Li herêma Gabarê ketin û derketin ji nû ve hate qedexekirin
Li herêma Çiyayê Gabarê cara heftemîn ji bo 15 rojan 'Herêma Ewlekariya Taybet' hate ragihandin û ketin û derketin hate qedexekirin.
Li herêma Çiyayê Gabarê cara heftemîn ji bo 15 rojan 'Herêma Ewlekariya Taybet' hate ragihandin û ketin û derketin hate qedexekirin.
Têkildarî Çiyayê Gabarê yê navbera navenda Şirnexê û navçeya Basayê careke din biryara qedexekirinê hate dayin. Walîtiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 26'ê Adarê û 9'ê Nîsanê de ji bo 15 rojan 'Herêma Ewlekariya Taybet a Demkî' hatiye ragihandin.
Bi biryara dawî re cara heftemîn e ku qedexeya li herêma Çiyayê Gabarê hate dirêjkirin.