kurd bihêle, bê mirov bihêle. Em zanin ku li gelek deverên Kurdistanê bi rastî jî bi hezaran ciwanan koçber dike. Navendên şere taybet zêde dixebitin û ciwanan koçber dikin. Li gel van êrişan jî di Newrozê de gelê me bi milyonan mirovî qad dagirtin. Mîna lehiyekê herikî. Got, ev polîtîkaya te têk çûye. Eşkere bû ku polîtîkaya qirkirinê ya 8 salan îflas kiriye, bê encam maye. Nekariye îradeya Kurdan bişikîne, nekarî serî li Kurdan bide tewandin. Kurd li ser piyan e û serî hildane. Ev yek peyameke gelekî girîng e. Sekneke gelekî girîng e. Helwesteke. Li dijî vê dewlet û desthilatdariya qirker mêtinger helwesteke. Hilweşîna polîtîkayên wan ên sed salî ye. Ev yek gelekî girîng e. Peyameke girîng a vê Newrozê bi vî rengî bû. Bêguman ev yek got; ev berxwedan li dora berxwedana Rêber Apo pêk tê û vê berxwedanê van polîtîka û plana têkbirinê têk bir. Me têkçûna vê polîtîkaya têkbirinê bi şênberî li qada Newrozê dît. Û got, Rêber Apo îradeya me temsîl dike, Rêber Apo îradeya me ye, Rêberê me ye, navnîşana çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Gelê me ji cîhanê re ev yek ragihand. Li qadan hemûyan bi milyonan mirovî got, Bijî Serok Apo, Rêber Apo îradeya me ye navnîşana çareserî, demokrasî, azadiyê, wekheviyê, aştiya bi rûmet e. Kes bi propagandaya şerê taybet, bi şerê taybet, bi hesabên cuda nekevin nava plan û hesabên cuda. Gelê me got, em ê hemûyan têk bibin. Bêguman ev gelekî girîng bû.
Her wiha li qadan li her derê dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bilind bû. Nîşan da ku têkoşîna azadiyê ya jinê, şoreşa azadiyê ya jinê civakê çawa diguherîne. Me ev yek di vê Newrozê de jî dît. Jin di vê Newrozê de jî li refên herî pêş bûn. Bi rastî jî rengê xwe dan Newrozê. Dengê xwe dan Newrozê, karakterê xwe dan Newrozê. Karakter û asta azadiyê ya Newrozê tevlîbûna zêde ya jinan diyar kir. Ruhê 8'ê Adarê bi xurtî bandora xwe li Newrozê kir. Weke ku tê zanîn 8'ê Adarê jî gelekî bi xurtî hate pîrozkirin. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê tevgera jinê xurt bûye, bandora xwe ya li ser civakê jî cidî ye. Zextê li desthilatdarî û siyasetê dike. Ev yek bi şênberî di Newrozê de jî hate dîtin.
Her wiha ji bo afirandina yekîtî û hesta neteweyî de, di xurtbûna hişmendiya neteweyî de vê Newrozê roleke girîng lîst. Wêneyê vê bû. Li her derê, fikrê xwe yê cuda jî dibe ku hebe, nêrîneke xwe ya cuda jî hebe, lê belê di nirxên hevpar ên neteweyî de lihevkombûneke mezin pêk hat. Me ev yek bi xurtî dît. Ev nirxên hevpar ên neteweyî bûn, nirxên azadiyê bûn, nirxên demokrasiyê bûn, banga ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Daxwaza vê yekê bû. Bêguman ev girîng bûn. Peyamên girîng ên vê Newrozê bi vî rengî bûn. Destpêka pêngava azadiyê afirand. Ji bo berxwedana civakî bû destpêkek. Beriya wê Meşa Azadiyê, Meşa Kolnê û bi Newrozê re pêngav wê hîn bi xurtî bi pêş bikeve. Teqez wê bigihêje encamê, wê bi ser bikeve. Di vê Newrozê de jî me ev yek dîtin.

Her kes qebûl dike ku hilbijartinên xwecihî yên 2024'an di asta krîtîk de girîng e. Girîngiya vê hilbijartinê ji bo gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê çi ye?

