JIN
Hemû Nûçe
-
Qetilkirina Hezer li du bajaran hate şermezarkirin
Qetilkirina Bahar Hezer li Riha û Mêrdînê hate şermezarkirin. -
Mijdarê herî kêm 31 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin
Hate ragihandin ku di meha Mijdarê de 31 jin û herî kêm 5 zarok hatine qetilkirin. 13 jin û 4 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. -
Meclîsên Jinê: Em ê vê desthilatdariya ku dijminê jinê ye, têk bibin
Meclîsên Jinê yên HDK, HDP û ESP'ê jî di nav de gelek organîzasyonên jinê nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser aktîvîstên TJA'yê dan û gotin, "Em ê vê desthilatdariya ku dijminê jinê ye bi hev re têk bibin." -
Cenazeyê Bahar Hezer li Rihayê hate veşartin
Cenazeyê Rêvebera Şaxê Rihayê ya ÎMO'yê Bahar Hezer, ku hate kuştin, li Rihayê hate veşartin. -
Li Kerkûkê pêngava 'Raperîna li dijî tundiya li jinê'
Li Kerkûkê ji bo pêşîgirtina li tundiya li jinê, pêngavekê destpê kir. Pêngav bi çalakiyên cihêreng dewam dike. -
'Têkoşîna jinê têkoşîneke civakî ye'
Aktîvîsta DAKAP’ê Fatma Yildizhan anî ziman ku têkoşîna jinan ku li her dera cîhanê gur û geş dibe û Tevgera Jinên Kurd hevdu xwedî dikin û got: ”Têkoşîna jinan têkoşîneke civakî ye.” -
Operasyona qirkirina siyasî: 8 aktîvîstên TJA’yê hatin girtin
8 aktivîstên TJA’yê ku di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de hatinbûn destgîrkirin, hatin girtin. 13 jin jî bi şertê girtîgeha malê hatin berdan. -
Polîs, rapora derbkirina nexweşa vertîgoyê ya Fîgen Ektî dizî
Hat zanîn ku rapora derbkirinê ya Fîgen Ektî ya TJA’yî ku li Şaxê Siyasî yê Enqereyê destgîrkirî ye hatiye dizîn. -
Erzîncan: Divê jin hîn bêhtir têbikoşin
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku jin ji bo felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bike divê ji her kesî bêhtir bixebitin. -
'Destên xwe yên qirêj ji jinan vekişînin'
Meclîsa Jinê ya FEDA'yê û Yekîtiya Jinên Elewî ya Demokratîk operasyona qirkirina siyasî ya li dijî TJA'yê şermezar kir û got," Destên xwe yên bi xwîn û qirêj ji jinan vekişînin." -
Rawî: Em rasterast xwe digihînin jinên Efgan
Mariam Rawî da zanîn ku RAWA rasterast bi rêya perwerdeyên hişyariyê, tîmên tenduristiyê û alîkariyên xurekê digihêje jinên Efgan û got, "Tişta ku em dikin dilopek e di deryayê de ye." -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Em têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê mezin bikin
Meclîsa Jinê ya HDP'ê diyar kir, ku li dijî komkujî, şer û tecrîdê wê rêya sêyemîn ava bikin. Meclîsê ji bo mezinkirina berxwedana li dijî tecrîda li Îmraliyê bang kir. -
Dayikên Aştiyê destgîrkirina jinan protesto kir
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê destgîrkirina jinan protesto kir. -
Qirkirina siyasî ya li dijî jinan bi çalakiyan hate şermezarkirin
Destgîrkirina jinan ku di çarçoveya lêpirsînek ji Enqereyê hate kirin, bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Klîba helbesta li ser Jîna û Nagîhan hate weşandin
Gerîlayên jin ji bo Jîna Emînî û Nagîhan Akarsel ên ku ji aliyê feraseta dijminatiya jinan dike hatibûn qetilkirin, klîbeke helbestê weşandin. -
'Em dixwazin tecrûbeyên serketî li Yemenê bixin meriyetê'
Dr. Anjila Al Maamari got, ji bo jinên li Yemenê ku 7 sal in bê navber şer li vî welatî diqewime, pêwîstî bi stratejiyeke hevpar û rêxistiniyeke sîwanî heye. -
Destgîrkirina jinan li Wanê hate şermezarkirin
Destgîrkirina aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. -
Lêpirsîna li ser TJA’yê: 14 jin hatin destgîrkirin
Di lêpirsîna li ser TJA’yê de li gelek bajaran operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin û 14 jin hatin destgîrkirin. -
Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Destgîrkirin êrîşek li ser têkoşîna jinê ye
Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran nerazîbûn nîşanî biryara destgîrkirina 50 jinan a li 14 bajaran da û diyar kir, ku ev yek êrîşek li ser têkoşîna jinê ye. Başaran got, êrîş li dijî felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" tê kirin. -
Jinên Latînî: Hevrêyên li Kurdistanê li berxwe didin ne bi tenê ne
Di çalakiyên dawiya hefteyê yên li welatên Emerîkaya Latîn de hate gotin ku bi têkoşîna gelê Kurd sînorên çêkirî yên desthilatdaran ên di navbera gelan de hatine afirandin ji holê rakirin û banga xwedî derketina li berxwedana li Kurdistanê hate kirin. -
Jinan tundiya mêr-dewletê bi meşekê protesto kirin
Jinên ku li Antalyayê bi boneya 25’ê Mijdarê hatin ba hev, tundiya mêr-dewletê bi meşekê protesto kirin. -
Li Kadikoyê polîsan êrîşê çalakiya 25’ê Mijdarê kir
Jinan qedexeya keyfî ya ku Qeymeqamiya Kadikoyê danî ser çalakiyên 25’ê Mijdarê nas nekirin û çalakî li dar xistin. Polîsan êrîşê jinan kir û gelek kes bi êşkenceyê destgîr kirin. -
'Jin bi saya PKK'ê bi hêza xwe hesiya û li ber sîstemê rabû'
Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Pakîstan Bîlen diyar kir ku jin bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengiyê ji şoreşê re dikin û got, "Bi avabûna PKK’ê re jin li ber sîstemê rabûn." -
Keskîn: Garîbe xwe kuştibe jî ev yek çalakiyek li dijî tecrîdê bû
Eren Keskîn got, 'Eger mirina Garîbe xwekuştin be, ev yek weke çalakiyek li dijî tecrîdê kiriye." -
Jin li qadan e: Em ê berxwedanê mezin bikin
Jinên ku di hefteya 25’ê Mijdarê de daketin qadan, peyama mezinkirina berxwedanê dan.