Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin

Zarokên 16-17 salî K.O., B.A. û ciwanê bi navê Ramazan Altintaş ji ber di salvegera şehadeta Ayten Behçet a ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedaî pêk anîbû bi bîr anîn, hatin girtin.

Di sala 2019’an ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û piştî demekê veguherîbû rojiya mirinê. Ayten Behçet di sala 23'yê Adara 2019'an de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya fedaî pêk anî û şehîd bû, di salvegera şehadeta xwe de li taxa Guzelvadî ya Dîlokê hat bibîranîn. Ji kesên Behçet bibîranîn 2 jê zarok 5 kes bi hinceta dirûşme berz kirine hatin binçavkirin.
 
Ji kesên hatin binçavkirin piştî îfadeyê sewqî edliyeyê hatin kirin. 2 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û zarokên bi navê K.O. (16) û B.A. (17) û ciwanê bi navê Ramazan Altintaş hatin girtin.