Girîng e ku ev hilbijartin di kîjan atmosfera civakî û siyasî de tê kirin. Şerekî bênavber heye. Li Kurdistanê qirkirin, li ser gelên Tirkiyeyê şerek heye. Rêveberiyeke faşîst heye li Tirkiyeyê, rêveberiya faşîst a AKP-MHP-Ergenekon heye. Vê desthilatdariya faşîst Tirkiye têk bir. Tirkiye ji aliyê siyasî, aborî, ekolojîk ve têk çû. Xweza, cografya Tirkiyeyê talan kir. Me di erdhejê de dît, sala derbasbûyî. Bi projeyên îmarê bajarên Tirkiyeyê bi temamî kirine beton. Tirkiye, Kurdistan di erdhejekê de bajar bi erdê re dibin yek. Şaredarî jî bi wî rengî ye. Hilbijartinên xwecihî di nava atmosfereke antî demokratîk û faşîst de têne kirin. Lewma rewabûneke xwe nîne, hilbijartineke demokratîk wê nebe. Rêveberiya xwecihî jî ji bo vê desthilatdariyê gelekî girîng e. Cihên ku di hilbijartina beriya niha de winda kiribû dixwaze werbigire. Rêveberiyên xwecihî bi salane bi rastî jî bûne navenda rantê. Rant, talan, belavkirina rantê li alîgirên xwe, pêşkêşkirina dewlemendiyan; bûne deverên bi vî rengî. Bûne navenda karên ne li rê û diziyê, şaredariyên sîstemê. Ev yek eşkere ye. Li Tirkiyeyê sîstemeke welê heye, ku navendîparêz e. Sîstema netewe dewletê bi rengê xwe yê herî faşîst li Tirkiyeyê ye. Îrade, înîsiyatîfa şaredariyan nîne, erka xwe nîne. Her tişt li Enqereyê tê diyarkirin. Li Enqereyê jî ev desthilatdariya faşîst her tiştî li ser bingeha berjewendiyên xwe diyar dike. Hewl dide hîn bêhtir dewlemend bibe, bi alîgirên xwe bide qezençkirin, rantê bi dest bixe, qadên rantê biafirîne, nirxên gel pêşkêş bike. Şaredarî bi rastî jî veguherîne navendên belavkirina rantê. Ji ber vê jî gelekî girîng dibînin. Dixwazin her deverê bi dest bixin, her deverê têxin destê xwe, pêşkêşî alîgirên xwe bikin. Bêguman girîng e, yanî rêveberiyên xwecihî çiqasî ji destê vê desthilatdariya faşîst bê rizgarkirin, ev desthilatdariya faşîst wê ewqasî lawaz bibe. Ev rastiyeke. Yanî wê nikaribe xwe ji vê rantê ewqasî xwedî bike, alîgirên xwe xwedî bike. Wê nikaribe sermayeya xwe mezin bike. Lewma ketiye panîkê. Bi taybetî li Stenbolê panîkeke mezin heye, ji ber ku navenda rantê ye. Dibêjin çaryeka sermayeya Tirkiyeyê li wê derê ye. Bajarên li peravê, hemû bi wî rengî ne. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê di rewşa heyî de pêvajoya hilbijartinê veguheriye pêvajoyeke şer. Şerek heye. Hilbijartin nîne. Şerek diqewime. Şerekî desthilatdariyê diqewime, bi rengekî qirêj diqewime. Ti nirxên exlaqî nas nake. Siyaset gelekî qirêj bûye. Tu nikare jê re bibêje siyaset. Ev yek ji xwe siyaset nîne. Bazirganî tê kirin. Tişta ku jê re siyaset dibêjin bazirganiyeke qirêj e. Bazariyeke qirêj e. Bi rastî jî li Tirkiyeyê siyaset nemaye. Ji bilî Kurdan, ji bilî hêzên demokrasiyê hêzeke ku siyaseta paqij û exlaqî dike nîne. Nema ye. Ewqasî qirêj kirin. Ji ber wê li Tirkiyeyê, divê gelê me dengê xwe bide namzetên azadîparêz, demokratîk û wekhevîparêz. Dengê gelê me divê ti carî nebe amûrek ji vê siyaseta qirêj re. Ev gelekî girîng e. Ji xwe partiya siyasî ya demokratîk li her deverê namzetên xwe nîşan daye. Namzetên herî paqij in. Namzetên herî demokrat, azadîparêz e û siyaseta paqij ew ê bikin. Ew ê şaredariya paqij bikin. Ev girîng e.
