Keskîn: Garîbe xwe kuştibe jî ev yek çalakiyek li dijî tecrîdê bû

Eren Keskîn got, 'Eger mirina Garîbe xwekuştin be, ev yek weke çalakiyek li dijî tecrîdê kiriye."

Garîbe Gezer li Girtîgeha bi Hejmara 1'ê ya Kandirayê, li hucreya yek kesî ya bi zorê lê dihate girtin, bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) de ji bo sedema mirinê hate îdîakirin ku darvekirin e. Tevî ku dîmenê êşkenceya gardiyanan a li Gezer hatin weşandin jî, Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê lêpirsîna li ser mirina Garîbe Gezer, li gorî rapora otopsiyê ya ATK'ê bi dawî kir. Ji parêzerên Gezer Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHID) Eren Keskîn li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku lêpirsîn ji destpêkê ve li dijî usûlê bi rê ve çû.

'HETA KU BIRYARA BIDAWÎKIRINA LÊPIRSÎNÊ HATE DAYIN, TI BELGE NEDAN ME'

Keskîn bi bîr xist ku ji ber biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê hate dayin, parêzer li derveyî lêpirsînê hatin hiştin û got, "Heta ku me biryara bidawîkirina lêpirsînê dît, ti belge nedan me. Ji ber biryara nepenîtiyê, dozgerî lêpirsîn salekê bi tena serê xwe meşand."

Keskîn anî ziman ku rapora otopsiyê ya li ser mirina Gezer jî nedan wan û işaret bi rapora ATK'ê kir ku ji bo mirina Gezer hate îdîakirin ku xwe darvekiriye û dozgeriyê jî li gorî vê raporê biryara xwe daye. Keskîn ragihand ku ev biryar ne biryara destpêkê ya neşopandinê ye û bi bîr xist ku Garîbe dema ku hîn sax bû giliyê destavêtina li girtîgehê kiribû, lê belê têkildarî wê mijarê  jî di lêpirsînê de bêyî ku delîl bêne komkirin biryara neşopandinê hatibû dayin. Keskîn diyar kir ku ji ber îtirazên wan ji aliyê dozgeriyê ve hatin redkirin, wan dosya xistin rojeva Dadgeha Destûra Bingehîn.

'DOZGERIYÊ SEDEMA MIRINA GARÎBE LÊKOLÎN NEKIR'

Keskîn ragihand ku dozgerê ku li ser mijara mirina Gezer biryara neşopandinê da, qala êşkenceya zayendî ya li Gezer hate kirin nekiriye û got, "Dozger li ser êşkenceya ku li Garîbe hate kirin, qet lêkolîn nekir. Yanî mijarên ku bûne sedema mirina Garîbe lêkolîn nekir. Tenê îfadeya wan gardiyanan girt ku di roja bûyerê de çû ketin hucreya Garîbe. Ji bilwî wê ne îfadeya midûrên girtîgehê, ne jî y agardiyanê gumanbar ên êşkence kirin, negirtiye. Dozger salekê tiştek nekiriye, li benda rapora otopsiyê maye û piştî rapora otopsiyê jî biryara xwe daye."

'TECRÎD JI XWE ÊŞKENCE YE'

Keskîn bi bîr xist ku Garîbe Gezer a nedixwest bikeve hucreya yek kesî, ji bo karibe biçe gel hevala xwe Denîz Tepelî gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê da, lê belê di nava tecrîdê de hate hiştin. Rêveberiya girtîgehê qîma xwe bi vê jî neanî û gelek caran Garîbe xiste odeya bi singir û got, "Garîbe ya ku gelek caran êşkence lê hate kirin, tevî ku got ew naxwaze di nava şert û mercên bi vî rengî de bijî jî bi zorê xistin hucreyê. Têkiliya wê ya bi jiyanê re hate qutkirin. Tevî êşkenceya fîzîkî êşkenceya psîkolojîk jî lê hate kirin. Tecrîd bi serê xwe êşkence ye. Qutkirina mirovan ji jiyanê bi tena serê xwe êşkence ye. Em weke ÎHD bi salan e dibêjin ku tecrîd êşkence ye. Di nava van şert û mercan de mirina Garîbe eger xwekuştin jî be ev yek çalakiyek li dijî tecrîdê ye."

Keskîn diyar kir ku wê heta dawiyê mijarê bişopînin.