KURDISTAN
Siyasetmedarê Kurd Doktor Mehmet Emîn Pencewînîyî diyar kir ku wê êrîşa PDK'ê ya li gel dewleta Tirk a li dijî gerîlayan ji bo gelê Kurd bibe felaketeke mezin. Her wiha Pencewînîyî got ku di rewşeke wiha de wê derbeya ewil li dijî Başûr be.
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bal kişand ser amadekariya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û got, "Ya ku asta rasteqîn a şer ragihîne jî çapemeniya azad e. Lewma hewl dide bêdeng bike."
Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM), nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1'ê Nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn eşkere kir û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar anî ziman ku dewleta Tirk ji bo li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser bikeve serî li her rê û rêbazê dide û got, "Dewleta Tirk çi dike bila bike, nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Zapê di çalakiyên gerîla yên bi sekvaniyê de dagirkerek hate cezakirin, sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Li Cizîrê Meş: Bê Serok jiyan nabe
Li navçeya Cizîrê piştî coşa Newrozê gel bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ber bi navenda bajêr ve meşiya.
-
-
-
-
-
Ayşegul Dogan: Rêya azadiyê Îmralî ye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di Newroza Cizîrê de axivî û got: “31’ê Adarê em ê mizgîniyeke mezin bidin. Deriyê mizgîniyê Îmralî ye, gelo hûn ê wê deriyê vebikin? Rêya çareserî, aştî û azadiyê Îmralî ye.”
-
-
Kalkan: Bû mizgîniyek ku tirs berda dilê paşverûtiyê!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Fermandariya me ya Biryargeha Navendî got, em mizgîniyê didin. Mizgîniya xwe jî li gorî wateya Newrozê bû. Tirs berda dilê paşverûtiyê, hêvî da lêgerînerên azadiyê."
-
-
-
-
-
Kalkan: Kes nikare vê rabûna azadiyê bisekinîne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku Newroza herî mezin û şênber a hemû deman di sala 2024'an de pêk tê û got, "Kî çi dike bila bike, çiqasî êrîş dike bila bike, ev îradeya azadiyê ya gelê Kurd wê nikaribe bê sekinandin."
-
-
Qendîl ji bo Newrozê amade ye
Her sal wek kevneşopiyekê li qûntara Qendîlê bi beşdariya dehan hezar kesî Newroz tê pîrozkirin û peyamên girîng tên dayîn. Qendîl ji bo Newroza îsal jî amade ye.
-
-
Uysal: Silav ji Abdullah Ocalan ê ku ruh da Newrozê re!
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal di pîrozbahiya Newrozê ya li quntara Çiravê pêk hat de axivî û got, "Em ji vê qadê silavên xwe ji Birêz Ocalan ê ku ruh daye Newrozê û 25 sal in di nava tecrîdê de ye, dişînin. Em Newroza wî pîroz dikin."
-
Li Nisêbînê piştî Newrozê meş
Li Nisêbînê piştî şahiya Newrozê ciwanan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşme berz kirin û dest bi meşê kirin.
-
Newroza Nisêbînê: Deriyên Îmraliyê vekin
Li Nisêbînê di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û bangeke bi vî rengî li desthilatdariyê kir: "Deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin."
-
-
Bi hezaran kes li qadên Newrozê ne
Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dikin. Di serî de herêma Serhedê li 14 navendan agirê Newrozê tê geşkirin.