Hêzên Îranê êşkence li hunermendê Kurd ê ku beşdarî Newrozê bû kirin

Hunermend Hasan Kakeyî ji ber di pîrozbahiya Newrozê ya Bokanê de sirûda neteweyî xwend, ji hêla hêzên dewleta Îranê hat binçavkirin û bi awayekî hovane êşkence lê kirin.

HÊZÊN ÎRANÊ ÊŞKENCE LI HUNERMENDÊ KURD KIRIN

Li gorî nûçeya çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên dewleta Îranê şeva borî bi hinceta ku hunermend Hesen Kakeyî di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê de sirûda neteweyî xwendiye, bi ser mala wî de girtin. Dewleta Îranê der barê hunermendê 64 salî Hasan Kakeyî de lêpirsîn da destpêkirin, di dema binçavkirinê de êşkenceyeke hovane li hunermendê Kurd kirin. Hate hînbûn ku Kakeyî piştre hatiye berdan.

Kurdê bi navê Simko Nasrullah ê ku di komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê ya Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê de cih girtibû, duh ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin. Hat diyarkirin ku heta niha derbarê çarenûsa Simko Nasrullah de ti agahî nehatine bidestxistin.