Li Kurdistanê jî ji xwe şerekî qirkirinê heye. Li Kurdistanê hilbijartin bi temamî şer e. Şerekî qirkirinê ye. 8 sal in timî qeyûman tayîn dikin. Qeyûm çi ye? Qeyûm mêtingerî ye, qirkerî ye, dagirkerî ye. Li her devera ku lê ye ji xwe talan dike. Ew qeyûm niha dibînin ku wê winda bikin, malên esasî yên şaredariyê jî difiroşin. Mal milkên şaredariyê hemû difiroşin, talan dikin. 8 sal in li Kurdistanê dizî, karên ne li rê zêde ye, rant zêde ye. Ji gel didize, pêşkêşî alîgirên xwe dike. Li Kurdistanê her kes birçî ye, xizan e, bê kar e. Bi zanebûn vê dike, ji bo îradeyê bişikîne, teslîm bigire, koçber bike vê yekê dike. Polîtîkaya qeyûm jî parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ye. Aliyekî xwe yê bi vî rengî heye. Li aliyê din jî ev têrê nake, rabûye Hîzbûlkontra xistiye nava liv û tevgerê. Hîzbûlkontra li Kurdistanê bi hezaran komkujî kir ku kiryarên wan diyar e, kiryar dewlet e, kontrayên dewletê ye. Bi hezaran mirov qetil kirin. Niha Hîzbûlkontra li her devera Kurdistanê weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên topyekûn hewl dide xwe bike amûra herî bi bandor, li Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê dimeşîne. Li her derê ketiye nava liv û tevgerê, bi Êlihê re gelekî mijûl dibe. Kesên ku Hîzbûlkontra namzet nîşan da li her derê bi Kurdî diaxivin, bi axaftina bi Kurdî hewl didin mirovan bixapînin. PDK jî bi Kurdî diaxive. PDK bi axaftina bi Kurdî li gel AKP-MHP-Ergenekonê qirkirina Kurdan dike. Di nava polîtîkayên qirkirina Kurdan de cih digire. Bi vê rewşê tu dikare ji PDK'ê re bibêje ku Kurd e, bibêje welaparêz e? Yanî ti eleqeya xwe bi Kurdîtiyê heye? Hêzek, rêxistinek ku qirkirina Kurdan dike gelo dikare Kurdan, berjewendiyên wan, nirxên wan temsîl bike? Ji xwe nirxên wan bi taybetî sed salên dawî, pêncî salên dawî bi têkoşînê, bi berdêlên giran, bi dayina can û xwînê, bi êş û êşkenceyê hatine bidestxistin. Niha hewl didin van nirxan desteser bikin, talan bikin û asîmîle bikin. Û vê yekê jî bi axaftina bi Kurdî dikin. TRT 6 heye, TRT 6 bi bikaranîna Kurdî hewl dide Kurdan asîmîle bike. Hewl dide bixe nava sîstemê. Qirkirina çandî dike, bi axaftina bi Kurdî qirkirina çandî dike. Her roj sixêfan li Kurdan dike, her roj dixebite ku Kurdan bike koleyên dewletê. Heman tiştî PDK dike, niha jî Hîzbûlkontra dike. Li her derê bi Kurdî diaxive, bi axaftina bi Kurdî şerê qirkirinê dimeşîne, bi AKP-MHP-Ergenekonê re. Ya ku JÎTEM'ê dikir niha Hîzbûlkontra dike. Bêyî ku li ber xwe bikevin, ji xwe rêxistiniyeke bi vî rengî li ber xwe nakeve, radibe li cihekî weke Dersimê ku navenda Elewîtiyê, rêya heq e namzet nîşan dane. Hîzbûlkontra rabûye li Dersimê namzet nîşan daye. Tevahiya şêniyên Dersimê Elewî ne, ji baweriya rêya heq in. Heqaretê li Dersimiyan dike, sixêfan dike. Ev yek heqaret e, sixêf e, êrîş e, êrîşa qirkirinê ye. Terteleya 37-38'an nîşaneya li desthilatdariya heyî û Hîzbûlkontra ye. Ya ku niha li Dersimê tê kirin şerekî qirkirinê ye. Divê gelê Dersimê tuf li Hîzbûlkontra bike, wan di nava tufa xwe de bifetisîne. Dest ji propagandayê berde, divê newêribe biçe Dersimê. Divê namzetên Hîzbûlkontra newêribin li Kurdistanê bigerin. Hemû endamên şerê taybet in ku polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê dimeşînin. Kontra ye, endamên JÎTEM'ê ne.  Eleqeya wan bi Kurdîtiyê nîne. Bi axaftina bi Kurdî heqaretê li zimanê Kurdî jî dikin, qirêj dikin, hewl didin qirêj bikin. Bi Kurdî wê çanda Kurdan asîmîle bike, wê qirkirina çandî bike. Gelê me vê nabîne? Ez bawer dikim ku gelê me vê dibîne. Gelê me wê rê nede vê yekê. Ez di wê baweriyê de me ku di van hilbijartinên xwecihî de wê bersiva herî xurt bide hem dewlet, desthilatdariya qirker, mêtinger hem jî bersiva xurt bide endamên şerê taybet Hîzbûlkontra û hevkarên wan ên din ên xayin. Ez ji vê bawer dikim. Bêguman li Kurdistanê jî bi vî rengî weke şerekî tê meşandin. Gelê me jî li dijî vê têdikoşe, wê têbikoşe û helwesta herî xurt jî nîşan bide.

Li qada siyaseta demokratîk feraseteke demokratîk a şaredariyê ya gelê Kurd heye. Vê yekê li hemberî dewlet û mejiyê zayendîperest hîn jî dewam dike. Êrişên li ser Şaredariyan û tayînkirina qeyûman gelo sedemeke xwe dikare ev be? Nêzîkatiya li sîstema hevserokatiyê divê çawa be û bi dîtina we gelê Kurd şaredariyeke çawa dixwaze?

