KCK’ê ji bo Mîchalîs Charalampîdîs peyama sersaxiyê weşand

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo dostê Kurd Mîchalîs Charalampîdîs ku berî du rojan jiyana xwe ji dest da, wiha got: “Em ê bîranînên Mîchalîs Charalampîdîs di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bidin jiyîn û her tim wî bi bîr bînin.”

JI KCK’Ê PEYAM

Yek ji rêveberên Tevgera Sosyalîst a Panhellenîk (PASOK) û ji edîtorên Encamnameya Saziya Tevgerê Mîchalîs Charalampîdîs 27’ê Adarê roja Çarşemê ji nişka ve jiyana xwe ji dest da.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik bi vê wesîleyê peyameke sersaxiyê weşandin. Peyama sersaxiyê bi vî rengî ye:

“Agahiya xembar û dilsoj a wefata Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, gihişte me û em bi vê yêkê gelek xemgîn bûn. Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, parazvanê têkoşîna azadiya gelê Pondus û dostekî mezin ê gelê Kurd bû. Birêz Mîchalîs Charalampîdîs dehan salan hem li Yewnanistanê hem li Rojhilata Navîn, Kurd û pêşengên Kurdan re rabûye rûnîştiye û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd kar kiriye. Her wiha ew dostê tevgera me jî bû. Di salên 1990’an de li welatê Sûriyê, gelek caran Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan ziyaret kiriye û bi wî re hevpeyvîn pêkanîne. Piştî esareta Serok Apo jî, tevlî kampanya azadiya wî bûye û li hemû qadan mafên wî parastine.

Malbata Charalampîdîs, xelkê bajarê Tarabzonê ne û ji ber zilm û qetlîamên dewleta Tirk, koçê Yewnanistanê kirine. Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, yek ji wan kesan e yên ku jenosîda dewleta Tirk a li ser gelê Pondî meşandî, anîn rojevê û li her qada Cîhanê li ser rawestiya yî. Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, weke têkoşerekî gelê Pontus derketiye pêş û têkoşîna gelê Pontus li cîhanê daye naskirin. Di heman demê de hem gelê Pontus li Kurdan daye naskirin û hem jî bûye pirek dostaniyê di navbera gelê Kurd û gelê Yewnan û gelê Pontus de. Di çareseriya pirsgirêka Kurdî de ne tenê weke dostekî, heman demê de weke hevalekî xebitiye. Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, bûye parazvanekî Şoreşa Rojava jî. Di heman demê de li ser pirgirêka Pontus û Kurdî gelek pirtûk nivîsandine û çapkirine. Her wiha di vî warî de dehan meqale û hevpeyvîn nivîsîne û belav kirine. Di asta cîhanê de weke pisporekî meseleya Pontus û Kurdî, li dehan konferans, semîner û panelan de, li ser çareseriya pirsgirêka Pontus û Kurdî axaftin kirine û peyam belav kirine.

Birêz Mîchalîs Charalampîdîs temamê jiyana xwe de, li Yewnanistanê ji bo komelgeyekî azad û wekhev, ji bo sîstemeke adil û demokratîk xebitiye. Di gelek waran de bi kar û xebatên xwe yên bê hempa, bûye hemwelatiyekî hêja yê Yewnanistanê. Wefata Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Yewnanistanê û ji bo gelê Pontus, windahiyek mezin e. Em ji ber wefata Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dost û hevalên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didine malbata Birêz Mîchalîs Charalampîdîs, dost û hevalên wî û hemû gelê Yewnan û Pontus.

Di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de, em ê bîranînên Birêz Mîchalîs Charalampîdîs zîndî bigrin û em ê wî her tim bi dilekî germ bi bîr bînin.”