Li Agiriyê bi deh hezaran kes li hev civiyan

Li Agiriyê di mîtînga fînalê ya Newrozê de hate destnîşankirin ku wê di 31'ê Adarê de bersivê bidin êrişên dewleta Tirk.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Agiriyê li Qada Dortyolê “Newroza Agiriyê ya Mezin û mitînga fînalê” li dar dixe. Di saetên serê sibê de bi hezaran kes ji du baskan bi meşekê hatin qada Newrozê. Ciwanên ku bi vêxistina meşaleyan ketin qadê, dîmenên rengîn derxistin holê. Welatiyên ku bi cilên xwe yên netewî yên Kurdistanê hatin qadê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî pankarta “Êdî wê hêza tu kesî tune be ku ziman û çanda me tune hesibîne” vekirin.

Qada Dortyolê di demeke kurt de tijî bû û girseya gel li ber stranan govend gerand.

Piştî deqeyeke rêgzirtinê ji bo bıranîna şehîdan, Komîteya Amadekar û Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr silav da gel. Piştre Namzetê DEM Partiyê yê Hevşaredariya Agiriyê Mehmet Akkûş axivî. Akkûş got, "Kes nema ku me bi destê wan negirt, em neçûn serdana mala wan. Me projeyên xwe yên çareseriyê bi her kesî re parve kir. Projeyên me ne projeyên xeyalî ne, projeyên pêkanînê ne."

Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Agiriyê Hazal Aras piştre axivî û got, "Di 31'ê Adarê de em ê tevî zarokên xwe, ciwanên xwe hilbijartineke krîtîk pêk bînin. Ji bo dawî li xizanî, nelrêtî û çopa AKP'ê ya li Agiriyê bînin em ê tevlî hilbijartinê bibin."

Aktîvîsta TJA'yê Dîlan Guvenç jî got, "Meha Adarê meheke hem berxwedanê hem jî meha komkujiyan e. Newroz roja têkoşîn û berxwedanê ya gelê Kurd e. Newroz a Kawa, Ronahî, Rewşen, Ronahî û Sema Yuce ye. Li ku derê talan û zilm hebe li wir berxwedan heye. Di demekê de ku gelek êrîş têne kirin, polîtîkayên şer û şerê taybet dewam dike, her wiha tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye girankirin, me Newroz pêşwazî kir. Çiqas êriş dibe bila bibe gelê me wê dest ji berxwedanê bernede."

Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013'an hate xwendin.

Mîtîng bi coşeke mezin dewam dike.