Bêguman sîstema hevserokatiyê ji bo demokratîkbûna siyasetê, civakê, ji bo azadîbûnê roleke diyarker dilîze, xwedî roleke guhertinê ye. Sîstema hevserokatiyê li hemberî mejiyê serweriya mêr, sîstemeke ku hatiye afirandin. Lewma sîstema bi serweriya mêr, mejiyê bi serweriya mêr red dike, qebûl nake. Qutbûna ji wê sîstemê nîşan dide, sîstemeke demokratîk, azadîparêz û wekhev e alternatîf e. Ji bo pêkhatina vê sîstemê bi rengekî serketî û meşandina wê beriya her tiştî mirovên berpirsyar divê xwe ji nêrîna kevneşop rizgar bikin. Divê ji sîstema serwer xwe qut bikin. Ev gelekî girîng e. Ji ber ku ev sîstem li dijî serweriya mêr hate afirandin. Ji bo azadiya jin û mêr, wekheviya jin û mêr, siyaseta demokratîk, şêweyê rêveberiyê ji xwe re dike esas. Ji bo pêşketina vê sîstemê beriya her tiştî hevalên mêr ên ku di nava vê sîstemê de ne divê xwe ji mejî û feraseta serweriya mêr qut bikin. Divê mejiyê wan demokratîk, azadîparêz û wekhevîparêz be. Feraseta wan divê bi vî rengî be. Eger ev nebe, hingî wê li pêşiya vê sîstemê bibin astengiyeke mezin. Ji bo têkbirina vê sîstemê her tiştî dikin. Mêrekî ku naxwaze dest ji vê berde, wê li pêşiya pêşketina sîstema hevserokatiyê bibe asteng. Ji ber ku wê bixwaze bi feraset û mejiyê bi serweriya mêr bi rê ve bibe. Lê belê ev sîstem sîstemeke bi vî rengî nîne. Ev sîstem ji xwe rêveberiya bi şêweyê bi mejî û feraseta serweriya mêr red dike. Rêveberî û siyaseteke demokratîk û wekhev ji xwe re dike esas. Ji dema ku ev sîstem ketiye meriyetê û vir ve ji xwe êrişeke du alî heye. Yek êrişa dewletê li hemberî vê sîstemê heye. Êrişa sîstemê heye. Ji ber ku pêşketina vê sîstemê wê di nava siyasetê de jî rewşeke demokratîk biafirîne, wê civakê biguherîne. Civak û siyaseta demokratîkbûyî wê zorê bide desthilatdarî û dewletê. Wê polîtîka, mejiyê faşîst, qirker mêtinger bixe nava zehmetiyê, lawaz bike. Ev yek dewlet, desthilatdariyê ditirsîne. Lewma çi dikin? Êriş dikin. Ji ber vê yekê jî êrişa li sser vê yekê êrişa li ser xeta azadiya jinê ye, êrişa li dijî jin, civak û siyaseta azad e, êrişa li ser rêbaza rêveberiya azad e. Dewlet vê dike. Ji destpêkê ve ev kir. Ji ber vê yekê hemû hevserok xistin zindanê. Hewl dide destketiyên jinan hemûyan ji destê jinan werbigire. Destpêkê êriş bir ser sîstema hevserokatiyê, piştre peymana Stenbolê betal kir. Niha jî hewl dide ku di Destûra Bingehîn de tiştekî biçûk ên bi kêrî jinê hebe, dixwaze ji Destûra Bingehîn rake. Hemû paşverûtî li hemberî têkoşîna azadiya jinê bû yek. Li hemberî berxwedan û têkoşîna civakî bû yek. Dewlet vê dike. Lewma êrişî sîstema hevserokatiyê dike. Di heman demê de mêr êriş dike. Êrişa mêr ê serwer jî heye. Ev yek jî şêweyê êrişê ye ku dewletê xurt dike, ku haya hinekan jê heye, haya hinekan jî jê nîne. Ew çawa dibe? Mînak, dest ji mejiyê bi serweriya mêr bernade, dest ji şêweyê rêveberiya bi serweriya mêr bernade. Xwe nade ber hevpariya bi jinê re, xwe nade ber kolektîfbûna bi jinê re, xwe nade ber parvekirinê. Xwe nade ber rêveberiya hevpar a li ser bingeha demokratîk û wekhev. Xwe nade ber. Di rêbaza xwe de israr dike, di rêbaza xwe ya serwer û zextê de israr dike. Dixwaze bibe yek. Ev yek di şaredariyan de jî rû da, di hemû qadan de heye ku pirsgirêkeke bingehîn e. Hevalên mêr ji ber ku dest ji feraset û mejiyê bi serweriya mêr bernadin, tevî hevalên jin rêveberiyeke demokratîk û wekhev ji xwe re nakin esas, lewma dibe pirsgirêk. Timî şer, nîqaş, têkoşîn heye. Ev jî rewşa xwezayî ya vî karî ye. Bêguman mêr bi hêsanî dest ji feraseta bi serweriya mêr bernade. Divê jin bi xurtî têbikoşe, mêr ê di nava lêgerîna azadiyê de ye divê bi xurtî têbikoşe. Beşên civakî yên dixwazin demokratîk û azad bibin, divê civaka me bi xurtî xwedî li vê sîstemê derkeve, li dijî sîstema baviksalarî, li hemberî dewlet, desthilatdariyê têbikoşe. Bêguman ev têkoşîn ne tenê têkoşîna jinê ye. Bêguman destpêkê wê jin têbikoşin, lê belê mêr û beşên civakî yên di nava lêgerîna azadiyê de ne divê têbikoşin. Ji bo sîstem bê rûniştandin divê têbikoşin. Eger ev sîstem bi rastî jî bi ser bikeve wê di nava civakê de guhertineke cidî, asteke azadiyê pêk were. Her ku civak azad û demokratîk bû sîstemên faşîst ên dewlet û desthilatdariyê wê nikaribin hukmê xwe dewam bikin. Wê ji hev bikevin. Wê nikaribin zextê li gelan bike. Wê nikaribe faşîzmê bimeşîne. Ji ber vê yekê sîstema hevserokatiyê, sîstema temsîliyeta wekhev divê bibe çand, jiyan, sîstem, bibe rêbazeke rêveberî û siyasetê. Ev yek jî wê bê wateya tinebûna zayendîperestî, neteweperestî, nijadperestî, olperestî û mezhebperestiyê. Wê bê wateya azadbûn û demokratîkbûna civakê. Wê bê wateya jiyana azad a civakê. Ewqasî girîng e. Hîmê esasî yê azadiyê ye. Lê mixabin hîn jî nêzîkatiyeke mêr a ku vê fêhm bike hîn nîne. Di heman demê de têkoşîneke jinê ya ku vê hîn bi radîkal bimeşîne bi têrkerî nîne. Di vê mijarê de kêmasî hene, lê belê divê ev yek teqez bê çareserkirin. Di rêveberiyên xwecihî de, di demokratîkbûna civakê û siyasetê de ev sîstem gelekî girîng e. Niha jî li rêveberiyên xwecihî, li Kurdistanê, li her devera ku partiya siyasî ya demokratîk tevlî dibe, yanî li her devera ku partiya paradîgmaya neteweya demokratîk ji xwe re dike esas, sîstema hevserokatiyê dibe esas. Ev yek divê li gorî feraset û felsefeya wê bi cih bê anîn. 
