Dayikên Aştiyê destgîrkirina jinan protesto kir

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê destgîrkirina jinan protesto kir.

Di çarçoveya lêpirsînê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve tê birêvebirin de, duh li bajarên cuda bi ser 57 malan de hat girtin û gelek jin hatin destgîrkirin. Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi armanca nîşandan bertekên xwe, li ber avahiya HDP’ya Bahçelîevlerê daxuyanî da. Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn.

“JIN KU BI PÊŞ VE DIÇIN DIBIN ARMANC“

Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Behiye Dûman axivî û berxwedana jinan a li Îran û Rolhilatê Kurdistanê silav kir. Dûman ragihand ku hemû cîhan pêşketina jinan dibîne û got: “Lewma jinan dikujin, destdirêjiyê dikin. Çi tiştekê xirab hebe, bi jinan dikin. Jin jî li dijî vê serî radikin.“

Dûman bertek nîşanê êrîşa polîsan li dijî jinên xwestin 25’ê Mijdarê li Tûnel a Taksîmê çalakiyê li dar bixin û wiha got: “Êşkenceyê li jinan dikin, destgîr dikin û digirin. Berxwedana jinan ji bo keçên wan e jî. Mafê jinên ku li kolanan ji aliyê hevjînên xwe ve tên qetilkirin, diparêzin. Ji hemû jinên cîhanê re maf û hiqûqê dixwazin. Divê ber li wan jinan bê vekirin ku li kolanan li mafê xwe digerin.“

Dûman daxwaza berdana jinên destgîrkirî kir û got: “Çi tişt li tu kesê nekirine. Tenê digotin ‘Zilmê li jinan nekin’. Jinan berdin!”

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.