Ji bo şaredariyan divê mirov vê yekê jî bibêjin. We pirsîn ku gelê me karekî çawa yê şaredariyê dixwaze? Em dibînin bê gelê me şaredariyeke çawa dixwaze. Daxwazên gel şênber in. Gel şaredariyeke piralî, wekhevî, pirçandî dixwaze. Şaredariyeke welê dixwaze ku bi xwe yekser tevlî bibe, tevlî rêveberiya wê bibe, bibe xwedî gotin, di mijara xizmetan û pirsgirêkên xwecihiyê de bibe xwedî gotin û îrade. Gelê me vê yekê li her derê tîne ziman. Şaredariyek eger demokratîk û civakî nebe ew şaredarî nabe rêveberiya cewherî ya gel. Ew şaredarî bi rengekî demokratîk, wekhev nikare xizmetê ji gel re bike. Lewma şaredariyeke civakî demokratîk ji gel re dikare bi rengekî wekhev, ji her kesî re xizmetê bike. Bi rastî jî wê bibe şaredariyeke civakî, gelparêz. Daxwaza gel bi vî rengî ye û bi dîtina me wê bi vî rengî jî bibe. Ji ber ku li Kurdistanê hemû namzetên partiya siyasî ya demokratîk sozên vê yekê dan. Divê sozên xwe bi cih bînin, ku gel jî bêguman ji wan hêvî dike ku sozên xwe bi cih bînin. Wê li bendê be.
Bi wesîleya vê mijarê ez dixwazim vê yekê jî bibêjim. Niha şerekî bi vî rengî yê taybet jî heye. Ji bo balê bikişînim ser dibêjim. Em ji çapemeniyê dişopînin. Hin rayedarên AKP'ê, endamên şerê taybet ku min beriya niha qalê kir, di mijara Rêbertî de jî wê dikin, lê belê hewl didin têgihiştineke bi vî rengî jî biafirînin. Çend roj berê rayedarên DEM Partiyê jî dinirxandin, Tulay Hatîmogûllari ya hêja jî di qenaleke televîzyonê de nirxand, me lê guhdarî kir. Gelek nirxandinên girîng û bangên girîng kir. Li wir jî anî ziman. Diyar e bi rastî jî rewşeke cidî ye. Hin derdorên AKP'ê, rayedarên AKP'ê hewl didin têgihiştineke bi vî rengî di nava Kurdan de biafirînin. Dibêjin 'Piştî 1'ê Nîsanê dibe ku pêvajoyeke nû destpê bike'. Weke ku dixwazin bibêjin, 'di vê hilbijartinên xwecihî de Kurd jî hinekî deng bidin AKP'ê piştî hilbijartinê pêvajoyeke nû ya çareseriyê dikare destpê bike'. Bi vî rengî karekî berfireh ê propaganda û şerê taybet tê meşandin. Ev gelekî xetere ye. Bi temamî ev yek şerê taybet e, piştî hilbijartinê tenê tiştek wê bînin serê Kurdan. Şêweyê hîn girankirî yê şerê qirkirinê yê topyekûn wê bi serê Kurdan de bînin. Amadekariyên vê desthilatdariyê niha hemû li ser vê bingehê ye. Propagandayên şerê taybet ên bi vî rengî bi temamî ji bo tevlîhevkirina serê Kurdan, afirandina bendewariyan û wergirtina dengan e. Bi temamî polîtîkayên şerê taybet e. Şerê psîkolojîk e. Ji xwe gelê me ji van bawer nake. Ji xwe kiryarên wan li holê ye. Polîtîkayên wan li holê ne. Yên ku hinekî guh didin jî divê qet guh nedin van polîtîkayên şerê taybet. Ev desthilatdarî qirker, faşîst mêtinger e, dixwaze vê polîtîkaya xwe ya qirkirinê piştî hilbijartinê bi salek du salan bi ser bixîne. Li ser vê bingehê dixebite û amadekariyan dike. Bila kesek bi gotinên endamên şerê taybet nexapin. Divê kes nekeve bin bandora şerê taybet. Divê gelê me tevlî hilbijartinê bibe û dengê xwe bide kesên ku îrade û nirxên wan temsîl dike. Di vê mijarê de divê serê kesî ne tevlîhev be. Bi qasî rojê divê zelal be. Bi qasî avê divê zelal be. Hemû şerê taybet e. Min xwest vê yekê jî bibêjim.

Hin bajar hene ku faşîzm dixwaze bi fenan bi dest bixe, desteser bike. Bi taybetî ji bo gelên li van bajaran hûn dixwazin çi bibêjin? Li van deveran divê helwesteke çawa bê nîşandan?

Dewlet bi taybetî tifaqa faşîst a AKP-MHP-Ergenekonê li Kurdistanê li ser hin herêman hîn bi taybetî radiweste. Ew dever weke herêmên pîlot jî diyar kiriye. Dixwaze di vê hilbijartinê de desteser bike. Polîtîkaya qeyûm di vê demê de hinekî şêwe guhertiye. Di vê demê de jî bi şêweyê veguhestina hilbijêran dike. Li her derê gelek polîs, jenderme, leşker bi cih kiriye. Artêş li Kurdistanê bi cih kiriye, her yek jî kiriye hilbijêr, hilbijêrên xeyalî jî ava kiriye. Gelek dek û dolaban jî wê bike. Eşkere ye. Wê hewl bide van deveran jî bi vî rengî desteser bike. Bi taybetî li deverên ku di hilbijartinên derbasbûyî de ferqa dengan kêm bû, hîn bêhtir girîngiyê dide ser û li ser radiweste. Mînak Agirî, Şirnex, Riha, Qers. Li ser van bi cidî radiweste. Bi rengekî cidî li ser Îdirê radiweste. Bi rengekî cidî hilbijêr biriye Sêrtê. Heman tiştî li Sêrtê jî dike. Bi rengekî hesas li ser Rihayê disekine. Şirnex jî bi heman rengî. Hin navçeyên Şirnexê bi wî rengî ne. Bi taybetî li ser van herêman disekine. Bi gelek rê û rêbazan tevdigere. Gelê me hestiyar, berpirsyar e, divê gelê me guh bide bangên partiya siyasî. Hemû hilbijêrên li metropolên Tirkiyeyê yên ku qeyda wan li bajarên wan e, divê biçin cihê xwe, biçin bajar, navçeyên xwe û dengê xwe bidin. Divê ev yek teqez bê pêkanîn. Gelê me li cihê ku lê ye divê teqez dengê xwe bi kar bîne. Divê xwedî li dengê xwe derkeve, xwedî li îradeya xwe derkeve. Ne tenê dengê xwe bi kar bîne, di heman demê de divê xwedî li dengê xwe jî derkeve. Heta ku encam diyar bibin. Ji ber ku şerekî giran, şerekî taybet, êriş hene. Hîle, fen, xefik hene. Yên ku van hemûyan têk bibin gelê me ye, hestiyariya gelê me ye, berpirsyariya xwe ye, tevlîbûna xwe ye, xwedîderketina li îrade û dengê xwe ye. Divê teqez bala xwe li ser vê yekê be. Tedbîr ev e, em ji gelê xwe bawer dikin. Divê gelê me ji xwe bawer bike. Li Kurdistanê partiya siyasî ya demokratîk li hemberî dewletê dikeve hilbijartinê, ne li hemberî partiyekê. Hemû partiyên dewletê dema mijar dibe Kurdistan tifaqê dikin li dijî partiya siyasî ya demokratîk, li dijî Kurdan. Ev yek şênber e. Li Kurdistanê hilbijartin li hemberî dewletê tê kirin. Li hin deveran hin lihevkirin pêk anî bin jî kî zane dibe ku ew partî bi dizî hilbijêrên xwe berê wan bide partiyên dewletê. Lewma li her derê divê mirov baldar be. Divê gelê me deng bide, xwedî li dengê xwe derkeve, yên çûne bajarên Tirkiyeyê divê bên bajarên xwe, li wir dengê xwe bidin. Divê fedakariyeke bi vî rengî bike. Ji ber ku dijmin, desthilatdarî, dewlet hilbijartinê weke şerekî dibîne, li dijî Kurdan weke şerê şikandina îradeyê dibîne, weke pêkanîna şêweyekî nû yê qeyûm dinirxîne. Divê gelê me jî li hemberî vê yekê bi rastî li ber xwe bide, têbikoşe, îradeya xwe bi xurtî nîşan bide.

Dema dawî di navbera Iraqê, dewleta Tirk û PDK'ê de hevdîtin hatin kirin. Têkildarî van hevdîtinan nirxandinên cuda têne kirin. Hûn armanca van hevdîtinan çawa dinirxînin? Gelê Kurd di vê mijarê de divê çi bike?

Şerê qirkirinê yê vê dewlet û desthilatdariya qirker a ku 8 sal in dimeşîne li cihekî asê ma. Niha bi rengekî giran asê maye. Ya rast, planê wan cuda bû. Dixwestin di sala 2020, 2023'an de tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin. Dixwestin Mûsil, Kerkûkê jî dagir bikin. Hem Başûr, hem jî li Rojavayê Kurdistanê dixwestin xwe bigihînin sînorên Mîsakî Mîlî. Lewma armanc xwegihandina sînorên Mîsakî Mîlî bû. Dixwest li ser Iraq û Sûriyeyê hegemonya xwe ava bike. Bi vê armancê polîtîkayên dagirkerî, neo Osmanî, emperyalîst meşandin. Ev yek şênber e. Xwestin ku herî dereng di sala 2023'an de vê yekê bi encam bikin. Lê belê hesabê li malê li sûkê nehat. Her tişt li gorî nexşeyên li ser maseyê têne xêzkirin nameşe. Hat li bin guhê berxwedana bi heybet a gerîla ket. Li berxwedana bi heybet û bênavber a gel qelibî. Û xitimî, asê ma. Niha xitimî ye. Di sala 2022, 2023'an de xwest xwe ji vê rewşa xitimandî rizgar bike. Timî çekên kîmyewî, çekên qedexekirî bi kar anî. PDK tevlî vî şerî bû, xwest bi her awayî sûdê werbigire. Xwest vî şerî rewa bike. Ji bo rewakirinê jî çi ji destê PDK'ê hat kir, lê belê dîsa jî nekarî encamê bi dest bixe. Gelekî teşhîr bû. Çekên qedexekirî yên bi kar anî, çekên kîmyewî kete rojevê, teşhîr bû. Artêş, dewlet gelekî asê ma, zehmetî kişand. Li aliyê din jî hewldaneke dagirkeriyê heye, gelek sivîl qetil kir, gund bombe kir, gund vala kir, qadên sivîlan xera kir. Li Rojava çavkaniyên ser û binê erdê yên gel bombe kir. Bîrên petrolê, navendên gazê, navendên elektrîkê, çapxane, febrîqeya xurekê, sivîl, asayîşa sivîl, jin, zarok, extiyar, ciwan, sivîl, herî dawî şervanên Suryanî qetil kir. Yanî tam şerekî qirkirinê meşand. Îsraîl niha li Xezeyê çi dike li hemberî Fîlîstîniyan, dewleta Tirk bi 2 qatî zêdetir qirkirinê 8 sal in li hemberî Kurdan dike. Di nava 2 salên dawî de ev yek girantir kir. Ji ber vê yekê bi van polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê jî gelekî teşhîr bû. Niha çi dike? Eger karibe Iraqê jî hinekî tevlî vî karî bike, YNK'ê jî karibe tevlî bike, Îranê jî Emerîkayê jî her kesî tevlî vî karî bike, bi rengekî eşkere piştgiriya wan werbigire, wê karibe van polîtîkayên xwe yên qirker û dagirker hinekî rewa bike. Li gorî xwe wê hinekî pêşî li nerazîbûnan bigire. Têkildarî çekên kîmyewî û qedexekirî gelekî teşhîr bû, wê hinekî vî rûyê xwe nerm bike. Her wiha bi rastî jî êdî nikare bimeşîne. Niha kapasîteya çalakiyê ya gerîla ya di asta teknîk û taktîkê de hîn bêhtir zorê dide wan. Tevî ku her cûre teknîkê tevî PDK'ê bi kar tîne jî nikare encama dixwaze bi dest bixe. Lewma pêwîstiyê pê dibînin ku ev hêz jî tevlî bibin. Hem dixwaze ji bo van polîtîkayên xwe yên qirker mêtinger û dagirker rewa bike, veşêre. Li aliyê din bi piştgiriya van hêzan bi her awayî dixwaze êriş bike û li gorî xwe hin encaman bi dest bixe. Polîtîkaya dewleta Tirk gelekî eşkere ye, teqez Mîsakî Mîlî ye. Bi pêkanîna vê dixwaze li ser Iraqê bandora xwe zêde bike, ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve hegemonya xwe pêk bîne. Heman polîtîkayê li Sûriyeyê dimeşîne. Bi rêya çeteyan gefê li dewleta Sûriyeyê dixwe, li ber destê wan bi deh hezaran çete hene. Herêmên dagir kiriye hene. Bi rêya van gefan dixwe. Bi vî rengî dixwaze hegemonya xwe li ser Sûriye, Iraqê ava bike. Li gorî agahiyên dawî yên gihîştin me, tiştên şênber jî hene, DAÎŞ'iyên hatine girtin hene ku li xwe mikur hatine, DAÎŞ bi rêxistin kiriye, dişîne Iraqê ji bo ku li Iraqê çalakiyê bike, li dijî Iraqê. Niha kifş bû. Dibe ku ya li Rûsyayê jî wan kiribin. Ne dibe ku, wellehî me daxuyanî jî da, fikra me bi wî rengî ye. Bombekirina li Îranê jî bi heman rengî ye. Di destê AKP'ê de, di destê dewleta Tirk de gelek çete hene. Bi hezaran bi deh hezaran çete hene. Ji destpêkê ve bi DAÎŞ'ê re di nava tifaqê de bû, yê ku DAÎŞ ewqasî mezin kir dewleta Tirkiyeyê ye. Ew têkiliya xwe niha jî dewam dike. Niha jî rabûye bi çeteyên DAÎŞ'ê, bi çeteyên din hewl dide Iraqê bîne ser xeta xwe, li dijî Iraqê bi kar tîne. Li dijî Îranê, li dijî Rûsyayê bi kar tîne. Li dijî Emerîka, Ewropayê bi kar tîne. Ji bo her kesî tevlî polîtîkaya xwe bike, ji bo piştgiriya her kesî ji polîtîkaya xwe ya qirkirina Kurdan werbigire van çeteyan li dijî her kesî bi kar tîne. Bûye mîna navend, biryargeha çeteyan. Xwedî dike, mezin dike, bi çek dike, perwerde dike, plansaziyê datîne pêşiya wan û li her derê çalakiyan dide kirin. Hewl dide dewletan tevlî polîtîkaya xwe ya qirkirinê bike. Hewl dide tawîzan werbigirin. Niha Iraq hinekî zehmetiyan dikişîne, pirsgirêkên xwe yên aboriyê cidî ne, pirsgirêkên xwe yên siyasî cidî ne, tengaviya civakî zêde bûye, aramî nîne, pirsgirêka avê heye. Tengaviya Iraqê dibîne û hewl dide ji vê yekê jî sûdê werbigire, bi rêya van zextan. Her hal Iraq dibîne. Yanî ev polîtîkaya dagirkerî, neo Osmanî bi kêrî Iraqê nayê ku her hal Iraq vê dibîne. Eşkere ye ku ev polîtîka gefê li hebûna Iraqê dixwe. Niha dibêje ku bi Iraqê re li hev kiriye. Ji ber vê rewşa tengavbûyî, bêguman em nizanin di kîjan mijaran de çawa li hev kirine, dibe ku di hin mijaran de li hev jî kiribin. Em hîn vê mijarê baş nizanin. Lê belê em ji vê yekê bawer dikin, polîtîkayên dagirkeriyê yên neo Osmanî yên Tirkiyeyê gefê li Iraqê dixwin, gefê li hebûna Iraqê dixwin. Bi ti awayî li berjewendiyên Iraqê nayên. Polîtîkayeke ku li berjewendiyên Iraqê nayê her hal Iraq piştgiriyê nade, divê piştgiriyê nede. Ji aliyê siyasî ve mantiqê vê yekê nîne. Ji aliyê dîrokî ve jî dema mirov binirxîne, rastiya dewleta Tirk li holê ye. Dewleteke dagirker, talanker e. Eger zemîna wê çêbike, deverên ku dagir kiriye wê bixwaze desteser jî bike. Ji xwe plan ew e. Mîsakî Mîlî ye. Dagir bike û piştre desteser bike. Mebest ji sedsala nû ya Tirkiyeyê ev e. Lewma em hêvî dikin ku Iraq wê nekeve vê xefikê. Em di wê baweriyê de ne ku wê nekeve vê xefikê. Ji bilî zerarê wê bi kêrî Iraqê neyê. Zexteke giran li YNK'ê jî dike. Hewl dide YNK'ê jî bîne ser xeta PDK'ê. Hewl dide teslîm werbigire û ji xeta welatparêziyê dûr bixîne. Hewl dide her kesî bixe bin xizmeta van polîtîkayên qirkirinê. Helwesta YNK'ê ya heta niha welatparêzî bû, bi rastî jî hêja bû. Em di wê baweriyê de ne ku YNK jî wê di vê helwesta xwe de israr bike, dewam bike. Siyaset û têkoşîna li ser xeta welatparêziyê wê YNK'ê li Kurdistanê hêja bike, wê hurmetê bide YNK'ê, wê YNK'ê xurt bike. YNK a bi vî rengî wê di nava Kurdan hemûyan de bibe cihê hurmetê. Xeta PDK'ê xeteke xayin e. Xeteke ku hevparê qirkirinê ye. Ew xet bi kêrî Kurdan nayê. Ji ber wê yekê bê qîmet e. Hurmet jê re nîne. Herî dawî dixwazim vê bibêjim. Me doh lê temaşe kir. Ji ber ku pêvajoya em tê de ne Newroz e, em di nava wê atmosferê de ne. Me doh lê temaşe kir, li Frankfûrtê jî li Parîsê jî Newroz gelekî bi heybet hate pîrozkirin. Min qalê kiribû, Rihayê jî doh Newroza xwe pêk anî. Newroza Rihayê jî gelekî bi heybet bû. Ez pîrozbahiyên Newrozê yên li Frankfûrt, Parîs, Rihayê silav dikim. Newroza gelê me pîroz dikim. Bi rastî jî bi heybet bûn. Careke din bang li her kesî dikim ku bi xurtî tevlî pêngava azadiyê bibin û teqez vê pêngavê bi ser bixînin.